Jin modelek bi îlham pêk tînin

Nûçeyên Jin

Pêncşem 11 Îlon 2025 - 17:05

  • Fermandarên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dan zanîn ku YPJ projeyeke ji bo avakirina siberojeke azadî û wekheviyê ye û gotin:"Jin modelek bi îlham pêk tînin."

Ji fermandarên YPJ'ê, Emîra Mihemed û Semîra El Ehmed, der barê tevlîbûna wan a nava YPJ'ê û têkoşîna jinan a li dijî ramanên paşverû û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê, nirxandin.

Emîra Mihemed, diyar kir ku jinan di seranserê dîrokê de ala têkoşîna li dijî neheqiyê hilgirtine û her gav bûne sembola hêz û biryardariya ji bo jiyanek bi rûmet.

Emîra da zanîn ku tevlîbûna wê ya nava YPJ'ê "rêya herî baş" bû ji bo parastina ax û gel û diyar kir ku jinên Ereb isbat kirin dikarin ji bo parastina azadiyê çek hilgirin. Emîra got ku piştî tevlîbûna xwe ya YPJ'ê, wê di kesayetiya xwe de guhertinek kûr çêkir. Vê ezmûnê hişmendiyek nû û hêzek hundirîn da wê, ew jineke ku ji hêla kevneşopiyên civakî hatibû çewisandin bû, lê veguherî şervanek ku siberojeke dadmendtir û azad diafirîne.

Emîra behsa êşa jinan a di dema dagirkirina Reqayê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve kir, ku jin bi zilm, paşguhkirin û hewldanên tunekirinê rû bi rû man. Emîra diyar kir ku rizgarkirina bajaran ne tenê serkeftinek leşkerî bû, lê belê rizgarkirina jinan a ji zincîrên koletiya ramyarî û civakî ya ku DAIŞ'ê hewl da ferz bike, bû.

Fermandar Semîra El Ehmed, ku li Reqayê ji dayik bûye, diyar kir ku tevlîbûna wê ya nav refên şoreşê ne ne tenê biryarek bû, lê belê baweriyek xurt bû ku guhertin tenê bi têkoşîna berdewam dikare were pêkanîn. Semîra rave kir ku wê bi çavên xwe hovîtî û sûc dîtin, lewma biryar da ku li dijî ramana tundrew şer bike û rûmeta jinan biparêze.

Semîra wiha pê de çû, "Bi têkoşîn û berxwedana xwe, jin ne tenê siberoja xwe ava dikin, lê di heman demê de modelek bi îlham jî pêk tînin ku rêyên azadiyê ji bo nifşên siberojê ronî dike.

“Semîra diyar kir ku zilma DAIŞ'ê birînek kûr di rihê jinan de vekir û bû lekeyek şermê li ser eniya mirovahiyê, lê ew êş veguherî agirê berxwedanê ku hişt vîna azadiyê ya jinan hîn xurtir bibe. ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.