Ji bo jiyaneke aram

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 30 Tebax 2020 - 23:59

  • Niha jî tişta ku bi şer, kuştin û talanê nebirine serî dixwazin bi şerê biyolojîk teman bikin. Di bin navê vîrûsa Korona de jiyana mirovan hemû serûbin kirine da ku pergala xwe li ser piyan bihêlin.

Piştî şerê cîhanê yê duyemîn 1ʼê Îlonê weke roja aştiya cîhanê hat pejrandin. Di 1ʼê Îlona 1939ʼan de artêşa Hîtler a Elmanyayê Polonya dagir kir. Ev şerê dagirkeriyê bû sedema mirina zêdetirî 50 miliyon mirovî. Herwiha bi hezaran kes di kampan de bi awayekî hovane hatin kuştin. Şerê ku 1ʼê Îlona 1939ʼan destpê kir di 1ʼê 1945ʼan de bi dawî bû. Ji bo careke din şer destpê nekin û aştiyeke gerdûnî pêk were Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî 1ʼê Îlonê weke roja aştiya cîhanê ragihand. Ji wê demê ve ev roj li seranserî cîhanê weke roja aştiyê bi çalakiyên cûr be cûr tê pêşwazîkirin. Her çendî ev roj bi vê armancê hatibe pejirandin jî mixabin heta niha li cîhanê dawî li şer û mirina mirovan nehatiye. Piştî 75 salan îro jî li giştî cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn ku navenda wê Kurdistan e, şerê cîhanê yê sêyemîn ku nav lê nehatiye kirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Di roja meya îro de jî kuştin, talan, girtin û revandina mirovan didome. Bêguman yên di van şeran de berdêlên herî giran didin û ji bo aştiyê li ber xwe didin Kurd in. Ji ber ku di sedsala 21ʼan de jî hîn hebûna Kurdan nehatiye qebûl kirin. Çand û nasnameya wan tê înkarkirin. Bi salane gelê kurd ji bo jiyaneke bi rûmet û cîhaneke azad şerê hebûnê dimeşîne. Mînaka vî şerî ya herî berbiçav îro li Heftanîn û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Ciwanên Kurd bi vîneke xurt ji bo parastina cîhaneke aram cengeke mezin dimeşînin. Lê cîhana ku ev roj pejarandiye û mora xwe daniye bin van biryaran, xwe li kerr û korî daniye. Ji bo berjwendiyên xwe cîhan hemû kirine gola xwînê. Her roj kuştin, talan, koçberî û xizanî kirine para mirovan.

Niha jî tişta ku bi şer, kuştin û talanê nebirine serî dixwazin bi şerê biyolojîk teman bikin. Di bin navê vîrûsa Korona de jiyana mirovan hemû serûbin kirine da ku pergala xwe li ser piyan bihêlin. Vîrûsa herî dijwar bi rêbazên şer û teknîka herî moderen îro li dijî civakên li ser nave aştî û azadiyê têdikoşin tê meşandin. Roj tine ku em çavên xwe bi bûyerên kuştin û talanê venekin. Navenda vî şerî jî axa mezopotamya û Kurdistan e. Li Kurdistanê şer, kuştin û talan dewam dike. Kesên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin tên kuştin an jî davêjin zindanan. Yên destdirêjî nirxên civakê yên herî pîroz dikin jî têne parastin ango tên xelatkirin. Baş e, cîhanek ku evçend bi destê zaliman hatî xirabkirin mirov çawa dikare qala lê aştiyê bike. Ji lewma êdî ev demeke gotina aştî zêde nayê bi karanîn. Înîsiyatîfa Dayikên aştiyê bi vê armancê hatibû avakirin. Lê em bala xwe bidinê êdî dayik zêde vê gotinê bi kar nayînin. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku gotina aştiyê wateya xwe nemaye.

Li şûna têgîna aştiyê şer cihê xwe girtiye. Li cîhanekê ku her tişt di xizmeta şer de be mirov çawa dikare qala aştiyê bike. Di demekê de ku şewba kujer li cîhanê hemûyî belav dibe û bandorê li jiyanê dike em dibînin aboriya welatan hemûyan di xizmeta şer de ye. Bi qasî ku bazirganiya çekan tê kirin ji bo parastina jiyana mirovan ti hewildan tineye. Lê em ji dîroka şeran hemûyan baş dizanin ku ti şer bê aştî bi encam nebûye. Bi wesîleya roja aştiya cîhanê hêvî û daxwaz ew in ku li gorî wateya rojê tevger û hewildanek bê çêkirin. Li şûna şer aştî, li şûna mirinê jiyaneke aram bê avakirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.