BRICS dê cuda be

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 29 Tebax 2023 - 00:05

Di encama civîna bilind a BRICS’ê ya 22-24’ê Tebaxê de li Johannesburgê biryarek hat dayîn. Pisporên navneteweyî jî derbarê vê biryarê de di pêşbîniyên xwe de pirr bi tedbîr in. Pêkhateya komeleyê, ku niha di civaka navneteweyî de wekî hêza sereke ya ber bi cîhaneke nû ya pirrqutbî ve tê hesibandin, endametiya xwe ducar kiriye - BRICS´ê Arjantîn, Misir, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî û Îmaratên Yekbûyî yên Ereb jî vexwendine da ku bibin endamê wê.

Pirsgirêka sereke, ew bû ku BRICS di serdemeke bi tevahî cuda ya bipêşketina aborî ya welatên endamên wê hemûyan de hate afirandin. Demeke dirêj ne diyar bû ka çima ev kom qet hewce bû. Lêbelê, ji ber şert û mercan, koma BRICS´ê niha dest bi formulekirina wateyên xwe yên bipêşveçûnê dike.

Ev wate hê jî weke bipêşketina domdar a ku di serî de li ser aboriyê, bazarên serbest û sîyeseta bê tecrît hatiya ser ziman. Bi gotineke din, li ser pirr navendîbûnê.

Ji bo berfirehbûna BRICS´ê, ev jî nîşanek pirr girîng e. Di tifaqê de ne welatên "xeyidî" lê yên ku aboriya wan baş dimeşe, hene. Ev welatên hanê, ji piştgiriya aborî wêdetir, li tiştekî dinêrin. Beriya her tiştî aramiya jeopolîtîk dixwazin û girîngiya xwe zêde dikin. Û ez dixwazim bibêjim, ev di siyaseta cîhanê de jî diyardeyeke nû ye.

Çîn dibe ku di vê forumê de ya herî tundraw bû û li gorî pîvanên xwe tevdigere. Lêbelê, Pekînê soz da ku ji deh mîlyar dolaran zêdetir veberhênan li bipêşketina domdar a welatên din bike. Û ev pirr xwezayî û normal e. Û bê guman, Çîn berevajî Hindistanê ji bo berfirehbûna herî zêde ya BRICS radiweste. Ji ber ku Çîn BRICS´ê weke firsendekê dihesibîne da ku pereyê yê neteweyî “yuan”ê ji bo rûniştinên di navbera welatên hevpeymanê de bi kar bîne. Bi vî awayî, ew bi niyeta xurtkirina pereyê xwe radibe, helbet li bazara navxweyî jî.

Her weha Çîn bê guman, BRICS´ê wekî alternatîfeke maqûl ji gelek komên din re - heman G7 û G20’ê dihesibîne - dibîne. Wekî din, balkêş e ku gelek welatên din - yên weke Hindistan, Brezîlya - bi pozîsyonên pirr nermtir û ne ew qas kategorîk tevdigerin. Û niha di nava komê de ya ku ji bo gelek ramanan dibe lokomotîf, Çîn e.

Ez dixwazim balê bikişînim ser paradokseke balkêş ku niha derketiye holê: ji nişka ve, Çîn bi helwêstên ku berê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) nîşan didan, tevdigere. Ji ber vê yekê, wek nimûne, deh-panzdeh sal berê, DYE´yê bazarên serbest pêşkêşî cîhanê kirin, her weha nebûna polîtîkaya cezakirinê jî. Niha, Çîn ev rojeva ku DYE´yê bi bandor dev jê berdaye, girtiye ser xwe.

Û li vir bi taybetî girîng e ku Rûsya dikare BRICS´ê pêşkêş bike. Wekî din, civîna bilind a sala 2024´an dê li Kazanê were lidarxistin. Bê guman Rûsya dê bala xwe bide ser bipêşketina zanistî û teknolojîk, û ev yek bi ramana Çînî re hevaheng e. Û her weha ji bo danûstendina perwerdehiyê û bê guman, ji bo aboriyeke serbest. Û ev bi temamî bi rojeva Rûs-Çînî re li hev dike.

BRICS komeke navdewletî ye, hevbendiyeke ji pênc dewletan: Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn, Efrîkaya Başûr. Ji 1´ê Çileyê 2024’an û pê ve tê plankirin ku Arjantîn, Misr, Îran, Îmaratên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî û Etiyopya jî tevlî vê komê bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.