Ji bo ku kêm êş bê kişandin:Têkoşîn

Aysel AVESTA nivîsand —

yekşem 13 îlonê 2020 - 23:00

Ji êrişên li dijî jinan diyar e ku berxwedana wan a li hemerî zêhniyeta pênc hezar salan çiqas mezin û bi heybet e. Jixwe wezîrê karên hundir ê Tirk Silêman Soylu ku ev demek e, weke hêza parastina esker û polîsên tecawizkar tevdigere, bê hemdî li xwe mikur hat û got; 'PKK Partiya jinê ye'. Belkî jî cara pêşî ye ku Silêman Soylu gotineke rast dibêje. Ji lewma, rêveberiya faşîst a AKP'ê dixwaze li ser esasê zext û şidetê di kesayeta jinê de êrişî rûmeta civakê bike. Wan baş fêm kiriye ku ya dawî li desthilata wan bîne, ya xeyalên wan ên Osmaniya Nû têk bibe, yên pêşî li êrişên wan ên dagirkerî û qirkirinê bîne, têkoşîna jinan e.
Li çar hêlên Kurdistanê û derveyî welêt, li çiya û bajaran bi pêşengiya jinan qadên berxwedanê berfereh dibin. Herî dawî Konseya Rêveber a KCK'ê di deklerasyona xwe ya li hemberî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê de ragihand ku 'eger jin û ciwan li hemberî her cûreyê êrişan, rêxistinê mezin bikin, emê li Rojhilata Navîn bibin hêza herî serketî'. Ji vê perspêktîfê jî diyar dibe ku jin hêza pêşeng û sereke ya vê serdemê ne.
Haya jinan êdî ji hêza wan heye. Ew bi hişmendiya ku ew ê cîhana bi destê mêran hatiyê qirêjkirin azad bikin, têdikoşin. Lê divê neyê jibîrkirin ku her çend têkoşîn mezin bibe, êriş jî wê dijwar bibin. Jixwe em rojane dibin şahîdê vê yekê. Pergala mêr-dewletê di her fersendê de li hemberî jinên çalak bi rêbazên qirêj êrişên dijwar pêk tînin. Lazim e jin jî li gorî vê rêxistina xwe mezin bikin û hêza xwe ya parastinê bi pêş bixin. Bê guman mebesta min ne tenê xwe ji pergalê parastin e. Divê jin li hemberî paşverûtiyên civakî jî têkoşînê bikin.
Dîsa bi ya min divê di warê têkilî û hevaltiyan de jî gelek baldar bin. Em ji sedema destavêtina Îpek Er û windakirina Gulistan Doku dibînin ku aliyekî meselê, polîtikayên dewletê bin jî, aliyê din ê meselê têkiliyên şaş in. Lazim e ciwanên me bi qatil û tecawizkarên xwe re têkiliyên ji rêzê û erzan daneyinin. Di bin navê heskirin û evînê de xwe nexapînîn. Ji van her du mînakan jî diyar dibe ku pêwîst e ciwanên me dersên mezin derxin, xwe û derdora xwe baş nas bikin. Divê jin û ciwanên me bi qasî têkoşîna li dijî pergalê, ewçend jî têkoşîna navxweyî bikin.
Pergal bi zanebûn li dijî jin û ciwanên Kurd madeyên hişbir bi kar tîne. Wan dixe rêyên xirab û xefikên xwe. Çi tişta qirêj heye, hemuyî li Kurdistanê, bi rêbazên cuda li ser civakê pêk tîne. Dixwaze vê carê bi rêya şerê taybet, destdirêjî û tecawizê êrişî exlaqê civakê bike.
Lê li hemberî vê plan û konsepta qirêj berxwedaneke jinan a bê hempa, bi nirx û pîroz jî heye. Divê ev berxwedan pirralî, bi rêxistinî û zanebûn veguhere guhartina civakî. Ji ber ku li hemberî me pergaleke faşîst, qirker, dagirker, mêtinger heye ku dijminê gelan e, dijminê mafan e, dijminê jinan e, dijminê hiqûq û edaletê, dijmînê aşîtî û demokrasiyê ye. Pergaleke ku her tiştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Divê bê zanîn ku desthilata AKP-MHP’ê bi van plan û hesabên xwe hatiye dawiya rê, temenê xwe qedandiye, wê têk biçe. Lê her çiqas li ser desthilatê bimîne wê ewqasî êşê bi gelê Kurd û bi taybetî bi jinan bide kişandin. Ji bo ku kêm êş bê kişandin, ji bo kêm berdêl bên dayîn, di çarçoveya pêngav û kampanyayên ku ji aliyê tevgera azadiyê û tevgera jinên Kurd ve hatî destpêkirin, divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere û têkoşînê mezin bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.