Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 13 Sibat 2023 - 00:04

Berbanga 6’ê Sibatê navenda wê li Bazarcixa ser bi Mereşê, li 10 bajarên Bakûrê Kurdistanê,Tirkiyê û Sûrî erdhejeke dijwar çêbû. Di nava çend kêliyan de malên bi milyonan kesî yan bi ser wan de hilweşiyan, yan jî zerareke mezin li wan bû. Bêguman li cîhanê gelek bûyerên weke lehî, tsûnamî, erdhej û bahozê rûdane. Di van bobelatên xwezayî de, bi hezaran mirovan canê xwe ji dest da û bi hezaran kes jî bê cih û mal man. Di dîrokê de li bajarên Meraş, Dîlok, Hatay, Bîngol û Wanê gelek caran erdhej çêbûne û bi hazaran kesî jiyana xwe ji dest daye.

Di van rewşan de gelek pirs tên hişê mirovan. Tê zanîn ku ev dever xetên erdhejê ne. Baş e, çima li van bajaran ango herêman binesaziya malan li gorî ve yekê nehatine amadekirin? Mînak, li deverên ku erdhej li wan çêbûye, hinek avahî bûne kavil û hinek weke xwe mane. Wê demê diyar e ku ev malên hilweşiyane bi rêk û pêk nehatine çêkirin. Wê demê derdikeve holê ku berpirsyarên  mirinên mirovan ne felaketa xwezayê ye, xemsariya dewletê ye. Pergala dewletê çavkaniya sereke ya vê rewşê ye. 

Hewar hewara gel e, dibêje; “Ne erdhej desthilatdariya AKP-MHP'ê dikuje”, ev bersiva herî rast e. Di erdheja li Kurdistan û Tirkiyeyê de bi hezaran mirovan canê xwe ji dest da û bi sed hezaran kes jî birîndar bûn. Ji roja destpêkê ve, mexdûrên erdhejê dibêjin, saziyên dewleta Tirk piştgirî û alîkarî nedane. Ji ber vê, bi hezaran mirovên dikaribûn bên rizgarkirin, terkî mirinê hatin kirin. Gelek kesan ji serma di bin kavilan de canê xwe ji dest da. Lê bi zanebûn hejmara kesên mirine, tê veşartin. Dewleta Tirk li şûna ku ji bo rizgarkirina mirovan seferber bibe, rewşa awerte ragihand. Ev rewş ne ji bo rizgarkirina mirovan ji bo astengkirina rizgarkirina mirovan hat ragihandin. Ne dewlet, mirovên xêrxwaz, şoreşger û welatparêz li gorî derfetan çûn bi hewara mexdûrên erdhejê ve û yên hatin rizgarkirin jî bi xêra wan bû.

Ez nivîsandin û bilêvkirina wê zahmet e, lê mirov bi zanebûn di bin kavilan de hatin hiştin da ku bimirin. Rejîma AKP’ê MHP’ê li pêş çavê cîhanê bê şerm û fedî ev kir. Tişta ku niha li Kurdistanê li dijî mirovan bi destê rejîma faşîst tê kirin li ti devera cîhanê mînakên wê tinene. Heta niha bi sedan avahî hene ku bi hezaran mirov di bin kavilan de ne. Ew jî ne bes e, di vê rewşa kambax de jî li ser xwîna mirovan bazirganî tê kirin. Ji bo kes xwe negihîne mexdûran, di bin navê rewşa awarte de hemû rê û dirb girtine. Nahêlin kesên xêrxwaz alîkariya mirovan bikin. Ne wan rizgar dikin û ne jî dihêlin kes xwe bigihîne hewara mexdûran. Dengê qêrîn û hewara mirovan digihîje erş û ezman. Her kes li bendê ye ku mirovên wan ên di bin kavilan de bên rizgarkirin. 

Li şûna ku mirova ji bin kavilan derxin, wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû  bi rêya walî û qeymeqamên xwe yên li bajar û navçeyên devera erdhejê, ferman da ku kavil demildest bên rakirin. Gelo Soylû bi kîjan wijdanî ev ferman da rayedarên xwe, hîna di bin kavilan de nalenala birîndara tê? Dibêje; kavilan hilweşînin û ji bînî ve rakin. Êdî gotin li hemberî vê bêwijdaniyê bêwate dibin.

Ji vê dijminatiya dewleta Tirk careke din diyar bû ku tenê derd û xema wê dirêjkirina temenê desthilata wê ye. Ji ber wê, gelê Kurd ji kêliya destpêkê ve li Bakurê Kurdistanê li seranserî cîhanê ji aliyê madî û manewî ve seferber bû. Niha li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bi hezaran dilxwaz dixebitin da ku birînên mexdûrên erdhejê bipêçin. Bêguman her kesê xwedî wijdan, lazim e tişta jê tê, zêdetir jî bike. Ne tenê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê jî mirovên me li benda alîkarî û piştevaniyê ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.