Roja 9'ê Cotmehê Hikûmeta Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rastî PDK’ê, li ser paşeroja Şengalê peymanek mohr kirin. Di vê rojê de pejrandin û ragihandina vê lihevkirinê bêguman ne tesadûf bû. Em baş dizanin ku di wê rojê de li dijî vîna gelê Kurd ku nûnertiya wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir, çi dihat armanc kirin. Xwediyê heman feraset û hişmediyê vê carê berê xwe da Şengalê, ya ku ev şeş sal in bi berdêlên giran pergala xwe ya rêxistin û parastinê ava kiriye. Ew hêzên ku 3'ê Tebaxa 2014ʼan Şengal bê parastin hiştin û li hemberî hovîtiya dûrî aqilan a li dijî ve civakê bêdeng bûn, îro xwe weke hêzên parastin û birêvebirina Şengalê dihesibînin û xwe kirine xwediyê Şengalê. Lê heger nizanibin, divê baş bizanin û fêm bikin ku Şengal ne Şengala 2014ʼan e. Li Şengala ku bê xwedî û bê parastin hatibû hiştin, îro artêşa bi navê YBŞ-YJŞ'ê heye. Ev hêz li hemberî her cûre metirsî û êrişan li ber xwe dide û civaka xwe diparêze.
Pêwîstiya Şengalê êdî bi parastin û birêvebirina ti hêzan nemaye. Şengal bi hêza xwe ya cewherî hemû pêdiviyên civaka xwe bi cih tîne. Hêzên em behsa wan dikin, bi vê peymanê ango lihevkirinê ketine pey hewildanên xirakirina aramiya hêrêmê da ku Şengalê vegerînin li rewşa Şengala beriya Fermanê. Lê êdî ew dem derbas bû û
çû. Şengala ku bi fermandariya Egîd Civyanan hatiyê parastin û bûye hêz, ne pêkan e ku wegere wan rojên berê.
Lazim e destpêkê Hikumeta Bexda û Hikûmeta herêma Kurdistanê ya rastî PDK, hesabên pênc hezar jinên Êzîdî yên dîl hatin girtin û li pêş çavê cîhanê li bazarên koleyan hatin firotin, bidin. Hesabê Şengala ji binî ve hat wêrankirin û hîna nehatiye avakirin bila bidin. Li şûna vê rûreşiyê, divê Statûya Şengalê qebûl bikin û lêborînê ji civaka Êzîdî û bi taybetî ji jinên Êzîdî bixwazin.Yên li ser navê Şengalê biryara bidin ne ew in, xelkê Şengalê bi xwe ye. Ji ber ku yên ev 6 sal in êş û azar kişandin û hîna dikşînin. ew in.
Ji lewma piştî ragihandina peymanê di serî de Civaka Êzîdî, hemû pêkhateyên Şengalê ev peymana ku bêyî îradeya wan hatiye îmzekirin, red kir û nerazîbûn nîşan da. Di serî de Xelkê Şengalê sazî û dezgehên Kurd hemû ketin nav hewildanan û bi çalakiyan xwedî li îradeya rêveberiya xweser a Şengalê derdikevin. Ji ber ku Şengal bi keda lehengên wek Mam Zekî, Berxwedan, Bêrîvan, Zerdeşt û Egîdan hat rizgarkirin. Şengal ne ya xayînan e, ya Şengaliyan e.