Gotineke pêşiyên me heye dibêje; ‘Dema ecela nêrî tê nanê şivên dixwe’. Tişta ku niha Erdogan dike jî ev bi xwe ye. Erdogan hemû hêza cîhanê, li gel çeteyên ku, kes nizane esil û feslên wan ji kune da pişt xwe û ket pey xeyalên xwe yên Osmanî. Jixwe qesir û qonax jî ji bo vê yeke ava kir. Hemû sermaye, xêr û bêra welêt kir xizmeta berjewendiyên xwe yên yekparêz û ji bo wê xerc kir. Ji bo têkbirina destketiyên Kurdan ên ku di encama berdêlên mezin de hatine bidestxistin, di serî de li Rojava li Bakur û Başûrê Kurdistanê destê xwe avêt hemû rengên êrişan.
Bi komplo û pîlanên xwe yên qirêj xwest pergala neteweya demokratîk û bihevre jiyana gelan xira bike. Bi desteka çeteyên DAIŞ’ê êriş bire ser Kobaniya ku çirûska yekê ya şoreşê lê vêketibû. Ji bo Kobanê têk biçê tişta jê hat kir. Xwest bi destê DAIŞ’ê Şengala ku li hemberî 72 fermanan, hebûn û nasmaneya xwe parastî, di nava çend kêliyan de ji dîrokê rake. Bê navber çiya, deşt û bajarên Kurdistanê da ber bombeyan. Ew jî pê re neçû serî, bi hevkariya hêzên noker ên herêmê bi xwe ket dewrê. Tişta ku çeteyên wî nekarî bike, ew dixwaze li Şengal, Başûr û Rojavayê Kurdistanê temam bike.
Yên ku di her van pêvajoyên qalkirî de bi rol û mîsyonên pêşengiyê rabûn jî bêgûman jin bûn. Ji lewma her tim jin ji xwe re kirin armanc. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 2013´an de dema ku hêviya aşitî û jiyana aram di nava civakê de ava dibû, ji bo pêşî li vê pêvajoyê bigrin, li Parîsê, Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayekî hovane qetil kirin. Pergala mêr baş dizane ku di her kêliya hesas de jinan bi wêrektiya xwe kariya erka pêşengiyê bigire ser milê xwe. Li Kobanê Arîn Mîrkan bi rûhê xwe yê fedayane çeteyên DAIŞ’ê têk bir. Li Efrînê Avesta Xabûr bi bedena xwe li hemberî dagirkeriya Tirk sekinî. Dagirker ji vê sekn û wêrekiya jinan ditirsin, ji lewma êrişî wan dikin.
Bi vê armancê di êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de Hevrîn Xelef înfaz kirin. Herî dawî jî li Kantona Hesekê 2 jinên Ereb ên pêşeng Sada Feysel El Hermaz û Hinde Latif El Xidêr di 22’ê Çile de kuştin. Bi vê êrişa hovane xwestin pergala ku bi pêşengiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye modela jiyana gelan, têk bibin. Dîsa xwestin rêxistinbûna jinên Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen ku li vê derê bi hev re ava kirine, ji hole rakin.
Ji ber ku ew baş dizanin Şoreşa Rojava bi keda van jinan, bûye şoreşa jinê û îlham daye jinên cîhanê hemûyan. Jinên xwe bi rêxistin kirine, li her derê bûne parêzvanên bingehîn ên vê pergalê. Ji lewma ye ku ji vê hêzê gelekî ditirsin.
Jixwe, girtina berdevka demê ya TJA’yê Ayşe Gokkanê jî ji ber vê tirsa wan e. Bi salan e li Bakurê Kurdistanê di şexsê jinê de hemû rengên êrişan li dijî civakê bi kar anîn. Revandin, kuştin, destdirêjî, sîxurtî, girtin û binçavkirin çend ji van rêbazên wan in. Lê her ku wan êriş kir, eniya berxwedanê berfirehtir bû. Wan yek girt bi dehan hatin şûnê. Wan yek kuşt bi sedan dan dû wan. Yanî bi kurtasî êdî dor li Erdogan teng bûye, ji lewma bê ser û ber êrişî ferdên civakê hemûyan dike. Lê li her warê jiyanê bi têkoşîneke bê hempa re rû bi rû dimîne. Her ku êriş dike, hêrsa jinan û gelan jî zêde dibe. Biryar û israra wan a têkoşînê bêhtir çêdibe. Dibe ku berdêl giran bin, lê wê serketin a gel û jinan be.