Gelê Kurd di oxira azadiyê de gelek ewladên xwe yên giranbuha dan. Her yek ji wan xwedî armanc û xeyalên mezin bû. Serpêhatî,rêwîtî û lêgerîna her yekê/î ji wan hêjayî naskirinê ye. Deniz Firat jî yek ji wan kesan e ku serpêhatiya wê tijî trajedî ye. Deniz li nava malbateke welatparêz a berdêlên gelekî giran dane, tê dinê. Trajediya Deniz ji zarokatiya wê ve destpê dike. Deniz di 7 saliya xwe de tevî malbata xwe, ji ber zext û zilma dewleta Tirk dikeve ser rêya penaberiyê û ji Wanê penaberî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Deniz tevî malbata xwe piştî demekê ji wir jî derbasî Herêmên Parastina Medyayê dibe. Deniz wê demê hîna gelekî biçûk e, lê dilê wê gelekî mezin e. Ew jî weke her zarokê ji xwe re gelek xewn û xeyalan datîne. Dixwaze bi hevalên xwe re bilîze, biçe dibistanê. Ew jî ji wan zarokan e ku zû mezin bû. Ew ji bo xeyelên xwe pêk bîne, di temenê xwe yê piçûk de biryarê dide ku ne tenê bibe zaroka malbatekê, lê bibe zaroka gelê xwe. Ew tevî sê xwişkên xwe tevlî nava refên gerîla dibe.
Deniza biçûk li çiyayên azad bi xweşî û zahmetiyên jiyanê hemûyan mezin dibe û li gelek qadên têkoşînê kar û xebatan dimeşîne. Ji malbatê zêdetir, bi hevalên xwe yên şoreşger û rojnemevan re dimîne, û fêrî jiyanê dibe.
Hevrêya wê Jiyan Firat bi van hevokan wesfê wê dide; "Eger hûn li çavên wê binêrin hûn ê deryayekê bibînin. Eger hûn li wê guhdarî bikin, hûn ê dengê firatekê bibihîsin. Û eger hûn bidin ser şopa wê hûn ê çi bibînin û çi nebînin".
Belê Deniz li gel temenê xwe yê ciwan, heybeta çiya di ser her tiştî re dibîne û mezinbûnê ji xwe re dike armanc. Di nava Tevgera Azadiyê de hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Xwe di her aliyî de gelekî bi pêş dixe. Pênûseke xwe ya gelekî xurt hebû. Dema ku li ser erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê dinivîsand yan jî nivîsên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikirin, gelekî kêfxweş û şa dibû. Di melûliya di çavê wê de hêviyên gelek mezin weşartîbûn. Deniz demeke dirêj di nav xebatên çapemeniya azad û alternatîf de cih girt. Bi kesayeta xwe ya dînamîk û hewldanên xwe yên mezin her tim bandoreke mezin li heval û derdora xwe dikir. Wê bi sekn û tevlîbûna xwe, dikir ku awir hemû bizivirin ser wê… Carna pêşeng û şoreşger, carna jî rojnamevan û rêvaber bû. Deniz Firat ku bi çavê xwe gelek zilm û zora dagirkeran dîtibû, li başûrê Kurdistanê xwest bibe dengê rastiyê û nûçegihaniya şer dikir. Û herî dawî Deniz êrişên li dijî Mexmûrê û berxwedana li hemberî êrişan li cih dişopandin û bi mîkrofon û kameraya xwe ji qada şer nûçe ji cîhanê re radigihandin. Lê dijminê jinê çeteyên DAIŞ'ê bi êrişeke namerd û hovane 8'ê tabaxa 2014´an Deniza ku weke navê xwe bû, qetil kir. Du Xwişkên Deniz ên bi navê Binevş û Sarya di demên cuda de di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji lewma barê wê gelek giran bû û dixwest xeyalên wan yên nivcomayî, temam bike. Lê çeteyên hov ku para xwe ji mirovahiyê negirtine, xeyalên wê jî nivco hiştin.
Ger tu hem Kurd û hem jî jin be, cîh û mekan ne girîng e, jiyana te gelekî dişibe ya jinên din ên Kurd. Hêvî Gabar jî bi serpêhatiya xwe ji Deniz Firat ne cuda ye. Ew jî hîna du salî ye, tevî malbata xwe ji ber zilma dewleta Tirk koçberî bajarên Tirkiye dike. Ji axa xwe dûr lê bi çanda Kurdewarî mezin dibe. Ji lewma hîna 14 salî dest bi legerîna heqîqetê dike û weke aveke zelal ber bi azadiyê ve diherike. Ji bo avakirina paşerojeke azad, dide pey xeyalên xwe. Têkoşîna wê ya ji destpêka salên 2000´î dest pê dike, piştî ketina hepsên Îran û Tirkiyeyê, berê wê careke din dide mekanên azad. Dema ku êrişên DAIŞ’ê li dijî Rojava dest pê dikin jî Hêvî berê xwe dide Rojava û ji wir jî berê xwe dide bereyên herî pêş û bi wêrekiyeke mezin şer dike. Di vî şerê djwar de du caran birîndar dibe. Cara diduyan bi giranî birîndar dibe. Tevî ku birînê gelek kûr û giran in jî Hêvî weke navê xwe ti carî bê hêvî nabe û bi coş û kelecaneke mezin bi jiyanê re dikene. Lê mixabin ji ber birîndarî û nexweşiyên xwe yên giran, wefat kir. Ew bi fîzîkî ji nav me çûn, lê li pey xwe hêviyên mezin ava kirin û weke ava Firatê rabûn û herikîn...