Serhildana xwendekarên Îranî; Rabe!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 11 Îlon 2025 - 16:45

  • Strana şoreşgerî "Rabe" ji nava êşê, ji qîrîna xwendevanên jin ên li zanîngehên Îran û Rojhilatê Kuridstanê, ji hêstirên dayîkên di zindanan de û ji jinên ku biryar dane rabin ser piyan, derket. Ev stran ne tenê ji bo protestokirinê, ji bo ji nûve pênasekirina wateya jiyan, azadî û rûmetê, çêbû.

Di serhiladana jinan a li Îranê de zanîngeh ne tenê saziyên perwerdehiyê, weke platformên serhildanê bûn. Xwendekarên jin bêyî ku ji gefan bitirsin, derketin kolanan, sloganên azadiyê avêtin, hîcaba bi darê zorê rakirin û navê jinên tekoşer bilind kirin.

Li zanîngehên Kerec, Tehran û El-Zehrayê jin hebûn ku rûpelên nû yên dîrokê dinivîsandin. Cihên waneyan veguherîn xalên nîqaşên şoreşgerî û meydan jî veguherîn hêrsa kolektîf.

Zanîngeh bûn qada hêrsê û neynika rûmeta ku demek dirêj hatibûn bêdengkirin0. Li wir di wan kêliyan de sirûdeke şoreşgerî bi melodiya "El Pueblo Unido" re tevlihev bû, dîwarên Koleja Muzîkê ya li Karajê di 29'ê Cotmeha 2022'an de bi wê re lerizîn. Lêdana stranên Farsî, rîtma wê jin in û dengvedana wê gerdûnî ye.

‘Ez’ û ‘tu’ dibin ‘em’

Ew sirûdek e ku ji têlên berxwedanê hatiye çêkirin, bi xwîna paqij a Lîlyeyan hatiye xemilandin û li her qada zanîngehê ku veguheriye platformek ji bo redkirinê û her hucreya zindanê ku veguheriye malzaroka ji bo jidayikbûnê, hatiye gotin.

Di vê stranê de qamçî vediguherin teweran, êş vediguherin sozê û "ez" û "tu" dibin "em." Ev belgefîlmekr dengî ye di demekr ku jinan biryar da bibin deng, dengvedan û al. "Rabe!" ne tenê sloganek e, sondek e ku bi navê jinan, jiyanê û bi navê welatekî ku ji bêdengiyê ji nû ve tê afirandin.

Lînka stranê li jêr e;

https://youtu.be/S0ojQjVOdxk?si=hvsXDetfY5ZOrnM2

 

JÎNHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.