Beriya tam sî salan, zanyarê navdar ê Emerîkî, S. Huntington gotarek li ser pevçûna şaristaniyan weşandibû. Paşê pirtûkeke bi heman sernavî hat weşandin, wî digot, şaristaniya rojava (di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê - DYE), Îslamê ji bo xwe metirsî dibîne. Di sala 2001’ê de, pêşbîniyên wî yên herî xirab hetta radeyeke mezin ji ber kiryarên hêzên rojavayî bi xwe, rewa bûn. Ji bo berjewendiyên xwe yên xweser, hewl didan ku rewşên nakok biafirînin, ji ber ku birêvebirina bi vî rengî hêsantir bû. Di heman demê de, di pirtûkê de Huntington teqez kir ku di dawiyê de şaristaniya rojava li dijî şaristaniyên mayî hemûyan e.

Ev sî salên bihurî, bi spekulasyonên dibêjin, li dinyayê tenê hêzek super maye, tijî bûne. Lê belê, Emerîkiyan xwe lê kerr û korr kir, lê Çîn bûye hêzeke aborî ya bihêz, ku di siberojê de dikare bi hêsanî ji Dewletên Yekbûyî derbas bibe. Siyaseta Moskovê ya ku ragihandibû ku tevî zextên Emerîkayê jî berjewendiyên xwe biparêze, ji bo Washingtonê dijbereke din a bi hêz bû.

Heta sala 1991’ê, têkiliyên navneteweyî li ser nakokiya di navbera Yekîtiya Sovyetê û DYE´yê de, di navbera sosyalîzm û kapîtalîzmê de bûn. Hilweşîna Yekîtîya Sovyetê, rojava xurt kir ku ji niha û pê ve ew ê bi tena serê xwe li ser cîhanê hukim bike, ku hegemonyaya Emerîkî dê bê hevrik be (ev encam teoriya F. Fukuyama ya "dawiya dîrokê" nîşan dide).

Elîta serdest a Emerîkayê ev yek ji bo serdestiya xwe wekî dijwariyeke cidî dît. Di hewildanekê de da ku "serokatiya" xwe bi her awayî misoger bikin, Emerîkiyan wekî berê, bi teza kevnar a Romayê "parçe bike û hukim bike" li ser vê rêyê wan dikaribû serketineke demkî bi dest bixin - Rûsya li dijî Ukraynayê derxistin. Lê belê, ev serketin demkî ye, ew ê li ser şaristaniya rojava bi xwe bûmerangê bike.

Niha karê avakirina eniyeke yekgirtî ya welatên bipêşketî ji bo danîna rê li ber siyaseta êrişkar a rojava roj bi roj bileztir dibe. Fikra avakirina pergaleke nû ya pirrpolar (pirrqutbî) a têkiliyên navneteweyî her ku diçe populer dibe.

Pirsa ku li vir were pirsîn ev e, ka kî sûdê werdigire? Şerê li Ukraynayê di serî de ji bo rojava, bi taybetî ji DYE´yê re sûdmend e. Hem ji bo Rûsya hem jî ji bo Ukraynayê pirr bi dezavantaj e. Yên ku berdêlên pirr mezin didin, axa xwe dixin bin xirbeyan her du gel in. Şer ji bo welatên bipêşketî pirsgirêkan diafirîne, ji mirovên asayî re li seranserê cîhanê gelek nerehetiyan tîne. Lêbelê, ew ji bo dewlemendên hêzên bipêşketî û kompleksa leşkerî-pîşesaziyê pirr bikêr e. Esas ceza zirarê dide sivîlan û binesaziya sivîlan têk dibe.

Bê gûman ev sal dê ji hêla bûyeran ve gelek dewlemend be. Di vê navberê de avakirina peywendiyên navdewletî yên nû, ku tê de berjewendiyên hemû dewletan bê îstîsna li ber çav bê girtin jî wê girîng be.