Rêxistin, yekîtî û berxwedan

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 25 Çile 2021 - 02:00

Dewleta Tirk bi piştgiriya PDK'ê û Hikûmeta Bexdayê dixwaze fermaneke din bîne serê civaka Êzîdî. Navenda vê êrişê dîsa Şengalê. Ji ber ku ew dizane, Şengal paytexta Êzîdxanê ye û di aliyê erdnîgarî de xwedî cihekî stratejîk e. Civaka Êzîdî di dîrokê de li hemberî êriş û fermanan hemûyan, bawerî û hebûna xwe li ser vê xakê parastiye.

Ji bo ku ev civak nebe xwedî îrade tişta ji wan hatiye, kirine û hîna jî dikin. Bi salan e, berê civakê didine mirinê da ku wê ber bi tayê ve bibin. Ya ku îro dikin jî heman tişt e. Ji bo ku koka vê civakê biqelînin, piştgirî dan çeteyên DAIŞ'ê û xwestin bi êrişa 3'ê Tebaxa 2014´an bigihêjin vê meqseda xwe. Lê berxwedana şervanên azadiya gelê Kurd, ev hesab û pîlanên wan li bin guhê hev xistin.

Paşê di 3’ê Adara 2017’an de bi navê Çeteyên Roj xwestin rêxistina civakê ji holê rakin û careke din wan vegerînin beriya fermana 73´yan. Dema ev pîlana wan neçû serî, vê carê bi êrişên hewayî, gef û hedefgirtina pêşengên wê, xwestin encamê bigrin. Mebest  ji van êriş û hewldanan ew bû ku Êzîdiyan ji Şengalê dûr bikin û pêşiyê bigirin li vegera xelkê wê yê derkirî.

Serdana vê dawiyê ya Wezîrê Parastinê yê Tirk a ji bo Hewlêr û Bexdayê, zelal kir ku PDK pişta dewleta Tirk digire û ew jî dixwazin Şengalê ji Êzîdiyan vala bikin. Jixwe, piştî ve serdanê yekser sinyalên şer li herêmê hatin dayîn. Ev demek e, konsepta şerekî berfireh li ser Şengal, Rojava û Qendîlê tê amadekirin.

Bingehê wê jî bi peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya 9’ê Cotmeha 2020’an e. Dema ragihandina peymanê jî gelekî balkêş e. Weke ku tê zanîn, di 9’ê Cotmeha sala 1998´an de li dijî Rêber Apo komployeke navdewletî pêk hatibû. Ji ragihandina dîroka vê peymanê jî diyar e ku ev pîlan û hesabên li ser Şengalê, parçeyek in ji vê komployê. Û bi desteka heman hêzan hatiye amadekirin. Çawa ku gelê Kurd bi berxwedaneke bê hempa bersiv da komplogeran, niha jî civaka Êzîdî bi heman rêûresmê radibe.

Şengalî ev tam 55 roj in ku li hemberî peymana li dijî hebûna xwe, li ber xwe didin. A rastî, tişta ku dive bê kirin jî ew e.Yanî berxwedan e. Ji ber ku pîlanên hatine danîn, gelekî berfereh û piralî ne. Armanc dagirkirina Şengal, Rojava, Qendîl û valakirina Wargeha Mexmûrê ye. Kurtûkurmancî tesfiyekirina pergala xweser û vîna azad e. Lê di serî de Şengal, civaka Kurd hemû êdî ne ya berê ye. Bi taybetî civaka Êzîdî ji ber van hesab û polîtîkayên qirêj yên hêzên qalkirî, gelek êş kişandine û ferman bi serê de hatine.

Fermana 3’ê Tebaxa 2014´an hîna di zêhn û mejiyê wan de weke roja yekê zindî ye. Heman hêzên qalkirî, ev civak di nav lepên qirêj ên çeteyên DAIŞ’ê de hişt. Gelo ev civaka ewçend êş kişandî, maqûl e ku baweriya xwe careke din bi van hêzan bîne. Bi ya min, ev peyman wê nikaribin vê civaka ku piştî êşên mezin xwe ji nû de bi rêxistin kiriye, ji doza wê dûr bixin. Ji lewma bi mehan e, li dora hêza xwe ya parastine kon vedane. Rojane di bin konê berxwedanê de dibêjin; "Em hemû asayiş in", heta peyman neyê betalkirin em ê li ber xwe bidin. Lê bi hizra min, ev yek tenê têrê nake, divê bêhtir bê berfereh kirin û mezin bibe. Ji ber ku pîlan û hesabên dijmin jî gelekî berfereh û piralî ne. Lazim e bersiva bê dayin jî li gorî vê be. Ev jî dikare bi yekîtî û tifaqê encameke baş bigire. Ji lewma lazim e hemû siyasetvan, rewşenbîr, rûspî û pêşengên civakê ji bo Êzîdxanê kar bike û helwêsta xwe diyar bike. Dema hêza civakê bibe yek ne pêkan e ku hesabên dijmin encam negire. Rêxistin, yekîtî û berxwedan dikare rê li pêşiya dagirkerî û fermanan bigire.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.