- Di salvegera 3’yemîn a qetilkirina Jîna Emînî de li bajarê Toronto yê Kanadayê jin li hev kom bûn û meşiyan. Di meşê de ku bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat, hate gotin “Felsefeya Jin Jiyan Azadî nexşerêya me ye.”
Ji ber salvegera sêyemîn a qetilkirina Jîna Emînî ku ji ber serê xwe li gorî pîvanên olî bi têrkerî nenixumandibû ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin, li bajarê Toronto yê Kanadayê jin daketin qadan. Çalakiya li Queen’s Parkê de bi navê ‘Say Her Name’ (Navê wê bibêje) ji aliyê Tevgera, Jin, Jiyan, Azadî ve hate lidarxistin.
Jinên endam û rêveberên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê, her wiha jinên ji gelên cuda beşdarî çalakiyê bûn. Di meşê de ku bi pêşengiya jinên Kurd hate lidarxistin, dirûşma ‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî nexşerê û berxwedana me ye’ hate qîrîn. Her wiha jinan tîşortên ji wêneyê Jîna Emînî li xwe kirin û pankarta bi nivîsa ‘Jin Jiyan Azadî’ hilgirtin.
Jinên Kurd piştî meşê axivî , bal kişandin ser dîroka berxwedana Kurdistanê û gotin, “Kurdistan cografyayeke qedîm e. Li vê cografyayê jin timî bûn pêşengên berxwedanê. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bilind bû, referansa me ye.”
Çalakî bi peyamên piştevaniyê û dirûşmên azadiyê bi dawî bû. ANF/TORONTO