‘Jin Jiyan Azadî’ li her derî deng vedide

Nûçeyên Jin

În 12 Îlon 2025 - 16:00

  • Nêzîkî sê sal di ser Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de derbas dibin, ku piştî şehîdkirina Jîna Emînî ji aliyê qaşo “polîsên exlaq” yên rejîma Îranê ve pêk hat. Şoreşê bandor li rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi taybetî jî li ser jinan kir. Rojnamevan û Çalakvana Mafên Jinan Seyran Minûçehrî derbarê şoreş û serhildana bi şehadeta Jîna Emînî hat destpêkirin û li tevayî cîhanê belav bû, axivî.

Seyran Minûçehrî bal kişand ser guhertinên siyasî û civakî yên piştî Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî û wiha got; “Şoreşa Jîna Emînî bandorek navnetewî kir û nîşan da ku hikûmeta Îranê bandora xwe li hindir û her wiha baweriya gel winda kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê, Kurdan her tim dewleta Îranê wekî dagirker dîtine û ji bo bidestxistina mafên xwe yên ku ji hêla dewletê ve hatine binpêkirin, çek hilgirtine. Ji ber vê yekê, di dema destpêkirina Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de, dewlet zêdetir nêzîkî bajarên Kurdan bû û ji bo tola xwe ji Kurdan hilîne kes ji xezeba xwe neparast. Digel vê yekê, şoreş bû şoreşek femînîst. Jin bûn pêşeng. Şehadeta jinekê (Jîna Emînî) bû hilgirê ala azadiyê.”

‘Şoreş bi dawî nebûye û em natirsin’

Derbarê dubare vejîna şoreşek wek Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de Seyran Minûçehrî wiha got; “Şoreş bi dawî nebûye, lê ji qadan derbasî hişê kesan bûye. Em niha şewqa vê şoreşê di huner, wêje, çalakiyên sivîl û civakan de dibînin. Bîranîna şehîdan û helwesta malbatên wan berdewamiya şoreşê nîşan dide û bûye jîlemoyek ku di her kêliyê de dikare bibiriqe. Lê dîrokê nîşan daye ku tundûtîjî şoreşê bidawî nake.” Minûçehrî têkildarî cezayên darvekirinê yên li ser Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî wiha got; “Dîktator dixwazin civak-jinan bitirsînin û civakê kontrol bikin, bi vî awayî azadîxwazan qetil bikin. Lê ew nikarin azadiya civakê bidawî bikin. Weşan û rehên ji girtîgehan bûne sembolên dengên bilind ên jinên Kurd ên hatine tepeserkirin”

‘Têkoşîna me ji jinên pêşeng tê’

Rojnamevan û çalakvan Minûçehrî têkildarî berxwedana jinên Kurd ev tişt got; “Têkoşîna me ji jinên şoreşger yên beriya me, wek Qedem Xêr, Edilaxan, Mestûrey Erdelanî û hemû jinên ku alhilgirên mafên jinan yên gelê xwe bûn, tê. Ji girtîgehan jî Pexşan, Werîşe û gelek jinên din yên berxwedêr bûne sembolên dengên bilind yên jinên Kurd yên hatine tepeserkirin. Ew bûne hêz û hestek şoreşger ji bo hemû jinan.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.