DYE vedigere Asyaya Navîn

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Duşem 9 Cotmeh 2023 - 17:36

Li New Yorkê yekemîn civîna bilind di asta serokên dewletan de bi formata “Asyaya Navîn + DYE” (C5+1) hat lidarxistin. Berê jî civînên bilind ên bi vî rengî bi formatê, civînên rayedarên wezaretên karên derve û ajansên jêrîn, hatibûn lidarxistin. Lê vê carê esas, serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden ji bo cara yekem e ku serokên her "pênc" welatên Asyaya Navîn vexwendine. Ev jî niyeta rêveberîya Emerîkî nîşan dide ku bi awayekî aktîftir dikeve nava hewldanên ji bo bandorkirina li herêmê. Rastîyeke din jî ew e ku li hember xirabûna têkiliyên di navbera Rûsya û welatên rojava de, xwesteka rêveberîya Emerîka ji bo lawazkirina peywendiyên digel Asyaya Navîn bi Rûsyayê re eşkere dibe.

Her weha, par, karbidestên Emerîkî bi rêkûpêk lîderên Asyaya Navîn anîn bîra xwe ku pêdivî bi pêkanîna rejîma cezayan li dijî Rûsyayê, heye. Di civîna bilind a li New Yorkê de diviyabû di şert û mercên nû de helwêsta Emerîkayê ya ji bo herêmê nîşan bide. Bilindkirina forma beşdariya aliyên Emerîkî di asta serokatiyê de, niyeta rêveberiya Emerîka ji bo vegerandina navçeyê û zêdekirina hebûna xwe ya siyasî û aborî li wir, nîşan dide. Berê, civînên di qalibekî wisa de ji wergirtina biryarên taybetî yên di warê hevkariya piralî de bêtir, "senkronîzekirina saetan" bû.

Civîna biIlind a C5+1 ya li New Yorkê, helbet di çarçoveya reforma sîyaseta DYE´yê ya li Asyaya Navîn û sînyalên ku rêveberîya Emerîka dişine girîng in. Emerîka hem ji elîtên herêmê re, hem jî ji rayedarên Rûsya û Çînê re ragihand ku ew ji bo berfirehkirina hebûna xwe li Asyaya Navîn amade ye. Di heman demê de, çalakiya Dewletên Yekbûyî îro bi niyeta zêdekirina çalakiya veberhênanê, peydakirina alîkariyê ji Asyaya Navîn re di çarçoveya bernameyên alîkariyê yên navneteweyî de, û her weha lobiya ji bo rêyên alternatîf ên Rûsyayê ji bo peydakirina kelûpelan ji bi riya Asyaya Navîn ber bi rojava ve vedihewîne.

Di heman demê de geşepêdana bazirganiyê di navbera welatên Asyaya Navîn û Rûsyayê de li hemberî zêdebûna danûstendinên îdxalatê bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re, wan şert û mercan nîşan didin ku di asta giştî de, welatên Asyaya Navîn amadehiya xwe ji bo berfirehtirbûnê dikin. Dewletên Asya Navîn dixwazin têkiliyên bi DYE´yê re bi pêş bixin û di heman demê de têkiliyên bazirganiyê yên bi Rûsyayê re jî biparêzin.

Wek encam, serokên welatên beşdar, di civîna bilind de komeke ji rêûresmê, mijarên ji ewlehiya navçeyê heta berfirehkirina warê hebûna aborî û bazirganiyê ya Emerîkayê li Asyaya Navîn, gotûbêj kirin. Ji ber vê yekê, bi taybetî, hewcedariya afirandina platformeke karsaziyê di nava formata C5+1 de hate destnîşankirin û ajansa alîkariya pêşketina navneteweyî ya Emerîkî USAID (Ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo Geşedana Navneteweyî) a ku bi projeyên xwe yên di warê hêza nerm û enerjiya kesk de tê nasîn, dikare bibe ajokarek li aliyê Emerîkayê û di heman demê de sponsoreke sereke ye li welatên cihê yên piştî hilweşîna Sovyetê. Pirs tenê ew e, ka heta kengê beşdarên vê pêvajoya dijwar hemû wê amade bin ku rejîmeke weha pir-vektorî qebûl bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.