Bazirganî, binesaziya veguhestinê û aborîya kesk… Di civîna bilind a Asyaya Navîn-Yekîtiya Ewrupayê de ev mijar bûne mijarên sereke. Li Qirgizistanê serokên heyetan her weha bi Serokê Konseya Ewrûpayê Charles Michel re jî hevdîtin pêk anîn.
Bipêşxistina veguhestin û lojîstîkê ji bo welatên Asyaya Navîn yek ji girîngtirîn warên heyatî ye. Serokomarê Qirgizistanê Sadyr Japarov got, li herêmê dê yek warê jeo-ekonomîk were çêkirin. Ev dê alîkariya welatan bike da ku baştir tevbigerin li nav aboriya cîhanî. Wek mînak, serokê dewletê projeya çêkirina rêya hesinî ya Çîn-Qirgizistan-Ozbekistanê bi bîr xist. Û wî weha dewam kir : “Pêkanîna vê megaprojeyê, wê herêma me ji rewşa jênederketina veguheztinê derxîne, bi qasî çar milyar mirovî bi hev ve girêbide, erdnîgariya veguheztinê ji Asyayê di ser Tirkiyeyê re ber bi Ewrûpayê, li herêma Rojhilata Navîn, Îran, welatên Kendava Farsê berfireh bike her wiha û bibe Bakurê Efrîkayê jî”.
Wek nimûne, par tenê Qazaxistanê 40 milyar dolar bi Yekîtiya Ewrûpayê re bazar kir û her weha plan dike ku heta sala 2025'an vê rêjeyê çaryeka din zêde bike.
Serokê Komara Qazaxistanê Kassym Jomart Tokayev jî weha li ser meselê axivî: "Qazaxistan amade ye ku ixracata xwe ji bo welatên Yekîtiya Ewrûpî li ser 175 madeyên ne seretayî bi nirxa 2,3 milyar dolarî di warên wekî hilberîna hesin û pola û pîşesaziya xwarinê de zêde bike."
Di heman demê de hem ixracatkar û hem jî îtxalker hewcedarê piştgirîyê ne. Ev mijar ji aliyê Serokkomarê Ozbekistanê Şevkat Mîrziyoyev ve hat rojevê. Serokê dewletê pêşniyaz kir da ku bernameyeke taybet were çêkirin û qadên têkildar tê de cih bigirin û wî weha dewam kir: “Li herêma me çêkirina tora laboratûwarên nûjen, navendên standardîzekirin û pejirandinê li gorî daxwazên Yekîtiya Ewrûpî dewam dikin. Bipêşxistina jêhatîbûn û potansiyela ixracata me ku di bazara Ewrûpî de bixebitin, çênebû. Mixabin heta niha me di van mijaran de bipêşketineke berçav bi dest nexistiye."
Welatên Asyaya Navîn jî dixwazin enerjiya kesk bi pêş bixin. Sermeselê, li Tacîkistanê tenê % 5´ê potansiyela hilberîna elektrîkê ya welat tê bikaranîn. Û bêyî wê, ne gengaz e ku jîngehê rizgar bike. Ev mijar ji aliyê Serokkomarê Tacikistanê Emomali Rahmon ve hat îfade kirin: “Binesaziya kêm û çavkaniyên darayî rê nadin ku ev potansiyel bi tevahî were bikaranîn. Bi vê mebestê, guncav xuya dike ku welatên Ewrûpî di warê hîdroenerjîyê de piştgirîya veberhênanê bidin Tacîkistanê. "
Beşdarên civîna bilind li ser kûrkirina hevkariyê li hev kirin. Li gel YE, welatên Asyaya Navîn wê nexşerêyekê çêbikin.
Civîna Bilind a Asyaya Navîn-Yekîtiya Ewrûpayê cara duyemîn hat lidarxistin. Serokên Kazaxistan, Kirgizistan, Ozbekistan, Tacîkistan, cîgirê serokê civata wezîrên Turkmenistanê û serokê civata Ewrûpî, Charles Michel jî di civîna bilind de amade bûn.