• Dilşêr Herekol bi 12 siwariyên xwe re erkeke dîrokî digire ser milê xwe. Wî li gel hevalên xwe, bi berxwendan û parastina çiyayê Şengalê re, civaka Êzîdî ji qirkirineke mezin xilas kir û pêşî li fermanê girt. 

Di dîroka hinek civakan de kêliyên welê hene ku dikarin jiyan û hebûna wan serûbinî hev bikin.

Civaka Êzîdî jî yek ji wan civakan e ku gelek ferman û qirkirin bi ser de hatine. Fermana 3’yê Tebaxa 2014'an jî yek ji wan e. Berê jî li ser ve axê 72 ferman bi serê vê civakê de hatibûn, lê fermana 73' an nedişibiya fermanên berê. Bi vê fermanê re biryara ji hole rakirina bîr û bawariya wê hatibû dayin. Lewma berbanga sibeha 3’ê Tebaxê, weke ewrekî reş û tarî xwe berda navenda Şengala birîndar. Bi vê êrişê re xwestin civaka qedîm bi yek carê ji dîrokê rakin. Xwestin li şûna ala spî ku nîşaneya aştî û aramiyê ye, alên reş li Şengala pîroz daleqînin.

Plan û hesab gelek hûr û kûr bûn. Ger ev plan biçûya serî, qedera gelê Kurd jî wê biguherta. Bi qirkirina civaka Êzîdî û dagirkirina Şengalê re wê destketiyên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî biketana xeterê.

Destpêkê kesî bawer nedikir ku wê 13 hezar Pêşmerge Şengalê neparêzin. Kesî bawer nedikir ku wê bi yek carî, jin, zarok, kal, pîr û tevahiya civakê di nava lepên çeteyên herî hov ê cîhenê de bên hiştin. Wê Şengal were firotin û bi hêsanî radestî çeteyên DAIŞ’ê bê kirin. Kesî bawer nedikir ku wê di nava çend saetan de pêşmergeyên qaşo parastina Şengalê dikirin bêyî guleyek tenê jî bi teqînîn Şengalê bi şêniyên wê li şûn xwe bihêlin û birevin. Lê mixabin tişta ku qewimî ev bû. Vê jî hişt ku bi ser vê civakê trajediyeke mezin bê.

Di kêliyeke ku êdî ti hêviyê jiyanê nemabûn, tenê ji gelî û newalên Şengalê behna mirinê dihat de, leheng û pêşengên gelê Kurd wê serîhildana. Wan wê bi berxwedaneke ku mînaka wê di dîrokê de nehatin dîtin raber bikirana û herikîna dîrokê biguheranda.

Tam di wan kêliyan de wê qedera vê civaka êşkişandî bihata guhartin û li şûna nemana hêviyê, wê tovê hêviyê ji nû de bihata reşandin. 
Dilşêr Herekol bi 12 siwariyên xwe re erkeke dîrokî digire ser milê xwe. Wî li gel hevalên xwe, bi berxwendan û parastina çiyayê Şengalê re, civaka Êzîdî ji qirkirineke mezin xilas kir û pêşî li fermanê girt.

Ked, wêrekî û têkoşîna Dilşêran nehişt ku çeteyên DAIŞ’ê û hevalbendên wê bigihin armanca xwe. Berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ´ê bi fermandariya Dilşêr û Egîdan pêk hat. Di serî de civaka Êzîdî, cîhanê hemûyî şahidiya vê yekê kiriye. Ti hêz nikare vê ked û rola gerîla ya ji bo parastina Şengalê nebîne û înkar bike. 
Dilşêr Herekol yekemîn kes bû ku dest bi perwerdekirina ciwanên Êzîdî kir û bi saya wan YBŞ û YJŞ hatin avakirin û bûn hêzên parastina Êzîdiyan yên heta hetayê. Bi saya vê hêza leşkerî civaka Êzîdî sazî û rêxistinên xwe ava kirin û xwe bi rê ve dibe.

Heger îro Şengal parastina hebûna xwe dike û li hemberî hemû pîlan û peymanan li berxwe dide, ev yek encama keda mezin a van lehengan e. Civak hêza xwe ji wan digire û li xwe xwedî derdikeve. Şengal piştî êşa 73 fermanan cara pêşî xwe birêxistin dike û li ser navê xwe, bi vîna xwe şer dike û xwe diparêze.

Di serî de Şengal, civaka Êzîdî hemû, lazim e qet vê yekê ji bîr neke û lehengên weke Egîd û Dilşêran nedin jibîrkirin. Divê em li xewn û xeyalên şehîdan xwedî derkevin. Dilsoziya bi Dilşêran re û bicîhanîna xeyalên wan jî misogerkirina Şengaleke xweser û li hemberî her êrişê, li ser esasê destketiyên şehîdan, mezinkirina têkoşînê ye.