Têkoşîn berfirehtir û mezin dibe

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 1 Adar 2021 - 02:00

8'ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê nêz dibe. Weke her sal îsal jî jin 8’ê Adarê bi bawerî û daxwazên mezin a azadiyê pêşwazî dikin. Jin wê li meydanan pêyamên siyasî bidin. Ji ber ku êrişên li dijî wan jî siyasî û polîtik in.

Têkoşîna jinan a li dijî kedxwariyê di sala 1857'an de li New York a Emerîkayê li kargeheke tekstîlê dest pê kir. Lê di sedsala 21'an de jî ev kedxwarî dewam dike. Li hemberî neheqî û bêedaletiyê, jinan ti carî navber neda têkoşînê. Jinan ji bo bi destxistina mafên xwe, gelek berdêlên giran dan û hîn jî didin.

Lê bi taybetî van salên dawî ev têkoşîna jinan rengê gerdûnî wergirt û di asta cîhanî de tê meşandin. Her sal jin ji bo cîhaneke wekhev û azad li meydanan dengê xwe bilind dikin. Her ku dengê wan bilind dibe, êriş jî dijwar dibin bêguman.

Di mijara rêxistinkirina xweser û xweparastinê de, li dijî qirkirina jinan, hem ji aliyê zîhnî hem jî avanî ve têkoşîneke bê hempa a jinan jî tê meşandin. Lê desthilatdar û pergala mêr a dewletê, li hemberî vê berxwedanê bi gelek rêbazên çûda êriş dike. Jinên ku pêşengiyê ji civaka xwe re dikin, dibin hedef û tên qetilkirin. Ji bo jin ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve nebe xwedî bandor, texsîr nakin, çi ji wan tê, dikin.

Bi destdirêjî, şidet û tecawizan dixwazin çavê jinan bitirsînin. Ev yek bi awayekî berçav xwe li Tirkiyê dide der. Erdogan ji bo sûcên xwe veşêre û temenê xwe dirêj bike, destpêkê hewl dide dengê jinan bibirre. Piştî bibinketina dewleta Tirk a li Garê, dîsa xwest tola xwe ji jinan rakin.

Wer xuya ye ku artêşa wan derbên giran ji gerîlayên jin xwarine. Ev demek e ku ji bo bibinketina xwe veşêrin êrişî HDP'ê û hin parlamenterên jin dikin. A rastî, ji gotinên rayedarên Tirk jî xuya ye ku têkoşîna jinan ew gelekî tengav kirine.

Li welatên cîhanê jî rewş zêde ne cuda ye. Ji ber ku pergal yek pergal e, rêbaz jî heman rêbaz e. Tenê nav tê guhertin. Şideta fîzîkî, siyasî, hiqûqî û çandî ya li dijî jinan di nava sala 2020´an de li gelemperiya cîhanê zêde bû. Bi çend mînakan ez dixwazim balê bikşînim ser dijminatiya pergalê ya li hemberî jinan.

Yek ji welatên ku di pirsgirêka wekheviya zayendî de di rêza herî dawî de ye, Nepal e. Jinên li Nepalê bi taybetî di warê siyaset û asta rêvebertiyê de bi salan e li dijî cudakariya zayendî têdikoşin. Lê pergal bi qanûnan destûrê nade ku jin di asta jor de cihê xwe di nava siyasetê de bigirin. Dîsa Japonyaya ku di hêla teknolojiyê de serkêşiyê ji cîhanê re dike jî di warê wekheviya zayendî û mafê jinan de di rêza dawî de ye. Li gorî statîstîkên sala 2020’an - Japonya di beşdariya jinan a di meydana hilberîn û siyasetê de, di nav 153 welatan de di rêza 121'an de ye. Heta di parlamenê de pêşniyaz tê kirin ku jin dikarin beşdarî civînan bibin, lê bi şertê ku qet neaxifin. Bi gotineke din, tenê wekî çavdêr dikarin beşdarî civînên partiyê bibin.

Ji van mînakan jî diyar dibe ku jin ne tenê di warê kedê de, lazim e di warên jiyanê hemûyan de têbikoşe. Jixwe par, di serî de Arjantîn û Polanya [Lehistan], li gelek walatên cîhanê têkoşîna mafê kurtajê hebû û heta astekê jî ev têkoşîn çûn serî. Ev têkoşîna maf û azadiyê lazim e li seranserê cîhanê roj bi roj berferehtir û mezin dibe.

Bêgûman yên ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin, jinên Kurd in. Ji ber ku jinên Kurd li hemberî vê pergalê, jinên herî birêxistinkirî û xwedî têkoşîneke bi bandor in. Tevgera azadiya jinên Kurd îsal bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê, dem dema parastina jin û civaka azad e" pêşwazî dikin. Armanca wan ne tenê ew e ku cîhana jinan ji bo azadiyê biguherin, ew her wiha wê pergala 5 hezar salan a ku li ser tinekirina bedena jinê hebûna xwe ava kiriye jî biguherînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.