Gotineke pêşiyan heye dibêje, “Roja xweş ji sibê ve diyar e”. A rast demeke dirêj e ku me rojên xweş ji bîr kirine. Sal bi sal, em dibêjin xwezî bi par. Lê dibêjin dawiya her şerekî dijwar aşîtiye, yan jî tê gotin piştî her zivistanê bihar tê. Ev 21 sal in li çar hêlên Kurdistanê gelê Kurd, bi taybetî jinan rojeke xweş nedît. Di nava van salan de tenê kuştin, girtin, destdirêjî û şidet bû para wan û ev mijar ji rojevê derneketin. Xizanî û hejarî weke qeder be, li civakê hat ferzkirin. Feqîr ketin derdê debara xwe ya rojane û dewlemend jî dewlemendtir bûn.
Her çendî li hemberî vê zilmê berxwedan bi pêş ketibe jî biryar hemû ji hêla pergala yek zilamî ve hat dayin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bilî zilm, xerabî, neheqî û bêhiqûqiyê tiştekê din neanî welêt. Îradeya gel û jinan desteser kirin û li pêşiya bipêşketina wan bend avakirin. Zimanê gelê Kurd weke ‘zimanê nayê zanîn’ dan qeydkirin. Nasname û çanda gelê Kurd qedexekirin. Kesên ku bi zimanê Kurdî stran gotin, li kolanan hatin qetilkirin. Bi sedan pêşengên gel girtin û avêtin zindanan. Asta dijminatiya li gel û jinan di 6’ê Sibatê de bi awakî berçav diyar bû.
Wê rojê, maskeyên wan hemû ketin xwarê û her kesî rûyê vê desthilata faşîst ji nêz ve dît. Her kes bû şahîd ku êdî rewabûna vê dewletê nemaye û meşrûbûna wê bê wate bûye. Li hemberî xemsariya dewletê, hêrsa gel fûriya û dengê nerazîbûnan bilind bû. Diyar e, gel wê 14’ê Gulanê bersiva van plan û hesabên qirêj li ser sindoqan bidin. Lê ev pêvajo, wê bi hesanî derbas bibe. Ji bo ku li desthilatê bimînin, ew ê her dek û dolabê bigerîmin û jixwe digerînin jî.
Lê gel biryara xwe daye. Baweriya her kesî ew e ku 14’ê Gulanê, Partiya Çep a Kesk wê azadî, aştî, edalet û wekheviyê bîne welêt. Di xebatên hilbijartinê û vekirina buroyan de gel bi yek dengî dibêjin, “Em ê ji zilm û faşîzma AKP û MHP’ê xelas bibin. Em ê vê desthilatê biguherînin û bi ser bikevin.” Bêguman yên ku herî zêde bi biryar in û ji vê pêvajoyê re pêşengiyê dikin, jin in. Ji nûnertiya jinan jî diyar e ku pergaleke nû bi destê jinan wê bê hûnan. Jinan îdîa û biryardariya xwe ya ji bo vê yekê jî di beyannameya xwe ya hilbijartinan ku bi dirûşmeya “Em bi hev re soz didin, em ê bi hev re ava bikin û pêk bînin” diyar kirin. Jinan ji bo guhartina pergalê û parastina jiyanê ev xal destnîşan kirin.
Li dijî talana xwezaya me û jîngehên me, li dijî mafê me yê jiyanê, li dijî destwerdana nan, kar û destketiyên me, li dijî beden, îrade û hebûna me, li dijî şideta li dibistan, kuçe, kolan û her derê jiyanê, li dijî hovîtiya ku siberoja jinan, zarokan, ciwanan û mirovahiyê tarî kiriye, em ê têkoşîna xwe xurt bikin û em jin, em ê bi ser bikevin!
Jin pişta xwe didin Ezmûnên têkoşîna salan û asta rêxistina xwe. Îdîaya wan xwe dispêre berdêlên tekoşîna salan. Ji bo afirandina jiyaneke nû hêza jinan heye. Jixwe tevgera jinên Kurd di 8’ê Adara îsal de bi pêngava bi ‘Jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve’ rêya tekoşîna jinan a ji bo azadiyê diyar kir. Berdêla wê giran be jî, jin û gel wê bi tekoşînê bi vê rêyê azad bibin. Rojên azad nêz in û ji niha ve diyar e ku serketin wê ya jinan û gelên azadîxwaz be.
parvê bike
Nivîsên Aysel AVESTA
Xemla biharê Adar
27 adarê
Laşê min ê min e!
13 adarê
Piştevanî hêzê dide
20 sibatê
Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin
13 sibatê
Rêber Apo bû dengê azadiyê
6 sibatê
Têkoşîna jinan gerdûnî dibe
30 Çileyê
Sînorê bêwijdaniyê jî qetandin
19 kanûnê