Vîna Şingaliyan ji têlan qehîmtir e

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 10 Nîsan 2022 - 22:24

  • Dewleta Tirk, hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK ji bo hizûra xelkê Şingalê xira bikin, her rê û rêbaza qirêj diceribînin.

Xelkê Şingalê îsal jî çarşema serê Nîsanê bi berxwedanê pêşwazî dike. Dewleta Tirk, hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK ji bo hizûra xelkê Şingalê xira bikin, her rê û rêbaza qirêj diceribînin. Ji bo koka vê civaka qedîm biqelînin, destpêkê çeteyên DAIŞ'ê xistin dewrê da ku fermana wan rakin. Lê berxwedana parazvanên dozê hesabê wan ên gemarî têk birin. Paşê bi peymana 9'ê Cotmeha 2021´ê xwestin pergala wan a ku bi berdêlên giran hatibû avakirin, ji hev bixin û bela wela bikin. Xelkê Êzîdî tevî pêkhateyên herêmê bi berxwedanê ew pîlanên wan pûç kirin. 

Niha jî hikûmeta Kazimî bi dorgirtinê û bi çêkirina dîwaran, dixwazê vîna civakê teslîm bigire. Ev nêzî mehekê ye ku artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû da ku sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şingalê de bigire. Ew baş dizanin ku ew sînor ji bo civaka Êzîdî gelek girîng e.

Di Fermana 2014'an de bi hezaran Êzîdî di vî sînorî re ji qirkirinê hatin rizgarkirin. Armanc ji vê êrişê valakirina Şingalê ye. Jixwe, PDK'a ku pişta xwe daye dewleta Tirk ji bo têkbirina vê civakê tişta jê tê, dike. Ew wer difikirin û hesab dikin ku wê ev dîwar civakê hewceyî wan bike. Divê baş bê zanin ku vîna cîvaka Êzîdî û bi taybetî jî ya jinan ji têlên wan ên hesînî qewîntir û qehîmtir e. 

Me ev biryardarî di êrişên PDK'ê yên li dijî Xanesorê de pirr baş dît. Me dît bê dayik çawa li ber êrişên wan rabûn û destûr nedan ku derbasî axa wan bibin. Niha jî lêkirina dîwar wê ticarî nikaribe Kurdan ji hev qut bike û nehêle ku Şingal bê Şingalî bê hiştin. 

Dagirkerên Kurdistanê berê di dîrokê de ev rêbaz bi kar anîne jixwe. Bi peymana veşartî ya Sykes-Picot re Kurdistan kirin çar parçe, lê Kurdan ti carî ev sînorên ku hatin xêzkirin, nas nekirin, bi wan razî nebûn. 

Piştî ewqas destketî, dijmin çi bike bila bike, dê ji îro û pê de jî nikaribe gelê Kurd ji hev qut bike, ji ber ku ev gel êdî xwedî îradeyeke xurt e. Xwedî pergala xwebirêvebirin û parastinê ye. Bi taybetî civaka Êzîdî piştî 74 fermanan, çara yekemîn e li ser axa xwe ya pîroz dibe xwedî pergal. Êdî civaka Êzîdî, bi tahma azadiyê hisiaya, pê tamişkî bûye. Ne pêkan e ku piştî 3’yê Tebaxa 2014'an pişta xwe bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê qewîn bike. Di nava 8 salan de li Şingalê gelek tişt hatin guhertin. Piştî êşên mezin, niha  hemû beşên civakê, pergala xwe hûnaye û li ser axa xwe bê minet dijîn. 

Piştî çend rojên din civak wê cejna xwe ya Çarşema Sor pîroz bike. Salên bihurî, civaka Êzîdî Cejna Çarşema Sor li nava xwezayê, li ber cihên xwe yên olî bi şahiyên mezin, pîroz dikir. Lê piştî fermanê civak bi dilekî xemgîn cejnên xwe pîroz dike. Îsal jî wer diyar e, wê di bin siya êrişan de ev cejn bê pîrozkirin. 

Ez bawer dikim ku tevî êriş û pîlanên hikûmeta Iraqê, dewleta Tirk û PDK’ê yên ji bo jihevbelavkirina Şingalê jî, civaka Êzîdî wê bi ruhê berxwedanê cejna Çarşema Serê Salê, pîroz bike. Çawa heta niha ev cejn li gorî wateyên xwe hatine pîroz kirin, pêwîst e di vê cejnê de jî dubarê van peyama bide dijmin: Tevî ferman û êrişan hemûyan, me dev ji çand û baweriya xwe bernedaye û em ê bernedin. 

Ya din jî divê bibêjin, em dîwarên ku hûn deynin, nas nakin. Em ê li ser xaka xwe ya pîroz bimînin û Şingalê ji were nehêlin. Çi qas cejn bi coş were pîrozkirin, ewqasî jî wê pîlan û hesabên dijminan pûç û vala bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.