Sînorê bêwijdaniyê jî qetandin

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 19 Kanûn 2022 - 00:55

Ji roja AKP bûye desthilat ve, çi tişta xirab li dinyayê hebe, bê teredût û dûdilî kir û dike. Ev 20 sal in, welat bi feraseta  şêr, kuştin, êşkence û talanê bi rê ve dibe. Ji bo temenê desthilata xwe dirêj bike, ti nelirêtî, karê xirab nema ku nekir.  Bi dahata welêt, gel xist bin kontrola xwe û tiştên nebûyî di nava civakê de bi pêş xistin. Bi polîtîkayên şerê taybet ji bo ciwanan bixapînin wan bê îrade û exlaq bikin, hemû rêbazên qîrêj bi kar anîn û bi madeyên hişbir û fihûşê, ew xistin xefika xwe. Bi taybetî jinên ciwan, kesên bi unîforma di bin navê hezkirinê de tecawizî wan kir û ew winda kirin. Mînaka wan ya herî şênber windakirina Xwendekara Zanîngehê Gulistan Doku û kuştina Îpek Er e. 

Bûyera li Weqfa Ensarê rûda, rûye qîrêj ê desthilata AKP-MHP’ê bi awayekî zelal nîşan da. Maskeyên wan ên di bin nave dînî de careke din ji ber rûyê wan ket. Ziya Gumuşel yanî damezrînerê Weqfa Hîranûr a Cemaeta Îsmaîlaga, zaroka xwe ya 6 salî bi mirîdê  xwe re da zewicandin. Piştî ku zaroka îro mezin bûye, çû miracaetî dozgeriyê kir, bûyer derket holê: tecawizî zaroka 6 salî kirine, û bi salan vê rewşê bi destûra dayik û bavê wê dewam kiriye. Zaroka ku bi salan dest avêtinê, dema ducanî dibe, testa wê ya hestûyan tê kirin û rûreşiya bavê hov eşkere dibe. Ya rast, hovîtiya herî mezin a wan kesan e ku van bûyaran rewa nîşan didin û welêt bi rê ve dibin. Beriya ev bûyer derkeve holê, rayadarên AKP’ê di gelek axaftinên xwe de bê şerm û fedî gotin; “Dema ku riza zarokan hebe. tişta diqewime ne tecawiz e.” Gelo wijdan û exlaqê kîjan mirovan, ango civakê destûra ve yekê dide? Ma gelo Tirkiye ne ji wan welatan e ku heta zarok din bin temenê 18 salî de be, nikare der barê xwe de biryarê bide. Bi gotineke din heger navê wê/î zarok be û temenê wê 6 sal be, çawa dikare bi daxwaza xwe bê zewicandin. Van nemirovan, êdî sînorê bê wijdaniyê jî qetand. Dilê mirov ranagire ku li dîmênên wan ên di çapemeniyê de derketine, temaşe bike. Rûyên wan ji yên çeteyên DAIŞ’ê jî reştir bû. Li gorî tê xuyakirin demeke dirêj e nûnerên Erdogan ji meselê haydar bûne. Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê, Derya Yanik weke ku bûyereke pirr normal û ji rêzê be dibêje; ev 2 sal in haya me ji vê bûyerê heye. Gelo hûn li benda çi bûn? Çima hûn neketin dû meselê? Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ji bo çi heye? Heger bi ser vê bûyerê de neçe, sedema hebûna wê çi ye?  Lê ji vê bûyerê jî diyar bû, li şûna ev sazî û kesên ku qaşo welêt bi rê ve dibin, komîsyonan ava bikin, li ber şidet, tacîz, tecawiz û kuştinên jinan rabin û tedbîrên hewce bigirin, hewl didin ser bûyeran bigirin. Derdê wan ne civak û exlaqê civakê ye. Derd û xemên wan desthilatdariya wan e.

Roj tine ku nûçeyên der barê kuştina jinan de neyên weşandin. Daneyên tên eşkerekirin di asteke metirsîdar de ne. Li kolan, cihên kar, wargehan, dibistanan û malan, ewlehiya jiyana jinê û ya zarokan nemaye. Ji ber ku daraz sûcdaran diparêze, mêr jî bi hesanî jinan dikujin û tecawizî wan dikin. Herî dawî Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp tecawizî zarokekê kiribû û wek daxwaza zarokê heye, hat nîşandan û Cîhan Kayaalp jî bereat kir. Lê jinên ku parastina xwe ya rewa dikin, tên girtin û cezayê herî giran li wan tê birrîn. Desthilata AKP - MHP’ê bi helwêsta xwe rê li ber asta zêdebûna bûyerên kuştin, şidet û tecawizan vedike û daraza ku di bin hukmê desthilatê de ye jî bi polîtîkaya cezanekirinê, kujeran xelat dikin.

Heta zêhniyeta ku dibêje, zaroka 6, 7, 10 salî dikare bizewice hebe, wê dawî li van bûyerên sosret jî neyê. Ji bo jiyaneke bi ewle bê avakirin, lazim e li hemberî vê pergala jinkuj dengê narazîbûnan bilind bibe. Çawa kuştina Jîna Amînî bû sedema serhildana ‘Jin jiyan azadî’ divê ji bo guhertina rejîma faşîst a AKP-MHP’ê jî pêwîstî bi serhildana ‘Jin jiyan azadî’ heye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.