- Jin dikare bi parastinê, xwe û civaka xwe azad bike. Gelek jinên Kurd bi vê hişmendiyê têkoşiyan û hêz dan jinên li azadiyê digerin.
Roj tine ku jinek nabe qurbana vê pergala dewleta mêr. Pergala heyî jinan dike milk û ev yek jî dihêle berê hemû cûreyên şîdetê li jinan vegere. Lewma jî desthilata mêran a mêtinger-dewletperest bedena jinan ji xwe re dike qada fetihkirinê ya destpêkê. Ne tesaduf e ku li Bosniyayê Sirp, li Elmanyayê nazî, li Şengalê DAIŞ û hwd tecawiz kir alav û taktîkeke şer. Ne belasebeb e ku jin wek temsîla çanda civakî di şeran de dibin navgîna tacîz, destavêtin û her cure zext û zordariyê. Ji ber ku ew baş dizanin dema jin bi dest bikevin, erdnîgarî û civak jî pê re bi dest dikevin. Li gel van êrişên pergalê di bin navê namûsê de li gorî kodên zayenda civakî jin tên pênasekirin û destgirtin. Jina ku ne li gorî pîvanên wan tevdigerin yan tên kuştin yan jî destdirêjî û şîdet li wan tên kirin.
Li Yenîşehira Amedê jina bi navê Melek Arslan a 24 salî ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin. Gulistan Dokû ji aliyê qaşo heskiriyê xwe ve hat windakirin. Îpek Er ji aliyê çawişê pispor Mûsa Orhan ve hat xapandin û paşê bû sebeb ku dawî li jiyana xwe bîne. Emîne Bulut li pêş çavê keça xwe hat serjêkirin. Ev tenê çend mînak in. Mixabin her roj li mal, cihê kar û kolanan jin kuştin û şîdet li wan tê kirin. Her kêliyeke jiyanana jinan hatiye dagirkirin û tehekkum li ser hatiye çêkirin. Ev yek jî nîşan dide ku wek şertekî pêşîn lazim e ku li her qadên jiyanê jin rêbazên xweparastinê ji nû ve binirxînin.
Ji ber ku ancax jin dikare bi parastinê xwe û civaka xwe azad bike. Gelek jinên Kurd bi vê hişmendiyê têkoşiyan û hêz dan jinên li azadiyê digerin. Yek ji wan jinan jî Gulnaz Karataş bi navê tê nasîn Bêrîtan e. 25'ê Cotmeha sala 1992'an Gulnaz Karataş dema şerê li dijî hevkarên dewleta Tirk, ji bo bi saxî neyê girtin xwe ji zinar avêt û şehîd bû. Ev çalakiya Bêrîtan veguherî nasnameya azadiyê û li ser bingeha vê berxwedanê artêşa jinan hat avakirin.
Di vê xeta berxwadanê de bi sedan jinên wêrek pêşengiya têkoşîna azadiyê kirin û bi şerê xwe nîşanî her kesî dan; bê jina Kurd xwedî hêz û îradeyeke çawa ye. Cîhan hemû îro li hemberî lehengiya jinên Kurd matmayî maye. Yên ku ji vê sakna jina serhildêr ditirsin hêzên desthilatdar in. Ji lewma her dem jin ji xwe re kirine hedef. Ji ber ku ew baş dizanin ku bingeha her tiştî jin e. Ew avakera jiyanê ye û jiyan li dora wê şên bûye. Lazim e ku jin jî bi vê têgihiştinê tevbigerin û serî ji jinkujan re netewînin.