Ka bêje ‘bira’ kî dostê te ye!

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 21 Sibat 2023 - 01:30

“Rastiyên civakî, rastiyên înşakirî ne’’ ji vê gotina Rêber Apo, ez dikevim ser rê û dixwazim lêhûrbûnên xwe di vê mijarê de bi we re parve bikim. 

Rola civakê di avakirina kesayetê de bandoreke xwe ya pirr mezin heye. Lê ev civak bixwe jî dema ku çarenûsa wê di hin baweriyên şaş û têgehên xapînok de be, wê demê pêwîst dike mirov di wir de lêger û sererastkirinekê bide çêkirin. Civaka hay ji hêza xwe nebe û ji bo parastina hebûn û mafên xwe yên bingehîn tênekoşe, ew civak bê ku zanibe, di xefka sîstema desthilatdar de dijî. Û wekî ku lîstokeke di destên lîstokvanekî de be, lîstikvan kengî bixwaze, her carê kincekî lê dike.

Ev pêncî sal in ku li Kurdistan û dervaeyî Kurdistanê tekoşîn heye. Bi hezaran mirovî bêyî ku hesaban bikin, canê xwe feda kirin di oxira gel, welat û nirxan de. Îro li tevahîya cîhanê gelên derveyî me Kurdan, berê xwe didin Kurdistanê xwedî li tekoşînê û Rêber Apo derdikevin. Her tişta xwe didin milekî û dixwazin bibin perçeyekî ji vê jîyana pîroz. Em wek Kurdên Sovyetê, vê rastîyê baştir dizanin. Mînaka herî piçuk, Tevgera Apoyî pirsgirêka bi salan a ku bûbû girêkeke kor, çareser kir. Êdî kes xwe wek Êzdî û Kurd cuda nake. 

Lê qismekî Kurd li ber çavên xwe destanên ku tên nivîsandin nabînin, ango naxwazin bibînin. Ti ked ji bo gel û tekoşînê nedaye, lê ji heddê xwe dibîne êrişê bibe ser nirxên ku bi xwînê hatine avakirin. Bi ser de jî yên ku qet ne hêjayî gotinê ne, li her derê navê wan dide. Bi rastî jî ev rewş mirov dide fikrandin; sedema wê çi ye. Yan bi rastî jî fêhm nake û nabîne yan jî ti elaqeya wî bi Kurd û Kurdistanê re nîne. Pêncî sal e, tekoşîn û berxwedan heye. Pêncî sal e ku ciwanên dilsoz bêyî ku hesaban bikin bêyî ku wek kesên din bikin amûrê reklaman, canê xwe didin ji bo gel û Kurdistanê. Lê li milekî din jî heman kesên ku ji xwe re dibêjin Kurd, li gel dijminê bav û kalan li gel dagirkerê ax û ziman e. 

Kesên ku li Sovyeta berê mane, dizanin peyva ‘dijminê gel’ çi ye. Naxwazim bikevim kûrahîya vê peyvê, lê dixwazim rasterast bibêjim: Mala Barzanî çend TIR şandin ji bo mexdûrên erdheja li Tirkiyê. Her kesî tenê navê wan bihîst, ji ber ku kanal û ajansên wan gotin, ‘Barzanî alîkarî şand’. Ûsa xuya dike, kes ji vê hevokê nerehet nebû. Erê baş e, bişîne lê çêtir bû we bigota, “birayên Başûr ji bo birayên xwe yên li Bakur şandin”. Lê na! Ji ber neçûn gel birayên xwe. Heger bi rastî Nêçîrvan Barzanî û malbata wî xwedî hişmendîya neteweyî û biratiyê bûna, ew ê biçûna peytexta Kurdistanê li gel partî û sazîyên Kurd. Di demeke wisa de, Kurd û Kurdistan li benda hevgirtinê ne; wî dikaribû biçe û bibe parçeyekî ji herkesî. Lê mixabin wek her carê, bilez û bez nefesa xwe li gel kujerên kKurd û dagirkerên axa me dan. Bi walîyê Tirk re rûdine lê li milekî din, heman birayên wan bombe dibarînin li ser Kurd û Kurdistanê. Rewşeke ne nû ye, lê careke din mirov wek netewe ji kesên wisa fedî dike. Mirovbûyîn xwe disipêre wijdanekî azad ê ku xwe ji ajoyên takekesî xilas kiriye û li gorî feraseteke adil, nêzî xwe û hawîrdora xwe dibe. Her weha exlaqê ku pê dijî û dide jiyan esas digire, ne ku bêexlaqiya bikuje û bide kuştin rewa dibîne.

Tevgera Apoyî ti caran pêwîstî ne dît xizmeta gel û axa xwe bike amûrê reklam û showê. Ji ber ku xwedî hişmendiya neteweyî, exlaqî û wijdanî ye. Di pêşengtiya HDP’de bi hezaran ciwanên Kurd çûn bi hewara gelê xwe. Ruxmê ku rastî êrişan hatin, bi ser de jî bi qayûman saziyên wan dagir kirin,  ji ya xwe venegeriyan. Hin jî pêla ciwanan ber bi gel ve diherike. Ma ev ne hêjayî gotin û serbilindiyê ye? Li milekî qaşo ‘bira’ li gel kujerê birayê xwe ye, li milekî din ji canê xwe datîne holê û tê bi hewara xuşk û birayê xwe… 

Gotina ‘bêje kî dostê te ye, ez bêjim tu kî yî’’ tam li cîhê xwe ye. 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.