Rengê jinê rûyê jiyanê

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 2 Mijdar 2020 - 01:03

  • Jin Tv di nava sê salan de li gel zahmetiyan bi weşangeriyeke teybet, û refleksên rêxistinî bi perspektîfa jinê bersiv da zimanê zayendîperest û hewl da bi nêrîna jinê bibe deng û rengê jiyanê.

Jin Tv bi weşangeriya bi hêz û naveroka dewlemend îro dest bi qonaxa 2´yê ya dema weşana xwe ya nû kir. Jin Tv li ser ezmûnên çapemanya azad a ku di encama ked û berdêlên giran de hatiye afirandin, bi durûşma Dengê jinê - rûyê jiyanê di 8'ê Adara 2018´an de dest bi weşanê kir. Li dijî zextên bi hevkariya zilam û dewletê hemûyan, Jin TV li Rojhilata Navîn û cîhanê navê xwe li dîrokê nivîsî.
Jin Tv di nava sê salan de li gel zahmetiyan bi weşangeriyeke teybet, û refleksên rêxistinî bi perspektîfa jinê bersiv da zimanê zayendîperest û hewl da bi nêrîna jinê bibe deng û rengê jiyanê. Ji ber ku pergala mêr dewletê, xwe kerr û kor kir li berxwedanên mezin ên ku jinan di dîrokê de kirine, îro jî xwe li deng û qêrîna jinê, serhildêriya wê kerr û kor.
Pergala heyî xwe kerr û kor dike ku serketina jinan, ked, hişmendiya wan, û dixwaze ku qels xuya bikin. Lê jinan ji dîrokê heta niha têkoşîna xwe qonax bi qonax meşand û hewl da ku xwe bi sazî bikin û bibin alternatîfa pergala desthilatdar.
Weke warên jiyanê hemûyan, di qada çapemenyê de jî têkoşîna xwe bi biryardarî domand. Ajansa Jinan Jinnews a ku xwe dispêre raman, ked, ziman û şiroveya jinê yek ji van mînakan e. Dîsa bi gelek kovar û rojnameyan, jinan di vî warî de xwe bi pêş xist û wan ezmûnên mezin bi dest xistin. Televîzyona jinan Jin TV jî li ser vê ezmûn û keda bi dehan lêgerên heqîqetê, bi îdîaya ku bibe rengê jinê, rûyê jiyanê dest bi weşangeriyê kir. Armanca avakirina Jin-TV û îdîaya wê ev e ku di her warê jiyanê de keda jinê bide nîşan. Li hemberî medyaya ku cihêtiyan tine dihesibîne, pirrengiyê esas digre. Ew keda jinan a nayê dîtin û tine tê hesibandin, derdixîne pêş. Ew her dem li ba wan jinan e, yên ku li her warê jiyanê li hemberî faşîzma mêr dewletê têdikoşin. Li hemberî pergala ku ev 5 hezar sal in di şexsê jinê de civak hemû kiriye koleya xwe, Jin TV bi hêz û îdîaya xwe, wê vê pergalê biguhere. Ew xwe amade dike da ku hesabê pênc hezar salan ji jinkujan bipirse.
Bi vê hişmendiye ji Rojava heta Başûr, ji Bakûr ji Rojhilatê Kurdistanê ji Mexmûr heta Tirkiyê bi weşangeriyeke bi hêz û naverokeke dewlemed wê bibe reng û dengê azadixwazan. Bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî Nûçe û Aktûel, ji Başûr û Rojhlatê Kurdistanê 9, ji Bakurê Kurdistanê 4, ji Rojava 11, ji Tirkiyê 7 û ji Mexmûrê 2 bernameyên siyasî, civakî, çandî, wêjeyî, û tendûristî wê bi çavê jinê bibe dengê heqîqetê.
Bi vê dema weşana nû re, Jin TV wê bi pirrengiya xwe têkoşîna jinan dîtbarî bike û rûreşiya pergala pênc hezar salî derxîne holê. Bê guman, ev yek wê bi piştgirî û tevlîbûna jinan bigihîje armanca xwe. Ji lewma, divê hem di warê manewî hem jî di warê madî de em li deng û rengê xwe xwedî derkevin. Bi rengê jinê, rûyê jiyanê gaveke din ber bi azadiyê ve!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.