- Lazim e, jin bi têkoşînê hesab ji vê zêhniyetê bixwazin û Erdogan û hevkarên wî dadgeh bikin. Ji ber ku ji bo dadgehkirina dîktator ne sed, lê bi hezaran sedemên me hene.
Jinên Kurd her sal bi kampanyayên cûr bi cûr têgehên pergala hazarê salan a ku hemû şaneyên civakê dagir kirine, dixin bi lê pirsînê. Bi van kampanyayan hem civak tê perwerdekirin û hem jî jin tên birêxistinkirin.
Komalên Jinên Kurdistanê KJK´ê 21'ê Îlonê pêngava "Li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e" li dijî tecrîd û jinkujiye da destpêkirin. Li Bakurê Kurdistanê Kampanyaya 'Em xwe diparêzin' ji aliyê Tevgera Jinên Azad ve tê meşandin.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê TJK-E'yê jî 25'ê Mijdarê, bi dirûşama '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' kampanyaya xwe ragihand. Weke ku ji ser navê kampayayê jî diyar e, jin wê hesab ji kujerên jinan û pergala jinkuj bipirsin. Lê bêguman sûcên ku li dijî jinan tên kirin û hatine kirin, ne tenê sed in, jê gelekî zêdetir in. Ezê di vê nivîsa xwe de tenê çend sûcên ku bi fermana Erdogan hatine kirin, bi bîr bixim.
1) Dayika Taybet Înan di 19’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê hêzên taybet ên polîsên dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li nava kolanê hat hiştin.
2) Kader Ortakaya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku bûbûn bela serê mirovahiyê, dema ku xwest tevlî berxwedana Kobanê bibe, li ser sînor hat qetilkirin.
3) Ekîn Wan bi awakî hovane hat qetilkirin û bi cenazeyê wê hat lîstin.
4) Ji roja ku Efrîn dagirkirî ye û heta niha, bi talan, dizî, revandin û kuştina sivîlan di rojevê de ye. Rojane sivîl tên revandin û bi awakî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên qetilkirin. Herî dawî çeteyan di nava hefteyekê de 28 kes revandin ji wan 11 jin bûn. Me teva di çapemeniyê de şopand bê ka çawa jina ciwan a bi navê Melek kuştin û cenazeyê wê avêtin naverastê.
5) Di 9'ê Çileyê sala 2013'an de 3 jinên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awakî hovane bi desteka hêzên navneteweyî û MIT'a Tirk bi bêbextiyeke mezin li navenda Parîsê hatin kuştin.
6) Li Silopiyayê çeteyên AKP û Erdoganî, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar di 5'ê Kanûna 2015´an de qetil kirin.
7) Di dagirkirina Serêkaniyê û Girê Sipî de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bi awayeke hovane Hevrîn Xelef înfaz kirin.
Ez behsa Ugûr Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan, Ceylan Onkola pezê xwe diçêrand, 34 ciwanên Roboskî û Mihemedê ku bi gaza fosfora Spî ango gaza kîmyewî hat şewtandin jî nakim.
Ev tenê çend minakên ji kirinên Erdogan û çeteyên wî ne. Bê gûman di van 18 salên desthilata Erdogan de bi dehan zarokên Kurd hatin kuştin. Destdirêjî, taciz û tecawiz li jin û zarokan hat kirin. Bajarên Kurdistanê hatin dagirkirin. Demografiya Kurdistanê hat guhartin. Mirov bi saxî di jêrzemînan de hatin şewitandin. Her roj mirov tên girtin. Li nava kolanê li pêş çavên alemê bi kûçikan êşkencê li mirovan dikin. Ma gelo ev ne dîktatorî ye, çi ye?
Bi bawariya min, Erdogan mû bernedaye ji dîktatorên weke Hîtler û Sedam Husên. Lê em ji dîroka hemû dîktatoran dizanin ku dawiya wan gelek xirab e. Sedam bi hezaran Kurd kuştin, Helebce û Enfal pêk anîn. Hîtler jî heman rêbaz li dijî mirovan bi kar anîn.
Erdogan jî wan ji xwe re dike mînak. Ji lewma, ewçend bi çavsorî êriş dike. Lê dawiya wî jî nêz e û wê bi destê jinan be. Jin wê dawî li vê faşîzma wî bînin. Ji lewma piştgirî dayina van kampanyayan gelekî girîng e.
Lazim e, jin bi têkoşînê hesab ji vê zêhniyetê bixwazin û Erdogan û hevkarên wî dadgeh bikin. Ji ber ku ji bo dadgehkirina dîktator ne sed, lê bi hezaran sedemên me hene. Divê em jî li gorî vê zend û bendan badin û hesab bipirsin ji zêhniyeta pênc hezar salan a ku jiyan li jinan herimandiye.
parvê bike
Nivîsên Aysel AVESTA
Roja xweş ji sibê ve diyar e
23 nîsanê
Xemla biharê Adar
27 adarê
Laşê min ê min e!
13 adarê
Piştevanî hêzê dide
20 sibatê
Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin
13 sibatê
Rêber Apo bû dengê azadiyê
6 sibatê
Têkoşîna jinan gerdûnî dibe
30 Çileyê