Bi zextan nikarin rastiyan veşêrin

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 12 Hezîran 2022 - 21:27

  • Serdest ji bo dirêjkirina temenên xwe her rêbazê ji xwe re rewa dibînin.

Serdest ji bo dirêjkirina temenên xwe her rêbazê ji xwe re rewa dibînin. Desthilatdariya nîjadperest a AKP-MHP'ê, van demên dawiyê zextên xwe yên li ser beşên civakê hemûyan zêde kirine. Li gel şer û kûrkirina qeyrana aborî, bi rêbazên  şer ên taybet jin û ciwan kaşî nav girêkê dikin û bi van rêbazan, hewl didin hîme ciwakê birizînin. Ji bo bigihîjin mexseda xwe, destpêkê sazî û rêxistinên jinan kirin navenda êrişên xwe û yek bi yek pêşengên jinan dîl girtin û avêtin zîndanan. Ji ber ku ew baş pê dizanin yên temenê pergala wan dihejînin, jin in. Bi betalkirina peymana Stenbolê re, rûyê xwe yên rastî yê êrişkar êşkere kirin. Piştî betalkirina peymana Stenbolê, li Tirkiyeyê destdirêjî bi hezaran jinan kirin, bi sedan jin ji hêla mêrên herî nêzî desthilatê ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên saziyên jinan, ji dema ku Peymana Stenbolê hatiye betalkirin û vir ve, 495 jin hatine qetilkirin. 

Lê jinan li hemberî vê biryara ku ji aliye yek kesî ve hate dayin, têkoşîna xwe birin asta herî jor û bê westan daxwaza mafên xwe kirin. Jinan li gel çalakiyên li kolanan, têkoşîna hiqûqî jî meşand. Ji bo dadgehkirina dijminê jinan, 200 doz hatin vekirin. Jin ji roja destpêkê ve bi yek dengî dibêjin; me ev peyman di encama têkoşîna salan de bi dest xistiye. Peymana Stenbolê ne peymanek e ku bi gotina yek kesî bê betalkirin. Ji van peyamên jinan jî diyar e ku ew ê serî li ber vê pergalê netewînin.

Desthilardariya ku bi dijminatiya xwe ya li hemberî jinan navdar e, niha jî bi kîn û nefreteke mezin zimandirêjiyê li dijî jinan dike.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan heqaret li jinên tevlî çalakiya Parka Geziyê bûbûn kir û ji bo wan got; “surtuk” ango “jinên kûçeyan”. A rastî, ev ne çarayek e ku Erdogan û hevalbêndên xwe li hemberî jinan van gotinên cînsiyetparêz bi kar tînin. Berê jî ji bo jinan digotin; “Divê jin bi dengekî bilind nekenin”. Yan digotin, “ger hûn dekolte li xwe bikin xelk wê dest biavêje we”. 

Jixwe, dema aqilmendên mêrên êrişkar wiha bifikirin, kuştin û destdirêjiya li jin û zarokan jî wê zede bibin. Li dijî gotinên Erdogan ên bi heqaret ku li jinan kirin, dengê nerazîbûnan jî zêde bûn. Yên herî zêde dengê jinan belavî nava civakan dikin jî bêguman ragihandina azad e. Ji bo dengê rastiyan bê qutkirin û civak bê agahî bimîne, êrişî rojnamevanên li pey şopa heqîqetê kirin.

Erdogan di her kêliyê de behsa dewleta hiqûqê dike. Ji bo her kesî edalet, maf û azadiyê dixwaze, lê li welatê wî şideta li hemberî her beşa civakê di asta herî jor de ye. Xelk birçî ye, nikare rojane debara xwe bike. Tevî van hemûyan jî her roj bi operasyonên qirkirina siyasî hewl dide civakê bê îrade bike.Lê weke heta niha çawa bi ser neketine, niha jî wê nikaribin bi zextan rastiyan veşêrin.

Her ku diçe, dewlet totalîtertir dibe, kîna wê li hemberî her kesa/ê weke wê nafikire  girantir dibe. Bi taybetî dixwaze civakê bê nûçe û agahî bihêle da ku kes bi kiryarên wê nehise. Bêdengiya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, sazî û rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî vê dijminatiya rejîma nijadperest a AKP- MHP'ê, tê wateya hevkariya wan. Dixwazin Kurd li her derê bên kuştin, dest bi avêjin jin û zarokan, xweza bê talankirin û kes pê nehise. Divê baş bê zanin, ger li welatekî çapemenî ne azad û serbixwe be, lazim e mirov bi ti awayî behsa rewabûna wê dewletê neke.

Kî ji kîjan eslî, bawerî û zimanî dibe bila bibe, divê li hemberî hewldanên bêdengkirina ragihandina azad, kuştina jinan, talankirina xwezayê û destdirêjiya li zarokan  bêdeng nemîne, li her qadê têbikoşe, hêrs û nerazîbûnên xwe bîne ziman. Yên ku îro bêdeng bimînin, sibe wê heqê wan ê gilî jî tinebe.

Bêgûman bingeha van êrişan hemûyan, şidandina tecrîda li Îmraliyê ye. Heta deriyê Îmralîyê neyê vekirin û rêber APO weke muxetabê çareserkirina meseleyan neyê dîtin, wê dawî li vê zilmê neye. Bi vê armancê, bi şîara ‘’Em li dijî siyaseta tecrîdê û ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin’’ çalakiyeke bi wate hat kirin. Rastxwendina peyamên çalakvanan wê riya derketina ji qeyranan jî bi xwe re bîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.