Ji zimanê xwe hez bikin

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 20 Sibat 2022 - 22:21

  • Her mirov bi zimanê xwe mirov e. Bi gotineke din her civak bi zimanê xwe dibe xwedî nasnameya neteweyî. 

Her mirov bi zimanê xwe mirov e. Bi gotineke din her civak bi zimanê xwe dibe xwedî nasnameya neteweyî. Ji xeynî wê yekê jî, ziman hebûn, rastiya mirov û pêşketina mirovan jî diyar dike. Bê ziman ne jiyan dibe û ne ji pêşketin. Di jiyana mirov û civak/netewê de tu tişt ji ziman ne girîngtir e. Ziman kilîta  pergala ramanî ya civakê ye. Fikir û ramanên ku civakan bi rê ve dibin ziman e. Maka jiyana civakî zimanê civakê ye. Û bingeha wê jî dayik e. Ji xwe ziman û dayik dibin du hevokên di zik hev de û jê re zimanê dayikê tê gotin. Ji xwe jiyan û civak li dora dayikê dicive. Ji lewma bi êrişên li dijî jin-dayikê re, êrişa herî mezin li ziman tê kirin. Bi zimanê dayikê li dayikê dixin.

Li gorî lêkolînan tê gotin niha li Tirkiyê, 29 ziman hene ku ji hêla mirovan ve hatine bikaranîn. Lê ji wan, tenê çend ziman dikarin bijîn. Hemû zimanên din li ber tûnebûnê ne û tenê zimanê fermî Tirkî ye. Ji derveyî Tirkî hemû zimanên din weke ziman nayên hesibandin û naskirin.Yek ji wan jî zimanê Kurdî ye. Li gelemperiya Tirkiyê zêdeyî 25 milyon Kurd dijîn. Bi ya min ev hejmar zêdetir e lê wisa tê gotin... Baş e 25 milyon mirov ku xwedî zimanekî herî qedîm e çawa dibe ku heta niha bi fermî nayê pejirandin? Çima zarokên Kurdan nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Çima li dibistanan, derfet nayê dayîn ku Kurd bi zimanê xwe bixwînin. Gelo ne nakokî ye ku waşanên bi Kurdî tên qedexekirin, lê qaşo ji bo Kurdan televîzyonan vedikin û biryara dersên hilbijartî didin. Weke her carî, dîsa dixwazin bi zimanê Kurdan li Kurdan bixin. Ji xwe ya ku niha tê armanckirin jî ew e.

Baş e divê li dijî vê yekê çi bê kirin?. Beriya her tiştî divê zimanê me yê jiyanê bibe Kurdî. Em di hemû qadên jiyanê de Kurdî bi kar bînin. Em li kîjan parzemînên cîhanê bin bila bibin,divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivîn. Raste rola sazî û dezgehên ziman di pêşxistin û parastina ziman de diyarker e. Lê em ji bîr nekin dê û bav mamosteyên destpêkê ên zarokên xwe ne. Divê berê ew erkên xwe bi cîh bînin da ku em hebûn û zimanê xwe biparêzin. Dema em bi erka xwe rabin wê ti hêz nikaribe, bi zimanê me li me bixwe û me tine bike.

Bi hezarê salane dagirkerên welatê me hewil didin bi rêka ziman me tine bikin. Me heta niha li hemberî her cûre êriş û bişaftinê xwe parast. Niha ji her demê zêdetir derfetên me hene ku em vî zimanê xweş û şirîn pêş bixin, bidin hezkirin. Ji bîr nekin yên ku ji zimanê xwe hez nekin ji xwe jî hez nakin......

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.