Ji sibeha 6’ê Sibatê ve Kurdistan,Tirkiyê û Sûrî ji ber erdheja dijwar, xemgîn e. Bêguman erdhej felaketeke xwezayî ye. Tofaneke bê xeber e. Dema tê, bi xwe re karesat û malwêraniyeke mezin tîne. Lê erdhejên piçûk, gelek caran bêyî ku mirov hîs bike, çêdibin. Pirraniya erdhajan ji ber tebeqeyên tentonîkên ên erdê çêdibin. Dema ku tebeqê li hemberî hev dişidin û cîh diguherin erdhejên mezin rû didin. Dema ku du tebeqe li rû hev bikevin û yek bikeve bin ya din, rê li ber erdhejên tebeqeyên nêzî hev bûne, vedike. Di herdû rewşan de jî qalikê erdê diderize, qut dibe û hêzeke mezin a sîsmîk derdikeve holê. Enerjiya ku ji erdhejeke hêza wê 8 yan jî mezintir derdikeve holê, hema bejê bi qasî milyonek ton TNT, yan jî 66 hezar bombeyên avêtine Hîroşîmayê, bandorê dike. Li gorî pispor û zanyara di rewşên wiha de çareseriya herî mezin ew e ku mirov ji dîrokê, ji ezmûnên xwe, dersan bigire.
Li Tirkiyê û Kurdistanê ne cara yekê ye ku erdhejên wiha dijwar çêdibin. Baş e, wê demê çima tedbîrên pêwist nayên girtin? Mirov ango dewlet çawa dikarin pêşî li van karesat, malwêranî û zirarên erdhejê bigrin?
Der barê mijarê de gelek lêkolîn û pêşbîniyên zanyaran hene û îdîa dikin ku beriya vê erdhejê parve kirine. Di vê pêvajoyê de gelek pispor derdikevin televîzyonan û dibêjin; “Me hişyar kir, lê kesî guh neda nihêrîn û pêşniyazên me.” Wê demê pirsa gelo di vir de “niyeteke xirab a bi zanebûn heye,” tê hişê mirov.
Jixwe, dewlet ango desthilata AKP-MHP’ê bi derengmayîna xwe bersiva vê pirsê dide. Li hinek deveran, piştî 24 saatan çû cihê bajarên ku erdhej li wan çêbûye. Û li hinek deveran jî piştî çar rojan çû. Devera ku lêbû jî jixwe tişta pêwist nekir. Heger di dema xwe de midexeleyeke baş bihata kirin, wê hejmara qurbaniyan ne hewqasî mezin û giran bûya. Mixabin hîna jî hin dever hene ku kes neçûye wan. Bi dehan mirov bi saxî hatin binaxkirin. Dewleta faşîst gel di bin kavil û avahiyên hilweşiyayî de hişt û destûr neda ku dilxwaz karê xwe bikin. Bi îlankirina rewşa awerte re rê li ber komkujiyên mezin vekirin. Ji lewma, bi hêsanî mirov dibêjin; “Ne erdhejê dewletê em kuştin”.
Ev dijminatiya dewleta Tirk ji kêliya destpêkê ya erdhejê ve diyar bû. Ji roja ku ev bobelata erdhejê çêbûye û heta niha her kes vê yekê di dilê xwe de hîs dike. Bi rojan e, li aliyekî weranbûna bajar, gund û navçeyan, li aliyekî mirina bi hezaran mirovan û li aliyê din qîrîn û nalena birîndaran ji binê kavilên hilweşiyayî tê. Li hemberî vê rewşa xemgîn bi hezaran mirovên xwedî wijdan bi dilxwazî çûn bi hewara mexdûran ve.
Dîsa li seranserî cîhanê hema bêje ji her welat, netewe û baweriyê mirov, seferber bûn. Bi yek gotinê ji destê kê çi hat, texsîr nekir, kir û dike. Lê desthilata Tirk navendên maseyên krîzê ku ji hêla partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve ji bo mexdûran hatibûn avakirin, bi qeyûman desteser kirin. Ji bo bajar bên valakirin her rê û rêbaza qirêj bi kar tîne. Lê tevî astengî û zextan jî ruhê seferberiyê ji bo kewandina birînên mexdûran, hêjayî pesndayînê ne. Piştevaniyeke mezin ji welat û derveyî welat çêbû. Ji bo êşa mexdûran sivik bikin ji kê çi hat, kir û dike. Heger ne bi van hewildan û kedê bûya, encam wê xirabtir bûya. Yên di vê pêvajoyê xwe westandin û êşandin, mala wan ava.
parvê bike
Nivîsên Aysel AVESTA
Roja xweş ji sibê ve diyar e
23 nîsanê
Xemla biharê Adar
27 adarê
Laşê min ê min e!
13 adarê
Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin
13 sibatê
Rêber Apo bû dengê azadiyê
6 sibatê
Têkoşîna jinan gerdûnî dibe
30 Çileyê
Sînorê bêwijdaniyê jî qetandin
19 kanûnê