Laşê min ê min e!

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 13 Adar 2023 - 04:25

Êdî çavê her kesê li jinên Kurd e. Ji ber ku ew di warê siyasî, leşkerî û civakî de pêşeng in û îlhamê didin jinên cîhanê. Di 8'ê Adara îsal de jî bi vê rol û rista xwe rabûn. Jinan li dijî pergala serdest a mêr ku di warên jiyana civakî, aborî û siyasî de bi salan e li hemberî vîna wê şerekî mezin dimeşîne, di çalakiyên 8’ê Adarê de dengê xwe kirin yek. Bi milyonan jinên ji erdnîgariyên cuda bi hêza xwe ya cewherî diyar kirin ku têkoşîna wan a li dijî sîstema baviksalariyê şer, tecawiz, talan, komkujî û piçûkxistinê wê hê mezintir bibe.

Li çar hêlên Kurdistanê û li welatên Ewrûpayê jinên Kurd di çarçovaya pêngava ku Tevgera Jinên Kurd bi dirûşmeya ‘Bi Jin jiyan azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin!’ daye destpêkirin, daketin meydanan û li vê pêngava meşa azadiyê xwedî derketin. Bi biryardariya ku wê sedsala 21´ê bibe sedsala jinan, her meydan tije kirin û diyar kirin ku faşîzm, dîktatorî û mêtingerî  wê bi felsefeya jin jiyan azadî têk biçe. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, jinan li meydanên çalakiyan navê jinên ji hêla mêran ve hatine qetilkirin, bi lêv kirin û wan got, "Jinên hatin qetilkirin îsyana me ne"‚ "Jin hesap dipirsin. Dewlet wê hesab bide." Her wiha jinên ku xwe parastine û ji ber vê hatine girtin jî hatin bibîranîn. Li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî dagirkerî, êriş, şidet, kuştin, êşkence û bidarvekrinan hêrseke mezin derket holê.

Ne tenê jinên Kurd, li seranserî cîhanê jî bi daxwaza edalet û wekheviyê li gelek welatan  jin di 8’ê Adarê de daketin waran û peyamên girîng dan pergalê. Jinên ku li paytexta Spanya Madrîdê  hatin gel hev, wan got, "Laşê min yê min e û wekheviya zayendî ji me re hewce ye".
Li paytexta Perûyê Lîmayê jî jinan li hemberî polêsên pergala dewleta mêr, daxwaza edalet û wekheviyê kir. Jinên paytexta Gurcistanê Tiblîsê û jinên li Pakîstanê jî li meydanan bûn. Xwepêşanderan daxwaza wekheviya aborî, tenduristî û perwerdehiya bêpere, azadî, mafên mirovan û parastina jinan li cîhanê kir.

Bi hezaran jin li paytexta Meksîkayê Meksîko Cityê jî hatin gel hev û meşiyan. Jinên  Emerikaya Latîn li Arjantînê û Meksîkoyê bal birin ser qanûna qedexekirina jiberxwekirina zarokan yanî kurtajê û dirûşmên "Êdî Bes e" gotin. Rêxistinên jinan ên li Yewnanîstanê û yên li bajarê Melbourne yê Awustralyayê jî daxwaza wekhevî û ewlehiyê kirin.

Jinan li meydanên 8’ê Adarê ji bo jiyana azad û wekhev, careke din biryardariya xwe diyar kir, ew rolên ku sîsteman ji wan re diyar kirine, red dikin. Bêguman ev yek tenê bi redkirinê çênabe. Ji bo vê yekkirina hêzê, rêxistinbûn û tekoşîneke hevpar hewce dike. Ev yek jî helbet bi hişmendî, hewldan, bawerî, moral û coşeke mezin yanî afirandina şoreşên jinan û pergalên jinan di asta herêmî û gerdûnî de, pêkan e.  Di peyamên 8’ê Adarê de diyar bû ku siberoj wê bi rengê jinê li ser esasê demokrasî û azadiya zayendan ava bibe. Bi hevgirtina jinan konfederalîzma demokratîk a cîhanê bi pêkanîna formula efsûnî ''Jin jiyan azadî'' ku mîmarê wê Rêber Apo ye, pêk were û mirovahî wê ji kaos û qeyranan rizgar bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.