Xemla biharê Adar

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 27 Adar 2023 - 03:22

  • Yan em ê di nav gulên biharê de bijîn yan jî di nav zivistaneke sar û cemidî de. Heger em di rêya seyemîn de bimeşin, serketin wê ya me be. 

Adar meha herî bi bereket û xweş a salê ye. Mizginiya biharê xemla salê ye Adar. Ji bo jinan û gelê Kurd di heman demê de meha vejîn û roja nû ye Adar. Aliyekî wê tijî xweşî, aliyê din jî êş û azar e Adar. A rast ev yek di heman demê de diyalektîk û rastiya jiyanê bi xwe ye jî. Di Adarê de gelê Kurd rojên xweş û nexweş bi hev re dijî. Lê ez ê bahsa roja herî xweş ya vê mehê bikim. Ew jî 21'ê Adarê ye.

Her sal gelên Mezopotamya bi taybetî jî gelê Kurd vê rojê yeke cejnê pîroz dike. Her Newroz ji bo gelê Kurd bi taybetî ji bo jinan destpêkeke nû ya azadiyê ye. Tê wateya bilindkirina berxwedanê, serhildana li dijî zalim û dîktatoran. Roja vejînê ye Newroz. Newroz roja serîhildana li dijî zilmê ye. Agirê ku Kawayê hesinkar pêxist, Mazlûm Doganî ew dewr girt. Ew meşaleya agirê azadiyê paşê li çar hêlên welat di destên keç û xortên Kurdan de gur bû.

Di Newroza 2023’yan de gelê Kurd ji her demê behtir îradeya xwe bi xurtî li qadan nîşanda û dîmenên bi heybet derxistin holê. Li Bakur, Rojhilat, Rojava, Başûrê Kurdistanê û derveyî welêt, gelê me bi peyamên zelal Newroz pîroz kir. Qadên Newrozê veguherîn cihên ku ruhê azadî û berxwedanê di asta herî jor de ye.

Li meydanên Newrozê, gelê Kurd dilsoziya xwe ya ji bo azadiyê li gorî ruhê têkoşîna 50 salan nîşan da. Di Newrozan de bi yek  dengî tecrîdkirina li Îmralî û li zîndanên dewleta Tirk hat şermezarkirin û Newroz weke Newroza Rêbertiyê hat pênasekirin. Gel bi biryardariyeke mezin hesab ji desthilata faşîst a AKP-MHP'ê xwest û got: Em ê bersiva pêwîst 14'ê Gulanê li ser sindoqan bidin.

Dengê tilîliyên dayikan û dirûşmeyên 'jin jiyan azadî', 'Bê Serok jiyan nabe' hîmê pergalê hejand. Dîmenên Newrozan rengê têkoşîna li dijî jinkujiyê, dagirkerî, tecrîd û faşîzmê jî diyar kir. Peyamên di Newrozan de hatin dayîn, bandoreke nerênî li ser siyaseta hundir û derve ya desthilata faşîst a AKP û MHP’ê kir û plan û hesabên wan li bin guhê hev xistin. Ya herî zêde li zora pergala mêr dewletê çû jî sekn û berxwedana jinan bû. Jinan di 8'ê Adarê de bi dirûşma, 'Bi dirûşma jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve' bersiva pêwîst da û wan biryara xwe ya tekoşînê nîşan dan. Di pîrozbahiyên Newroza îsal de jî gelên azadîxwaz îlham û hêza ku ji jinan girtibûn, herîkîn meydanên Newrozê û li dijî rejîma faşîst a AKP û MHP’ê got; Pergaleke din, welatekî din û feraseteke din pêkan e.

Ji bo parastina jiyaneke bi rûmet, ji bo hebûna gelê Kurd û parastina mirovahiyê dengê xwe kirin yek. Êşa ku di erdheja 6'ê Sibatê de kişandin, di pîrozbahiyên Newrozê de veguherandin hêrsê. Êdî fînal 14'ê Gulanê ye. Baweriya ku meşrûbûna vê desthilatê nemaye û divê biçe ser sergoyê dîrokê, peyda bûye. Ji ber vê, lazim e her kes û nexasim jî jin bi vê têgihiştinê nêzî vê pêvajoyê bibin da ku siberojeke azad bê afirandin.

Ji derveyî ve ti rêyeke din tine. Yanî, yan em ê di nav gulên biharê de bijîn yan jî di nav zivistaneke sar û cemidî de. Heger em di rêya seyemîn de bimeşin, serketin wê ya me be.    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.