Li dijî zilmê agir dadan

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 22 Adar 2021 - 01:10

Newroz, nû-roj ango xemla biharê. Piştî zivistaneke sar û seqem, bi hatina biharê re gul dibişkivin û giya şîn dibe. Bi germaya biharê re heviyên azadiyê jî gûr dibin. Mirov û  xweza di nava ahengekê de dibin yek. Gelên Arî û bi teybetî gelê Kurd wateyeke mezin li vê rojê bar dikin. Ji lewra ev roj di heman demê de roja serhildana li dijî zilmê ye. Newroz ronahiya rojên tarî, qetandina zincîrên koletiyê, qîrîna ciwanan a ji bo azadiyê  û sembola agirê jiyanê ye.

Cara yekê beriya mîladê bi 612 an nû-roj ji çirûska çakuçê Kawayê Hesinkar dipijiqe û dibe rêya têkoşîna li dijî zilma zaliman. Piştî êş û azarên mezin Kawayê Hesinkar li hember zilma Dehakê xwînmij serî hildide. Dehakê xwînxwar di nava bajarê Medan de her roj ji bo jana serê xwe, serê ciwanên kurd dide jêkirin û bi mejiyê wan, jana laşê xwe derman dikir. Her diçû ev jana wî zêde dibû û bêhtir ciwanên Kurd qetil dikirin. Kawayê Hesinkar bi sebreke mezin xwe amade dike da ku heta dîsa rojekê lêşkêren zalim Dehak werin ber deriyê mala wî. Lê vê carê Kawayê Hesinkar destûr neda ku xwîna zarokên Kurdan bimije. Kawa li hember vê zilmê çakuçê xwe bilind dike û mirovahiyê ji qirêjiya Dehakî paqij dike. Piştî Kawayê Hesinkar ev zilimkarê xwînmij bi çakûç kuşt, ji bo agahdarkirinê agir dada û ji wê demê ve pêxistina agir bû sembola serketin û azadiyê.

Dîroka Newrozê û agir bi vê çîroka kurt hatiye nivîsandin. A rast em ji dîroka Kurdan a nêz vê çîrokê baş dinasin. Ji ber ku ev agirê wê demê, li cem Kurdan ti carî venemiriye. Sala 1982’yan Mazlûm Dogan, yanî Kawayê hemdem li hemberî tarîtiyê li zîndana  Amedê bi bedena xwe agirê Newrozê geştir dike. Bi dirûşima ‘Berxwedan jiyanê’ sekna Kawayê Hesinkar li hemberî Dehakên hemdem nîşan dide û bi agirê bedena xwe dîwarê tirsê hildiweşîne.

Zekiye Alkan jî di 21’ê Adara 1990’î de derket ser sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir. Wê zilma ku li hemberî gelê xwe, qebûl nekir û bi can û dilê xwe bû bersiv. Paşê jina ciwan Rahşan Demirel roja 21’ê Adara 1992’yan li bajarê Tirkiyê Izmîrê got: “Kes bila nefikire, ji bo azadiya Kurdistanê bi tenê şer tê kirin, na mirov dikare li her cihî jî tevlî vê têkoşînê be. Bi vê peyamê, wê xwe kir Newroz. 
Ronahî û Bêrîvan jî di 22’yê Adara 1994’an de bi çalakiya xwe ya canbexşane xwestin bibin bersiv ji dijberiya Gelê Kurd ya li Elmanyayê û Ewrûpayê. Her du jinên wêrek bi agirê bedena xwe nîşanî her kesî dan, ka azadî çi qasî bi qedr e.

Jina serhildêr Sema Yuce jî 21’ê Adara 1998'an li Hepsa Çanakkaleyê got, “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de”.

Belê li ser vê mîras û kevneşopiya berxwedanê îro jî li hemberî Dahakên hemdem li her deverê li hemberî tecrîd, faşîzim, dagirkerî, destdirêjî û şidetê agirê Newrozê geş û gur dibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.