Beriya bi 24 salan bi komploya nevbeteweyî ya 15’ê Sibata 1999´an tesfiyekirina tevgera azadiya Kurdistanê di şexsê Rêber Apo de hat armanckirin. Di encama vê komployê de Rêber Apo dîl hate girtin û radestî Tirkiyê hat kirin. Ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Girava Îmraliyê ku ji Sibata 1999´an û vir ve Rêber Apo lê tê girtin, di 17’ê Sibata 1999’an de bû herêma leşkerî ya qedexekirî. Li giravê di statuya ‘Girtîgeha Yekkesî’ de ji bo Rêber Apo ku wî jê re digot ‘Tabût’ rejîmeke taybet hate avakirin.
Rêber Abdullah Ocalan di parastina xwe de li ser pergala Îmraliyê û korîdora mirinê digot, “Pîvan, hilanîn û danîn, ez bi nemerdî û xayinî li Efrîkayê avêtim welatê mirovxweran. Xwedêgiravî ez xapandim û bi hostayî pakêt kirim û li Îmraliyê di tabûtekê de hatim bicihkirin. Bi vî awayî berjewendiyên wan ên ketibûn tehlûkeyê hatin misogerkirin”. Rêber Apo bi vê tesbîta xwe heqîqeta komploya navneteweyî û komplogeran rave dike.
Li gel şert û mercên zehmet, Tecrîda mutleq, êşkenceya spî û bi temamî sîstema êşkenceyê ya ji cîhanê qûtkirinê jî Rêber Apo, li ser zanist, siyaset û felsefeyê hizirî, di mijarên mîna demokrasî, rewşenbîrî, dengeyên ekolojîk, jin, parastina rewa û qadên sivîl nirxandin, analîz kirin û berhemên siyasê, felsefî û îdeolojîk nivîsandin. Pêşniyazên xwe yên çareseriyê weke pradîgma bi pêş xistin û ew ji bo Kurdistan, Tirkiye û herêmê xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Her wiha modela ‘Şaristaniya Demokratîk’, ‘Şaristaniya Demokratîk û Civaka Ekolojîk a Demokratîk’ û ‘Konfederalîzma Demokratîk’ pêşkêşî hemû mirovahiyê kir. Di nav şert û mercên giran de bûye dengê azadiyê ji bo jin û civakan.
Li ser bingehê fikr û felsefeya Rêber Apo îro li çar hêlên Kurdistan û cîhanê jin bi dirûşma efsanewî ya “Jin jiyan azadî” li hemberî pergala pênc hezar salê li ber xwe didin û ji bo azadiya jinan hemûyan û ya civakê têkoşînê mezin dikin. Di heman demê de bi çalakî û kampanyayên cûr bi cûr xwedî li Rêber Apo derdikevin.
Rêber Apo jî di nave şert û mercên giran ên tecrîda mutleq de bi rêya parêzname, hevdîtina bi perêzer û malbatê re ji bo pûçkirina Komplo û bipêşxistina paradigmaya demokratîk têkoşîneke bênavber da meşandin. Li Kurdistanê jî girseyên gel, tevî dostên xwe ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi gelek rêbazan têkoşîna xwe domandin û di her fersendê de dibêjin; em jiyana bê Rêbar Apo qebûl nakin.
Ev zêdeyî 22 mehan e ku bi ti awayî agahî ji Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê nayê girtin. Ji ber vê yekê, gelê Kurd û jinên Kurd gelekî mereqa jiyan û tendûristiya Rêberê xwe dikin. Heta 15’ê Sibata 1999’an tenê nexweşiya sînuzîtê ya Rêber Ocalan hebû. Lê di şertên êşkence, tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê de nexweşiyên wekî, rînîta alerjîk û astim jî di nav de gelek nexweşî lê peyda bûn. Ji ber ku Îmrali ji bo gelê Kurd û Rêberê wî wekî ‘mirineke hêdî ya li demê hatiye belavkirin’ hatiye plankirin. Lê hesabê wan bi cih nehat. Gelê Kurd ji bo azadî û tendirustiya gelê xwe ji zivistana 1999’an ve bê navber li ber xwe dide. Her çendî berdêlên wê gelek giran bin jî gelê Kurd di sala 25´an a komployê de jî bi biryar e heta biserxistina azadiya fizîkî ya Rêberê xwe wê raneweste û tekoşînê mezin bike.
parvê bike
Nivîsên Aysel AVESTA
Roja xweş ji sibê ve diyar e
23 nîsanê
Xemla biharê Adar
27 adarê
Laşê min ê min e!
13 adarê
Piştevanî hêzê dide
20 sibatê
Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin
13 sibatê
Têkoşîna jinan gerdûnî dibe
30 Çileyê
Sînorê bêwijdaniyê jî qetandin
19 kanûnê