Vîna ji pola

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 23 Tebax 2020 - 23:59

  • Li Bakurê Kurdistanê ev tam 42 sal in di berdêla xirakirina bi sedan gund û bajar, werankirina xwezayê, kuştinên kiriyar diyar, girtin û binçavkirinan, bi vîneke ji pola berxwedaneke bê eman tê dayin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî înkar û zîhniyeta qirker têkoşîna hebûnê didin. Bi salane hêzên hegoman û dewletên dagirkerên Kurdistanê ji bo têkbirina neteweya Kurd serî li hemû rê û rêbazên qîrêj dane û didin. Bi derketina tevgera azadiya Kurdistanê re êdî dîroka Kurda berovajî dibe. Kurd di asta cîhanî de bi hêza xwe ya parastinê û têkoşîna xwe ya mafdar plan û hesabên dagirkeran ser û bin dikin. Li çar hêlên Kurdistanê hêzên rizgariya gelê Kurd di çeperên berxwedanê de şerê hebûnê dimeşînin. Li Rojavayê Kurdistanê li hemberî tarîtiya çeteyên DAI‎Ş'ê berxwedaneke bê hempa hat dayin û hemû pêkhateyên herêmê ji nav lepên qirêj yên çeteyên hov hatin rizgarkirin. Li Bakurê Kurdistanê ev tam 42 sal in di berdêla xirakirina bi sedan gund û bajar, werankirina xwezayê, kuştinên kiriyar diyar, girtin û binçavkirinan, bi vîneke ji pola berxwedaneke bê eman tê dayin. Li rojhilatê Kurdistanê li hemberî rejîma Îranê agirê azadiyê ti car venemîrî. Li Başûrê Kurdistanê ku herî zêde dijmînê gelê Kurd xwest encam jê bigre dek û dolabên dijminan ti car kêm nebûn. Li vir jî gelek berdêl hatin dayin û hîn jî tên dayin. Dijminên gelê Kurd bi komplo û planên tesfiyekirinê xwestin di nava Kurdan de her tim fitneyê çêkin. Ev hesabên wan mixabin gelek caran encam jî girt. Jixwe gotineke pêşiyên me heye dibêje 'Kurmê darê ne ji darê be dar narize' Ger tifaq û yekîtiya Kurdan hebûya dijmin nedikarî ew çend encam bigere. Mixabin îro jî ya ku dihêle dewleta Tirk û serkêşê wê Erdogan xeyalên xwe yên Osmanî bi cîh bîne, ev bêtifaqiya nava Kurda ye.
Niha li Heftanînê li ser navê parastina Rûmetê cengeke mezin ku mînaka wê li cîhanê kêm tê dîtin tê meşandin. Gerîlayên Hêza Parastana Gel bi vîneke xurt li hemberî teknîk û teknolojiya herî modern li ber xwe didin. Her roja ku em nûçe û agahiyên ji herêmê didin û dişopînin em dibin şahîdên vî tiştî. Bê gûman parastina welatekî ewçend bedew bi berdêlên mezin tê kirin. Lê dema ku berdêl ne ji serkeftina dijmin be, bi mirovan gelekî zahmet tê. Dema min ev nivis dinivîsî rojnamavaneke ku kêlî bi kêlî canga Heftanînê dişopîne li min geriya û got, 'Niha gelek gundiyên gundê Banikê li ber seytereya PDK'ê rewastiyane da ku biçin herêma şer lê heye. Lê PDK'ê destûrê nade ku gel derbasî herêma Heftanînê bibe'. Gel mirinê dide berçavê xwe û xaka xwe ji dagirkeran diparêze. Lê mixabin û sed car mixabin hêzên PDK'ê li pêş çavê xelkê herêmê, rê didin dagirkeran ku xaka wan dagir bikin. Piştî bi çend seatan hêzên dewleta Tirk a dagirker ketin gundê Banikê yê nêzî Pîrbila yê Heftanînê û malên gundiyan talan kirin û hilweşandin.
Dîsa li gorî agahiyên rojanamevanên li herêmê, peşmergeyekî PDK'ê yê bi navê Raîf Soro mayînên ku gerîla li pêşiya dagirkeran danîne yek bi yek radike da ku leşkerên Tirk ên dagirker bi hêsanî têkeve Heftanînê. Jixwe ya ku li vir mirov diêşîne jî ev helwesta Kurdên xayîne. Ma gelo ya ku 2014'an hat serê Şengalê xurtbûna DAIŞ'ê bû? Bê guman na! Dîsa ew tirajedî bi destê Kurdên xwefiroş pêk hat. Lazim e ku êdî Kurdên bi rûmet ji vê helwesta bi xayinan re bêjin êdî bes e! Ma heta kengê em ê bibin koleyên dijminê xwe.
Kurdan li çar hêlên Kurdistanê gelek berdêlên giran dane û ezmûnên mezin bi dest xistine. Di çeperên şer de gelek mînakê vê jî hene.
Dema em li cenga Heftanînê dinêrin em vê rastiyê baştir dibînin. Zelal Sîdem ji Amedê, Egîd Çiya yê Zaxoyî, Warşîn Egîd a ji Rojavayê Kurdistanê û Hewraman ê ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina xaka Kurdistanê canê xwe feda kirin. Jixwe gelê Kurd ji zû de ev yekîtiya xwe ava kiriye. Gel di hest û ramanên xwe de bûne yek. Beriya bi çend rojan li rojavayê Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî anketek hatibû çêkirin. Ji sedî 90 gel alîgirê yekîtiyê ye. Ji bo Kurd nebin yek ti sebeb nemane. Lê ger Kurd nebin yek wê gelek tiştan winda bikin. Ger Kurd nebin yek, bi yek gotinê wê hemû ked û xwîna hezarên salan bi avê de here. Piştî ku Kurdan ewçend bi têkoşîn û modela xwe ya altarnatîf deng veda, ger nebin xwedî maf, êdî bila kes xwe nexapîne, wê êdî nav û dengê Kurdan ji dîrokê rabe. Ji ber vê yekê divê di serî de partiyên ku niha serweriya Kurdan dikin û hemû beşên civakê lazim e ku vê yekê baş bixwînin. Weke ku Seydayê Cegerxwîn jî gotiye; Kurdino bibin yek eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.