Aşgabatê mazûvaniya civîna sêalî ya serokên Turkmenistan, Tacîkistan û Ozbekistanê kir. Di encamê de serokên dewletan “Deklarasyona Hevbeş” qebûl kirin.
Di hevdîtinê de Serdar Berdîmuhamedov, Emomali Rahmon û Şevkat Mîrziyoyev li ser mijarên girîng ên hevkariyên herêmî gotûbêj kirin. Aliyan daxwaza xwe ya bipêşxistina peywendiyên di warê siyasî, bazirganî, aborî, çandî û mirovî de anîn ziman. Serokan her wiha amadebûna xwe ji bo berdewamkirina xurtkirina peywendiyên di navbera welatan de di çarçoveya rêxistinên navdewletî de, di serî de di Neteweyên Yekbûyî (NY) de, û herwiha li ser platformên din ên navdewletî û herêmî diyar kirin.
Di wê deklarasyonê de, aliyan bal kişand ser pêwîstiya xebata bi hev re ji bo rûbirûbûna pirsgirêk û metirsiyan û herwiha teqez kirin ku ew amade ne ji bo berdewamiya piştevaniya hev di mijarên berjewendiya hevbeş de. Herwiha Serdar Berdimuhamedov, Emomali Rahmon û Şevkat Mirziyoyev li ser hevkariya di sektora veguhestin û lojîstîkê de li hev kirin.
Aliyan amadehiya xwe ji bo dewamkirina hevkariyên sîstematîk ên sûdmend ên hevbeş bi mebesta baştirkirina nirxan û dabînkirina şert û mercên guncaw ji bo veguhestina transît a kelûpelên bazirganiya derve, nîşan dan. Li ser vê mijarê serokên dezgehên veguhestinê yên dewletan hatine erkdarkirin ku heta dawiya sala 2023’yan civînekê li dar bixin.
Aşgabat, Taşkent û Duşanbeyê warê gaz û ceyranê paşguh nekirin. Wan teqez kir ku hevkariya di warê dabînkirina gaza xwezayî, neft û berhemên neftê û herwiha elektrîkê de jî gelekî girîng e. Welat her wiha dixwazin di sektorên tekstîl, kîmyewî, avahîsaziyê û pîşesaziyên din de veberhênanên hevpar ava bikin.
Ji bilî vê, serokan li hev kir ku alîkariya zêdekirina bazirganiya hevbeş bikin. Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku rêbaz û mekanîzmayên nû werin afirandin bi taybetî hevkarîyeke bi bikaranîna îmkanên Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê û sektora taybet a dewletan. Serokên dewletan her wiha amaje bi wê yekê kirin ku di warê bazirganiya sînorî de hevkariyên her aliyî zêdetir bi pêş ve bibin. Planên her sê welatan ew in ku bipêşveçûna sîstematîk a têkiliyan bi riya kompleksên çandinî-pîşesaziyê zêde bikin, di nav de ji bo zêdekirina qebareyê û berfirehkirina peydakirina hilberên çandiniyê û xwarinê ji bo bazarên welatên din.
Piştî civîna sêalî ya serokên Turkmenistan, Tacîkistan û Ozbekistanê, ji aliyê wezîrên karên derve yên her sê dewletan ve civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Bi taybetî teqezî li ser wê yekê hat kirin ku "Danûstandinên sêalî yên bi fêde yên di asta herî jor de dê bibin sedema berfirehkirina hevkariyên sûdmend hem di navbera welatên beşdar li civînê de hem jî li herêmê bi giştî."
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Ji pevçûnê ber bi pêşveçûna domdar
15 nîsanê
Newekhevîya sosyo-aborî li cîhanê
1 nîsanê
Rêber Apo xefik parçe kir!
4 adarê
Dem, dema pêkanîna şoreşê ye!
25 sibatê
Gelo aştî bê azadî dibe?
18 sibatê