Berxwedanê ew matmayî hiştin

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 24 Nîsan 2022 - 22:24

  • Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji bo xeyalên xwe yên Osmaniya nû pêk bîne, dahata welatê xwe hemû xistiyê xizmeta xwe û êrişî destketiyên gelê Kurd dike.

Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji bo xeyalên xwe yên Osmaniya nû pêk bîne, dahata welatê xwe hemû xistiyê xizmeta xwe û êrişî destketiyên gelê Kurd dike. Bi hêza ku ji dewletên dagirkerên Kurdistanê û dewletên cîhanê digire, rojane li çar hêlên Kurdistanê sûcên şer dike. Ev sûc herî zêde li deverên dagirkirî yên herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî tên kirin. Çeteyên Erdogan rojane li pêş çavê cîhanê û hêzên qaşo garantor, êriş dikin. Gelên ku ji ber zilma wan reviyane jî bi ambargo û rêgiriyê tên terbiyekirin.

Li bakûrê Kurdistanê jî zext û faşîzmeke mezin heye. Bi  êriş û operasyonên qirkirina siyasî, dewleta Tirk hewl dide vîna gelan û jinan tek bibe. Ji bo têkbirina destketiyên rojavayê Kurdistanê her kirina dijmirovî xistiye dewrê. Li hemberî Şingalê tişta jê hat kir û dike. Niha bi destê hikûmeta Kazimî û piştgiriya PDK’ê li dora Şingalê dîwarên ji hesinî lê dike. 

Herî dawî jî dewleta Tirk a ku sûnda qira Kurdan xwariye, di çarçoveya konsepta îmhayê de 17'ê Nîsana 2022´yan careke din bi hevkariya PDK'ê û nokerên xwe yên li Kurdistanê li Zê (Zapê) dest bi êrişên pirralî kir. Ev êriş ne êrişeke adetî ye û naşibe êrişên beriya niha. Rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst ku li hemberî berxwedana gerîlayan a sala 2021’ê hat ber hilweşînê, niha çareke din dixwaze encamê bigire. 

Dewleta Tirk a ku NATO piştgiriyê didiyê, bi vê êrişê dixwaze tevgera azadiya Kurdistanê û destketiyên gelê Kurd hemûyan tesfiye bike. Lê artêşa tirk weke caran, dîsa rastî berxwedana Gerîlayên fedaî yên Apoyî hat. Gerîlayên HPG-YJA Starê di kêliya destpêkê ya êrişan de bi taktîkên serdema nû dijminê dagirker matmayî hiştin û derbên giran li wan dan û hîna jî li wan didin. 

Artêşa dewleta Tirk tevî  piştgiriya  PDK’ê jî bi rojan e nikare bi pêş ve here. Lê ji bo encamê bigire, dîsa pişta xwe da teknîkê da ku berxwedana gerîlayan bişkîne. Derket holê ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û qirker, li gel çekên kîmyewî, li Zê helîkopterên Chinook jî bi kar tîne. 

Gerîlayên parastina rûmeta Kurdistanê jî bi biryardariyeke mezin, bi vîneke ji pola teknîka dijmin pûç dikin. Ew dibêjin; 'Divê her kes bizane ku axa pîroz a Kurdistanê di bin lingên bi xwîn ên çend dagirkeran de nayê pelçiqandin.' Divê gelê me û azadixwaz û nexasim jî jin, gorî vê biryardariya gerîlayên parastina rûmeta Kurdistanê tevbigerin û bi erkên xwe rabin. Ji ber ku ev şerê niha li Zê tê meşandin, ne şerekî di navbera komek gerîla û artêşa Tirk a dagirker de ye. Ev şer, li hemberî destketiyên gelê Kurdistanê hemûyan e. Serketina dewleta Tirk a di vî şerî de têkbirina statûya Başûrê Kurdistanê, destketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna 50 salî ya Bakûrê Kurdistanê ye. Heger dijminê dagirker li Zê bi ser bikeve, ew ê êrişên xwe li her warî zêde bike. Ji ber wê, lazim e gelê Kurd ji her demê zêdetir bi hesasiyeta vê pêvajoyê bizane û li gorî wê tevbigere. 

Serketina şerê Zê wê rêya azadkirina Kurdistanê jî veke. Rêya hebûn û azadiyê jî berxwedan e. Dibe ku di vê berxwedanê de berdêlên giran bên dayin, lê em ji bîr nekin ku azadî bi berdêlan tê bidestxistin. Gelê Kurd gelek keç û xortên xwe yên leheng di oxira azadiyê de fedakirin. Niha dem ew dem e ku Kurd bi azadiyê şa bidin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.