Tebax meheke tijî êş û jîn e, hem tale hem şêrîn e. Hem reş e, hem jî tijî hêvî û ronahî ye. Gelê Kurd ji her du aliyên wê tam kiriye û pê jiyaye. Mirov her du hestan bi hev re bîne ziman, bi rastî jî gelekî zahmet e. Di vê mehê de Kurdan cara pêşî wate da jiyana xwe û ji xewa mirinê hişyar bûn. Heta wê demê, hêviyên Kurdan hemû yên jiyanê winda bûbûn.
Di 15’ê Tebaxa 1984´an de bi fermandariya Mahsûm Korkmaz - Egîd, fîşeka yekemîn li hemberî artêşa dagirker a rejîma qirker û faşîst a Tirk hat teqandin. Bi pêngavê re Kurd wek netewe cara yekê derketin ser dika dîrokê û dest bi têkoşîna hebûn û jiyanê kirin. Ji lewma, vê pêngava 15´ê tebaxê weke roja vejînê di dîroka gelê Kurd de cihê xwe girt. Ji ber ku wê rojê li hemberî polîtîkayên asîmlasyon û tinekirinê, Kurdan dest bi têkoşîna çekdarî kir. Wê rojê gelê ku li ber tinebûnê bû, jinûve zindî û şîn bû. Wê rojê jihevdeketina gelê Kurd hat rawestandin, dîroka gelê kurd hat guherandin û di demeke kin de, şoreşa civakî û fikrî hat bipêşxistin.Tevgera Azadiyê, di encama têkoşîn û berxwedana dîrokî de, pirsgirêka Kurd û Kurdistanê xist rojeva0 cîhanê hemûyî. Kurd bi pergala xwe ya alternatîf ji bo cihanê û ne xasim ji bo Rojhilata Navîn bûn hêzeke sereke û wan hêvî ji bo civakên li azadiyê digerin afirand.
Yên herî zêde di vê pêvajoyê de bi şoreşê rabûn, jin bûn. Jina ku weke kole dihat hesibandin, bê hêz û îrade hatibû hiştin bi xwe hisiya, bû hêz û li dora xwe jiyana azad bi têkoşînê hûnand. Jinan piştî pêngava vejînê, bi îdîayeke mezin, bi biryardarî û berxwedaneke bêhempa, li her warê jiyanê rêkxistina xwe ava kir. Jinên Kurd dirûşmeya "Yên ku têdikoşin, azad dibin, yên aza dibin bedew dibin û yên bedew jî têne hezkirin" ji bo xwe kir bingeh û bi vê hişmendiyê têkoşiya.
Jinan bi vê bîr û baweriyê rastiya xwe nas kir û wan hêza xwe bi rêya têkoşînê derxist holê. Jinên bi berdêlên mezin bêhna azadiyê kirin, êdî dizanin azadî çi ye û divê ji bo wê çi bê kirin. Xwenasîn û fêmkirin, hesreta li azadiyê, têkoşineke bi rûmet û pirralî jê re divê. Ew ne tenê ji bo jinên Kurd, her wiha ji bo azadiya tevahiya jinên cihanê bû pêşeng û îlham da wan. Weke rojê hilatin û bi ronahîyeke bêhempa dîroka jinê ji tarîyê rizgar kirin. Jiyana koletî ku bi hezarên sala li wan hatibû ferzkirin, guherandin û dest bi nivîsa dîroka azadiyê kirin. Jin îro li her warî bi awakî çalak têdikoşin û dîroka xwe ji nû de bi destê xwe dinivîsin.
Bêgûman li gel van destketiyên mezin, gelê Kurd gelek êşên mezin jî kişandin û berdêlên giran dan. Di vê mehê de bi qasî kêfxweşiyên wê, me fermana Şengal û Sîba Şêxidir jî dît û trajediya wê bi hev re bi serê me de hat. 6 sal di ser komkujiya Şengalê û 13 sal bi ser ya Sîba Şêxidir re derbas bûn. Hîna bi sedan jin û zarokên Êzîdî di destê çeteyên hov de dîl in. Aqûbeta gelek kesên ku di komkujiya Sîba Şêxidir de birîndar bûn, ne diyar e. Şengal hîna xirabe û weran e. Xelkê Şengalê di konan de ye. Dilê dayikan tijî keser û kul e. Dîsa beriya du salan di 15'ê Tebaxê de civaka Êzîdî Mamê xwe Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî ji dest da. Lê tişta ku hêvî dide mirovan jî ew e ku xelkê Şengalê çawa ku bi guleya 15’ê Tebaxê re gelê Kurd bi hebûna xwe hesiya, civaka Êzîdî jî piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014'an xwe ji xweliya xwe afirandin. Hêza xwe ya parastinê ava kir û çarenûsa xwe xist destê xwe. Êdî Êzîdxan û Kurdistan ji aliyê Derwêşên hemdem ve bi ruhê Egîdan tên parastin. Çirûska ji Dihê pêket, Şengal, Rojava, Rojhilat û Başûr ronî kir û berbelavî tevahî cîhanê bû. Ew çirûsk bû tovê hêviyê û xwe berda nav rehê civakê.