Têkoşîna jinan gerdûnî dibe

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 30 Çile 2023 - 01:25

Rêber Apo ji roja ku dest bi têkoşîna azadiya Kurdistanê kiriye heta roja îro, cihekî girîng daye jinê. Di bingehê pîvanên azadiyê de jin bi cih kiriye. Bi hişmendiya ‘heta jin azad nebe, civak jî azad nabe’ tevgeriyaye û di her analîz û dahûrandina xwe de cih daye vê mijarê. Li ser vî esasî, bi jinê re hevaltiyeke bê hempa kiriye û dike. Hemû pîvanên der exlaqî yên di şexsê jinê de li hemberî civakê hatine sepandin, xistiye bin lêpirsînê û riya azadiyê di şexsê jinê de ji bo bêşên civakê hemûyan vekiriye. Jinan jî bi baweriya azadî fêmkirin e û fêmkirin jî pêkanîn e, ji destpêka têkoşînê ve di her warî de cih girtiye û xwe bi rêxistin kiriye. Vê rêxistiniyê bi felsefeya bîrdoziya azadiya jinê li her bêşê Kurdistanê bi pîvanên etîk û estetîk tevna xwe hûnandiye. Her ku jinan xwe nas kir, di civakê de jî guhertin û veguhertinên cidî çêbûn.

Niha Tekoşîna jinên Kurd ên Rêxistinkirî ya ku li çiya, deşt û bajaran bi pêş dikeve, li cîhanê deng vedaye û bûye îlham ji bo jinên azadîxwaz. Li Kurdistan û cîhanê jiyana azad li derdora jina azad bi pêş dikeve. Vê tekoşîna jinan bêhn li pergalê çikandiye. Jina ku koleya koleyan bû, bi berxwedana xwe hesabê hezarên sala dipirse. Dijminê ku li hemberî vê sekna jinê qels bûye û hatiye asta hilweşînê, bê ser û ber êriş dike û jinên pêşeng qetil dike. Ji bo hîmê civakê birizîne bi riya polîtîkayên şerê taybet dest diavêje nirxên civakê, jinên ciwan dixe xefika xwe û sîxûrtiyê li wan ferz dike. Yên qebûl nakin an tên kuştin an jî wîndakirin.

Piştî ku di 16´ê Îlona 2022´yan de li paytexta Îranê Tehranê polêsê qaşo exlaqê jina Kurd Jîna Amînî a ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyê qetil kir îsyana jinan a ji bo azadiyê fûriya. Ev serhildana jinan bi dirûşma jin, jiyan, azadî, ku mîmarê wê rêber Apo ye li gelemperiya cîhanê deng veda û gerdûnî bû. Niha di serî de Rojhilatê Kurdistan û Îranê li seranserê cîhanê di bin vê dirûşmeya efsanewî de jin daxwaza guhertina pergala pênc hezar salî dikin ya ku hebûna xwe li ser tinekirina vîna jinê daye avakirin. Jin berdêla wê çi dibe bila bibe di wê baweriyê de ye ku ev cîhan wê bi destê wê bê guhertin. 

Li Rojhilatê Kurdistanê tevî zext, kuştin, girtin, cezayên darvekirinê, êşkence û şideta hêzên rejîma Îranê, çalakiyên gel ên bi pêşengiya jinan dimeşin bi biryardariyeke mezin dewam dikin. Felsefeya “Jin jiyan azadî” ya ku bi serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê darîçav bû sînorê Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kir. Di nava jinên cîhanê de jî bû hêvî. Niha li gelek welatên Ewrûpayê jin li dora vê dirûşmeyê li hev dicivin û têkoşîna xwe ya li dijî pergala jinkuj dikin yek. Heta niha li gelek navendên Ewrûpayê platform û înîsiyatîfên “Jin jiyan azadî” hatine avakirin. Bi pêşengiya van înîsiyatîfan, jin tên cem hev û çalakiyan li dar dixin. Jinan êdî xwe nas kiriye û haya wan ji hêza wan heye.  Hêza ku di dîrokê de ji aliyê serdestan ve ji wan hatiye girtin, bi têkoşînê ji nû ve bi dest dixin. Jin êdî ji xewa giran hişyar bûn û bi tahma azadiyê hesiyane, ne pêkan e ku kes pêşiyê li wan bigire. 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.