- Berxwedana xwişkên Mîrabel ku li Komara Domînîk li dijî dîktatoriya Tirojîlo dest pê kir îro bi ruhê serhildana jinan li hemberî şideta mêran bûye xeta azadiyê.
Berxwedana xwişkên Mîrabel ku li Komara Domînîk li dijî dîktatoriya Tirojîlo dest pê kir îro bi ruhê serhildana jinan li hemberî şideta mêran bûye xeta azadiyê. Ji destpêka sala 2021’ê ve jin ji bo maf û azadiya xwe li hemberî şer, şidet û qirkirinê têkoşîneke mezin dikin. Pêşengiya çalakiyan jî jinên Kurd dikin. Weke her sal îsal jî jinên Kurd mohra xwe li çalakiyên 25'ê Mijdarê, Roja têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê dan. Bi sedhezaran jin li çar hêlên Kurdistan û cihanê li qadan bûn. Di çalakiyên îsal de tişta balkêş ew bû ku ne tenê jin li qadan bûn. Li gel jinan gelek mêr jî li dijî êriş û şideta mêr-dewletê meşiyan.
Di çalakiyên Jinan ên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî de hejmara mêran îsal gelek zêde bû. Ji wan dîmenan jî diyar bû, bi rastî Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye û di nava civakê de heta radeyekê şoreşa civakî pêk hatiye. Heger li Şedadê, Reqa, Minbic û Kobanê ev guhertin hatibe çêkirin, ev tê wê wateyê ku êdî jinan guhertinên mezin di nava civakê de ava kirine. Rêber Apo di analîzeke xwe de dibêje; kesên di azadiya jinê de, yanî di xwe azadkirinê de qonaxan li pey xwe nehêlin, nikarin di ti warê azadiya civakî û siyasî de rê li ber veguherîn û çareseriyê vekin. Diyar e, fikir û paradigmaya Rêber Apo li ser civakê û mêran bandoreke erênî çêkiriye.
Rêber Apo ji roja destpêkê ya têkoşînê ve pirsgirêka azadiya jinê kir navenda têkoşîna xwe. Bi tesbîta 'Heta jin azad nebe, civak azad nabe'. Ji bo azadiya jinê kedeke bê hempa da û hevaltiyeke rast bi jinan re kir. Di van salên têkoşînê de, teoriya veqetandina ji mêran, kuştina zilamtiyê û bîrdoziya rizgariya jinan, weke hîmên sereke yên têkoşînê danî pêşiya jinan. Jinên têkoşer bi zehmetî be jî ev pêngav ji bo xwe kirin pîvanên jiyana azad.
Jinên Kurd bi vê biryardariyê ev zêdeyî 40 salan in li hemberî paşverûtiyên civakê, koledariya pênc hezar salan a ku di şexsê wê de li civakê hatibû ferzkirin, bê navber têdikoşin. Bi wateyê, derketina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji bo jinan bû ronahî û çirûskeke agir. Ev agir her ku çû di dilê jinan de mezin bû û bû volkan.Tevgera Azadiya Kurdistanê bi têkoşînê jin û jiyana azad anîne ba hev. Ji lewma jinên Kurd, sedema hebûna xwe di nava vê tevgerê dîdîtine, ji ber ku cara yekê di dîrokê de bi îradeya xwe ya xweser xwe kiriye Artêş û Partî. Niha bi îdîaya ku wê pêşengiyê ji Konfederalîzma jinan a cîhanê re bike, têdikoşe. Jinan di rêwîtiya 40 salan de gelek berdêl dan û hîn jî didin. Vê têkoşîn, lehengî û pêşengiya jina Kurd li nava civaka Kurd û li tevahiya cîhanê deng vedaye û bûye çavkaniya îlhamê ji bo jinên azadîxwaz.
Heger îro jinên Efxan ji bo ku xwe ji çeteyên Talîban biparêzin alîkariyê ji jinên Kurd dixwazin, ev yek bandora têkoşîna jinên Kurd a cîhanî diyar dike. Dîsa di çalakiyên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê de em vê rastiyê hîn behtir dibînin bê ka jinên Kurd çawa bi girseyî meydanan dadigrin.
Li çiyayên Kurdistanê, gerîlayên YJA Star, li Rojava şervanên YPJ'ê, li Şengalê yên YJŞ´ê, li Rojhilat yên YJRK'ê wek hêza parastina jina azad li hemberî êrişan hemûyan şerê rûmetê dikin. Her roja ku derbas dibe, destketiyên jinan li her warî mezintir dibin. Li warên siyasî ji her demê zedetir dengê jinan bilind dibe. Di çalakiyên 25'ê Mijdarê de jî diyar bû ku jin ji bo ku karibin koletiya bi hezaran salan hilweşînin û bigihêjin azadiya xwe, ji derveyî têkoşînê ti rêyeke din tineye. Li meydanan bi dengekî bilid bang kirin û gotin; Em ê li hemberî êrişên we serî netewînin. Serhildana me neqediyaye, dewam dike. Jinan li qadan li dijî pergala mêr-dewletê soza ji bo avakirina jinana azad û wekhev dubare kir.