- Gelê Kurd û dostên xwe bi ruhê 8'ê Adarê, 21'ê Adarê bi girseyî pêşwazî kirin.
Gelê Kurd û dostên xwe bi ruhê 8'ê Adarê, 21'ê Adarê bi girseyî pêşwazî kirin. Newroza îsal ku rastî sala 50’emîn a avabûna tevgera azadiya Kurdistanê hat, weke Newroza serketinê bi milyonan mirov daxistin meydanan.
Li meydanên pîrozbahiyên Newrozê, gelê Kurd dilsoziya xwe ya ji bo azadiyê re li gorî ruhê têkoşîna 50 salan nîşan da. Di Newrozan de bi yek dengî tecrîda li Îmraliyê û li hemû zîndanên dewleta Tirk, hat şermezarkirin û Newroz weke Newroza Rêbertiyê hate pênasekirin. Dengê tilîliyên dayikan û dirûşmeyên 'Jin jiyan azadî', 'Bê Serok jiyan nabe' hîmê pergala pênc hezar salî hejand.
Dîmenên pîrozbahiyên Newrozê, rengê têkoşîna li dijî jinkujiyê, tecrîd û faşîzmê jî diyar kir. Peyamên di Newrozan de hatin dayîn, bandoreke neyînî li ser siyaseta hundir û derve ya rejîma faşîst a AKP û MHP’ê kir û plan û hesabên wan li bin guhê hev xistin. Gelê Kurd li hemberî her cûreyê êrişan rêya çareserî û aştiyê nîşan da û di heman demê de berê siyaseta demokratîk û jiyaneke bi rûmet jî careke din diyar kir. Tevî hemû êriş û astengiyan di serî de Amed, ligel hewaya sar jî bi milyonan kes tevlî Newrozan bûn. Yekser piştî pîrozbahiyên Newrozê rojev bû 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo. Gelê Kurd bi taybetî jinên Kurd vê rojê weke rojbûna xwe pêşwazî dikin.
Rêber Apo rojbûna xwe weke sê zayînan pênase kiribû. Zayina yekêm weke zayina biyolojîk, ya diduyan avakirina tevgera azadiyê û ya sêyemîn jî paradigmaya demokratîk, ekolojîk ku li ser esasê azadiya jinan pêk aniye, diyar kiribû.
Jidayikbûna Rêbertiyê ji bo gelên bindest û yên Rojhilata Navîn wek rojeke jinûve hilhatî ye. Bi wê rojê re, ew ewrên tarî ên li ser gelên bindest rakir û ji bo azadiya gelan bû hêviyeke jiyanî. Ji lewma, rastiya Rêber Apo di heman demê de heqîqeta nirxên mirovayetiyê ye. Ji ber vê, rojbûna wî ji bo gelê Kurd wekî rojeke pîroz tê dîtin û wisa tê pîrozkirin.
Rêber Apo ji zarokatiya xwe ve bi lêgerîn û hewildanên xwe yên di warê dîrokî û civakî de guhertinên mezin afirandin. Wî bi analîzên xwe yên kûr ji rastiya civaka ku ber bi tinebûnê ve diçû, hêvî ava kir. Ji jina hatibû kolekirin û ji hemû mafên xwe bêpar hatibû hiştin, artêşa jinên azad avakir. Di vê maneyê de Rojbûna Rêber Apo vejîna jinan û gelan a ji bo azadiyê ye.
Ji lewma ev xwedîderketina li Rêber Apo û berxwedana wî ya dîrokî dibe navenda êrişên dagirkeran. Hemû hêzên berjewendîparêz û nexasim dewleta Tirk, li hemberî vê berxwedanê her rêbaza qirêj diceribînin. Piştî pîrozbahiyên Newroza azadiyê ji qadên gerîla heta Rojava û Şingalê gelek êrişên nemerdane pêk hatin. Ji bo pêşî li vî ruhê azadiyê, coş û moralê bigirin, çi ji wan tê wê dikin. Li Bakûrê Kurdistanê bi operasyonên qirkirina siyasî bersiv dan peyamên gel. Li Rojavayê Kurdistanê êrişên xwe yên hewayî zêde kirin.
Herî dawî bi piştgiriya Hikûmeta Kazimî û PDK'ê li Şingalê jî bi lêkirina diwaran pîlanên xwe yên tasfiyekirinê xistin dewrê.
Lê berxwedana gelê Kurd û ruhê di çalakiyên Newroz û 8'ê Adarê de derketine pêş, wê rê nedin ku careke din li ser vê axê xewn û xeyalên wan pêk werin. Gelê Kurd bi pêşengiya dayikan bi sekna xwe ya berxwedêr, wê hemû diwarên ku bi salan e di ruh û mejiyên wan de hatine danîn, ji holê rakin û wan têlên hesinî derbas bikin. Bêgûman ev yek jî dikarê bi têkoşîneke yekgirtî û yekîtiya neteweyî pêk were. Heger peyamên gel ên li meydanên 8’ê Adarê û Newrozê hatine dayin rast bêne xwendin, ji bo yekîtî û tifaqê ti astengî nîne.
parvê bike
Nivîsên Aysel AVESTA
Roja xweş ji sibê ve diyar e
23 nîsanê
Xemla biharê Adar
27 adarê
Laşê min ê min e!
13 adarê
Piştevanî hêzê dide
20 sibatê
Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin
13 sibatê
Rêber Apo bû dengê azadiyê
6 sibatê
Têkoşîna jinan gerdûnî dibe
30 Çileyê