Her kesî hizûr û aramî xwest

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 2 Çile 2022 - 22:54

  • Jinên Kurd ên têkoşer sala 2021’ê bi ruhê serhildêr ê Sakîne Cansiz, û wêrekiya Sosin Bîrhat li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminên jin û gelan şer kirin

Jinên Kurd ên têkoşer sala 2021’ê bi ruhê serhildêr ê Sakîne Cansiz, û wêrekiya Sosin Bîrhat li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminên jin û gelan şer kirin. Her yek ji wan ji parçeyekî cihê yê Kurdistanê hatin gel hev û rêya wan di têkoşîna azadiyê de gihişt hev. Wan di oxira azadiyê de li hemberî her cûreyê êrişên giran berdêlên mezin dan. Bi vîneke ji pola li Başûrê Kurdistanê gotin; em ê ti carî destûrê nedin ku mêtinger axa me desteser bikin. Li Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe parastin. Li Bakurê Kurdistanê serî li ber faşîzmê netewandin. Li Şengalê rê nedan fermanên nû. Xelkê Mexmûrê li hemberî dorpêç û rêgiriyê berxwedan derxistin asta herî jor. 

Mijareke din a ku mohra xwe li salê xist, têkoşîna edaletê a Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bû. Ji destpêka salê ve qîrîna vê dayika dil bi êş a ji bo edaletê, bû rojeva sereke û mohra xwe li salê da. Ji çavê dayikê rondik zûwa bûn. Dengê hawar û qîrîna wê wijdan hejandin. Lê vê têkoşîna mafdar a dayika Emîne, dîwarê  li dora wijdanê dozger û dadgerên dewleta Tirk nederizand. 

Li gel vê bexwedanê, dayikan çeper berfereh kir. Di sala nû de nobeteke din li yên sala bihurî zêde bû. Malbata xwendekara refa duyemîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Munzurê, Gulîstan Dokû ji 5'ê Çileyê 2020'an û vir ve li Dêrsimê hew aht dîtin û ji hingê ve agahî jê nayê girtin. Ango ew hat windakirin. Malbatê, ji bo ku zaroka wan were dîtin li ber Edliyeya Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbetê bi wesileya salvegerê dest bi vê nobetê kir da ku der barê aqûbeta keça xwe de encamekê bigire. 

Dayikan, weke salên bihurî îsal jî mohra xwe li pêvajoyê xist. Bi pêşengiya dayikan, dîwarên tirsê yên faşîzmê hejiyan, wê di nava vê sale de ew dîwar hilweşin. Heta ev bêdengî neşikê û edalet pêk neyê, wer diyar e, dê di nava vê salê de jî têkoşîna maf û edaletê bibe mijara sereke ya rojevê. 

Lê hêvî û baweriya her kesî ew e ku ev sal wê ji salên berê aramtir be. Ji ber ku van sale dawî, ji ber şer, koçberî, xizanî û krîza şewba Vîrûsa Koronayê, jiyana mirovan ser û binî hev bû. Her kesî di peyamên xwe yên sala nû de daxwaza jiyaneke aram û bi tendûristî kir. Ji ber ku her kes  bawer dike ku pêwistiya mirovan ji nan û avê zêdetir bi hizûrê heye. Yên ku vê hizûrê bînin, mafê jin û jiyanê bi parêzin, dîsa wê jin bin. Çawa jinan  di dîrokê de jiyan li dora xwe ava kir, wê di sedsala 21’ê de jî bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin û di sala nû de ji bo vê têbikoşin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.