- Dewleta Tirk bi serkêşiya Tayyip Erdogan ji bo qira gelê Kurd bîne, sûnd xwariye. Ya ku ji vê êrişê re dibe palpişt jî PDK ye.
Dewleta Tirk bi serkêşiya Tayyip Erdogan ji bo qira gelê Kurd bîne, sûnd xwariye. Ya ku ji vê êrişê re dibe palpişt jî PDK ye. Baş e, çi berjewendiyê Mala Barzanî bi dewleta Tirk re heye? tişta wan digihîne hev, çi ye? PDK çima di xeta xiyanetê de cih digire? Hevkariya Mala Barzanî bi dewleta Tirk re çi feydê dide neteweya Kurd. Ez ê hewl bidin di vê nivîsa xwe de bersiva van pirsan bidim.
Dema mirov behsa dîroka PDK'ê bike, divê mirov Enfal, Helebce û berdêlên giran ên di oxira azadiya Kurdistanê de hatine dayîn, ji bîr neke.
Mele Mistefa Barzanî di dema xwe de her gav li kîjan parçeyê Kurdistanê serhildan çê bûyê, li cem wan bûye û li dijî dijminên xwînxwar şer kiriye. Bi gotineke din, çi şoreş û serhildanên Kurd li kîjan parçeyî dibin bila bibin, bandora wan li hev bûye û piştgirî dane hev. Mixabin, PDK'ê bi demê re ev helwêsta neteweyî ji holê rakiriye. Bi taybetî piştî statuya Başûrê Kurdistanê, em dibînin ku ji binî ve guheriye. Ji Partiya Demorat a Kurdistanê ti pêjn û bayên berê nemane. PDK bûye eşîr, bûye malbat. Yanî bûye Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî. Wan dewlemendiyên Kurdistanê hemû xistin bin xizmeta malbata xwe. Derd û kula wan êdî ne Kurdistan e. Berê bi Sedam re niha jî bi dewleta Tirk, bi malbata Tayyip Erdogan û AKP’ê re li ser xiwîna Kurdan bazirganiyê dikin. Heger derdê wan Kurdistan bûya, wan li gel dijminê qewmê xwe bazirganî nedikir. Di demekê de ku destketiyên gelê Kurd hemû di tehlûkeyê de ne, em dibin şahid ku ji Stenbolê heta Washingtonê bi milyonan mal û milkên wan derdikevin meydanê. Ev 30 sal in di bin navê statuya Başûrê Kurdistanê de mêtingeriyeke bi vî rengî pêk tînin. Gel di bin feqîrî û hejariyê de dinale. PDK bûye şebekeyeke bi vî rengî ya berjewendiyan. Ji van kiryaran hemûyan diyar e ku êdî ti elaqeya PDK'ê bi neteweya Kurd re nemaye. Yên ku welat û neteweya xwe pêşkêşî dijminê xwe bike, jixwe tercîha xwe jî diyar dike.
Bi salan e ku Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK'ê ji hêla rejîma AKP-PDK’ê tê şêlandin. Di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de hatiye dagirkirin.
Divê gelê Başûrê Kurdistanê, nexasim jî jin, Rewşenbîr û siyasetvan vê yekê baş bibînin û bixwînin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê bizane ku PDK êdî li ser navê Kurd û Kurdistanê nûnertiya ti tiştî nake. Ew ne li gorî berjewendiya Kurdistanê, li gorî berjewendiyê dijminê gelê Kurd û malbata xwe tevdigere. Lewma lazim e êdî cihê mala Barzanî li Kurdistanê nemîne.
Dagirkerên Kurdistanê bi taybetî dewleta Tirk bi salan e ji bo bidestxistina dewlemendiya Kurdistanê her rê û rêbaz ceriband. Niha jî ji bo li herêmê serwer bibe dest daye destê PDK'ê û dahata welêt hemû seferber kiriye da ku Kurdistanê dagir bike. Li gel dagirkirina xaka pîroz, çav berdaye sererd û binerda dewlemend a Kurdistanê û dixwaze têxe bin kontrola xwe.
Mînak tê gotin ku qezenca rojane ya ji deriyê Xabûrê milyonek dolar e. Ji lewma artêşa dawleta Tirk 14'ê Nîsanê li herêmên parastina Medyayê bi piştgirî û hevkariya PDK'ê dest bi êrişên nû kir. Tevgera Azadiya Kurdistanê vê êrişê weke şerê man û nemanê pênase dike. Ji lewma ev dem naşibe ti deman. Hebûn û azadiya gelê Kurd girêdayî serketina vî şerî ye. Heger di vir de serketin pêk were, wê hebûn û azadiya gelê Kurd teqez bibe. Wê Şengal xweseriya xwe bi dest bixe. Statûya Rojavayê Kurdistanê fermî bibe. Yanî kurt û Kurmancî, Kurdistanek nû, Tirkiyeyeke nû, Rojhilata Navîn û dinyayeke nû wê derkeve holê. Ji ber vê di vî şerî de di serî de gelê Kurd û jinên Kurd, peywira her kesê azadîxwaz heye ku tevlî vê berxwedanê bibe. Serketina gerîla wê Kurdan û azadîxwazan hemûyan bi ser bixîne.
parvê bike
Nivîsên Aysel AVESTA
Roja xweş ji sibê ve diyar e
23 nîsanê
Xemla biharê Adar
27 adarê
Laşê min ê min e!
13 adarê
Piştevanî hêzê dide
20 sibatê
Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin
13 sibatê
Rêber Apo bû dengê azadiyê
6 sibatê
Têkoşîna jinan gerdûnî dibe
30 Çileyê