Adar û agir

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 27 Adar 2022 - 22:45

  • Ji hemû mehên salê meha herî xweş û bi bereket meha Adarê ye. Ji ber ku  piştî zivistaneke dirêj û sermayeke dijwar, mizgînî ango destpêka biharê ye Adar.

Ji hemû mehên salê meha herî xweş û bi bereket meha Adarê ye. Ji ber ku  piştî zivistaneke dirêj û sermayeke dijwar, mizgînî ango destpêka biharê ye Adar. Ji lewma tê gotin Nîsan bûka salê ye, Adar xemla biharê ye. Ji bo Adarê tê gotin; Adar e meşk li dar e, milyaket hate xwar e, pê ve girt giyayê bihar e: Ev gotineke demsalî ye. Di vê gotinê de jî diyar e, bê ka Adar meheke çiqasî xweş û bi bereket e.

Hunermendê nemir Aram Tîgran di straneke xwe de wiha pesnê Adarê dide;

Adar e ax Adar e
Newroz û xweş bihar e
Adar e û rengîn e
Ev dem û benga Jîn e

Ji bo Kurdan Adar aliyekê wê xweşîye, aliyeke wê  jî reşî ye. Hem meha şînê ye hem meha kef û şahiye ye. Di vê mehê de gelê Kurd ji bo maf û azadiya xwe gelek berdêlên mezin dane. Serhildana Dersimê ya bi seroktiya Seyid Riza û serhildana Koçgirî di vê mehê da dest pê kirine. Meha Adarê, di heman demê de ji bo Kurdan meha jenosîdê, meha xizanî û koçberîyê ye.

Di 16’ê Adara sala 1988’an de li bajarê Helebceyê 5000 Kurd ji aliyê Sedam Huseyn, bi çekên kimyewî hatin kuştin, bi hezaran zarôk, jin û mêr jî birîndar bûn. Ji yên mayîn jî bi hezaran kes, ji ber zilm û zordarîya rejima Beesê, neçar man mal û milkê xwe li paş xwe bihêlîn û berê xwe bidin çol û çîyan… 12'ê Adara 2004´an roja serhiladan gelê Rojava ya li dijî rejîma Beesê ye. 

Li hemberî van êriş û rojên nexweş, Adar, meha berxwedan û serhildanê ye. Di vê hemê de gelek serketinên dîrokî jî hatin bidestxistin.

23`yê Adarê roja rizgarkirina Baxozê û têkbirina çeteyên DAIŞ`ê ye. Hêzên parastina ax û rûmeta xwe li Rojavayê Kurdistanê di encama berxwedaneke mezin û berdêlên giran de cîhan ji mezintirîn xeterê rizgar kirin.

Yek ji rojên meha adarê yên herî pîroz jî  21'ê adarê ye. Di wê rojê de mizgîniya serketina Kawayê Hesinkar, di şerê diji Dehakê mêjîxwar de hat dayin. Ji wê rojê ve Newroz ji bo Kurdan sembola serfirazî û azadiyê ye, roja nîşandana serhildan, berxwedan û rizgariyê ye. 21’ê Adarê  her sal li seranserê Kurdistanê, li derveyî welat wek roja azadî û serketinê tê qebûlkirin. 

Ev roj her sal bi kilam û stranan, bi dîlana jin û mêran, bi lîstikên keç û xortan, di bin ronahîya agirê newrozê de tê pîrozkirin. Di dema hatina Newrozê de mirov li dora hev dicivin. Rûgeşiya mirova bi germahiya sirûştê re tê guherandin. Heza jiyanê û daxwazên nû li gel mirovan zêdetir dibin. Hêzeke nû di bedana mirovan de çê dibe. Ji ber wê ye ku gelê Kurd hatina bihar û Newrozê ji xwe re dike rojên bidestxistina  mafên xwe yên siyasî û dadikeve meydanan.  

Bêgûman ev roj bi berdêlên mezin hatiye afirandin. Di vê oxirê de xwina bi sedan kesan hatiye rijandin. Hewldan û têkoşîna pêşengên wek, Kawayê hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan, Sakine, Bêrîtan, Zîlan, Arîn, Sema û yên din, bi sedan lêhengan hat afirandin. 

Gelê Kurd îsal jî li ser bingeha vê kedê, Newroza 50’hî ya Rêbertiyê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Gel û nexasim jinan li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê, ji çiyayan, deştan, zindanan, bajaran li meydanan tevlî berxwedana Rêbertiyê bûn û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîn geş kirin. Girseya ku ji 8'ê Adarê ve li meydanan bû, li meydanên Newrozê veguherî milyonan û dengê qirîna azadiyê gihişt ezmanan. Gelê Kurd careke din nîşanî dost û dijminê xwe da ku ew ê bi têkoşînê xwe û gelên bindest hemûyan azad bikin, jiyaneke aram û demokratîk misoger bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.