Bi êrişên bêbext hûn nikarîn jinan bitirsînin

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 23 Çile 2023 - 01:35

Ji gundê Hîlalê yê ser bi Qilebana Botanê bi rê ket, bihost bi bihost li çiya, gelî û newalên wê geriya. Di vê rêwîtiya dûr û dirêj de ji astengiya li pêşiya xwe bihurî û bê rawestan meşiya. Êş ji xwe re kir hêz, yek gava bi tenê jî bi paş ve neavêt. Weke evîndarekê, hewl da dengên di kûrahiya zeman û mekanî de bibihîze, fêm bike û şirove bike. Wê dizanî evîn û azadî bi kedê tê bidestxistin, ji lewma bê sînor beşdarî jiyanê bû, bi înad, afrînerî û zana tam 34 salan têkoşiya. Belê, em behsa keça Botanê Evîn Goyî bi navê wê yê li ser nasnameyê Emîne Kara dikin. Wê, di 14 saliya xwe de dest bi têkoşînê kir. Wê 34 salên mişt bi têkoşînê li çiyayên Kurdistanê, li gund û bajarên Kurdistanê di nav xelekeke ji agir de derbas kirin. Li çiyan mezin bû.

Carna bû mamoste, carna bû fermandar, carna bû xwişk û carna jî bû heval û hevrê. Ev hemû sifet gelekî lê dihatin ji ber ku wê, hemû bi kedê avakiribûn. Ew periyeke azadiyê bû. Bi sekna xwe ya dilnizm ji bo hevalên xwe hemûyan mînak bû. Gelek bi sebir bû, zêde nediaxivî lêhengeke bêdeng bû. Gelekî ji hevalên xwe hez dikir, ew hembêz dikirin, bi wan re elaqeder dibû. 

Ji jiyanê gelekî hez dikir ji lewma, navê xwe kiribû Evîn. Ew evîndara welatê xwe heskiriya xwezayê bû. Weke navê xwe, dilê wê tijî û mişt bû bi heskirinl û rûyê wê hertim biken bû. Wê dixwest êş û azarên xwe hemûyan di dilê xwe de veşêre. Xemgînî lê nedihat. Ew çavkaniya hêz û çareseriyê bû ji bo derdora xwe. 

Li Botanê li dijî faşîzma dewleta Tirk têkoşîneke bêeman da meşandin. Li gel şervaniya xwe, di nava gel de jî pêşengî kir. Li hemberî tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Kurdistanê bû hêvî, ji bo jin û gelên li azadiyê digeriyan. Wê bawer dikir ku  yên  dilê xwe dane eşqê û serê xwe danînê ser vê rêyê, divê berdêlê bidin. Ji lewma li devera ku diçûyê, bi vê hişmendiyê têdikoşiya. Piştî tekoşîneke dûr û dirêj a li Kurdistanê ji bo derman bibe, berê xwe da Ewrûpayê. Lê rêwîtiya wê li Ewrûpayê zêde dirêj nekir û bû hedefa bêbextan.

Di demekê de ku tekoşîna azadiya jinên Kurdistanê di asta neteweyî û navneteweyî de gelekî bi pêş diket û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” li tevahiya cîhanê berz dibû, dîsa li Parîse dilê Kurdan êşiya. Hîn birînên komkujiya yekemîn a Parîsê ku beriya deh salan derbûbûn, nehatibûn kewandin, careke din sê nasnameyên Kurd bûn hedef. Beriya bi deh salan dîsa li Parîsê ne dûrî Ofîsa Agahdarkirina Kurdistanê di 9’ê Çileyê 2013’an de yek ji damezirînera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û pêşenga Tevgera Jina Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin. Di  23’yê Kanûna 2022´yan de jî li hemberî Kurdan careke din komkujiya duyemîn a Parîse pêk hat. Di vê Komkujiyê de jî Evîn Goyî (Emîne Kara), Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) hatin qetilkirin. 

Rêwitiya Evîn Goyî ya 34 salan li Parîsê qediya. Evîn li hemberî hovtirîn çete û faşîzma dewleta Tirk şer kir, lê bi gula yekî pîsî-heram şehîd bû. Ya ku mirovan dêşîne jî ev e. Lê dijminê jinan bila baş zanibin, wê bi van êrişên bêbext nikaribin pêşî li têkoşîna azadiya jinan bigirin û wan çavtirsandî bikin. Jin wê bi mezinkirina tekoşînê tola van lehengên xwe rakin. Dibe ku wan bi awayekî fizîkî ji nav me koç kiribe, lê ew bi ruhê xwe her bi me re dijîn.

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.