Dayik rawestgeha hêviyê ye

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 12 Kanûn 2022 - 03:08

Dayik navê evîn û hezkirinê ye.

Dayik navê sedema hebûna mirovane.

Ew haveynê jiyanê ye, diwelîdîne û diafirîne.

Dayik stargeha bi ewle ye.

Mamosteya jiyanê û ravestgeha hêviyê ye.

Li gel xweşiyên jiyanê, barhilgira êş û xemgîniyan hemûyan e. 

Li cîhanê her dayik-Jin xwedî jiyan û serpêhatiyeke cuda ye.

Lê li welatê me, ev rewş mixabin hîn dijwartir e.

Ji ber ku di her şer û fermanê de êşên herî mezin dibin para wan.

Dayika Xoxê jî yek ji wan Dayikan e ku jiyana wê hemû bi êş û xemgîniyê derbas bûye.

Xoxê Cindî li wargeha pîroz Şingalê ji dayik dibe.

Ew ji eşîra Feqîrên Şingalê ye û Dayika du Zarokan e.

Êş û azarên vî warî, yên ku dayika Xoxê çavê xwe, lê li jiyanê vedike, hemû dibin para wê jî.

Ji ber ku li ser vê axê ticarî şer, talan û ferman bi dawî nebûne.

Dayika Xoxê di 25 saliya xwe de hevjînê xwe di şerê Iraq û Îranê de ji dest dide.

Di vî temenê xwe yê ciwan de Dayika Xoxê her du zarokên xwe bi tenê mezin dike.

Bi gotina wê‚ dema hevjînê min jiyana xwe ji dest da, hemû jiyana min jî pê re mir.

Dayika Xoxê ji ber zextên civakê û parastina kerameta xwe,  hemû xweşî û şahiyên jiyanê li xwe heram dike.

Dayika Xoxê dibêje; tişta ku hatiye serê me dayikan, bi gotinan nayê wesifandin.

Ferman, talan, tecawîz, destavêtin, tîbûn, birçîbûn û malwêranî nikare êş û agirê dilê me bîne ziman.

Gotin li cem tişta ku hatiye serê me, bê wate dîmîne. 

Dayika Xoxê bi sekna xwe ya esîl, di nava civakê de dibe yek ji jinên ku mînak tên nîşandan.

Bi kesayeta xwe ya giran, bi ked û jiyana xwe, di dilê her kesî de cihekî cuda digire û dihêle ku her kes jê re rêz bigire.

Di nava civakê de bi welatparêzî û girêdana bi çand û baweriya xwe re tê naskirin.

Wê, zarokên xwe jî li ser vî bingehî mezin kirin.

Ji wan re bû dayik, bav û mamosteya jiyanê.

Jixwe, dema mirov li kesayeta kurê wê Merwan Bedel binihêre, dikare bandora vê yekê baş bibîne.

Dayika Xoxê dibêje; Merwan, ji bo min hem kur bû û hem jî heval bû.

Merwan hem bav bû, hem fermandar û hem jî pêşengê gelê xwe bû, êşa Merwan gelek dijwar bû, lê wî di riya şerefê de cane xwe da, serê min ji ber wî bilind e.

Mezinatiya Merwan û xwedîderketina li wî, êşa min sivik kir.

Ew evîndarê serokê xwe bû. Em ê jî li ser riya wî, heta dawî şopdarên vê dozê bin.

Merwan Bedel piştî fermana dijwar a 74´an navê xwe kir Dijwar Feqîr.

Dijwar Feqîr, ji bo amadekariyên cejnê bi zarokên xwe re ji mal derdikeve.

Bi rê de, dibe hedefa êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê.

Hevserokê Meclîsa xweseriya Şengalê Merwan Bedel, 7'ê Kanûna 2021´ê di êrişa bi balafirên bêmirov ên biçek de jiyana xwe ji dest da.

Dema êriş pêk hat, zarokên wî Dinya Merwan  û Dîcle Merwan jî ligel wî bûn. 

Di ser qetilkirina Dijwar Feqîr re salek derbas bû. Lê êrişên dewleta Tirk a dagirker di serî de Şengal, li dijî bêşên Kurdistanê hemûyan dewam dike.

Lê çawa vî gelî heta niha li hemberî êrişan serî netewandiye û li ber xwe daye, wê ji îro û pê ve jî li ber xwe bide û li doza cangoriyên xwe xwedî derkeve.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.