• Ji civakeke mirî civakeke zindî afirand. Ji jina kole jineke bi xwe bawer, wêrek û azad ava kir. Bi kurt û kurmancî ji tinebûnê hebûn çêkir. Ji lewma gelê Kurd derketina PKK’ê weke roja vejînê bi nav dike.

Rêber Abdullah Ocalan di paraznameya xwe de dibêje; Jinê ji bo mirovahiyê Ronahî afirand lê di tariyê de ma. Ji şaristaniyê re dayiktî kir, lê bi xwe bû pepûk û evdal. Ji her kesî re qers û qonax ava kir, lê ma bê cih û bê war.’

Ev analîza Rêberê Gelê Kurd ne tenê îfadeya heqîqeta jinê ye. Di heman demê de rastiya civaka Kurd jî îfade dike. Kurdan di dîrokê de bi dewlemendiya çanda xwe malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye. Ji ber wê dewlemediya xwe Kurd her tim bûne navenda êrişan, hatine qirkirin û bi polîtîkayên înkarkirine hatine bi rêvebirin. Ji lewma gelek ferman û malweranî bi ser wan de hatine.

Her çendî ji bo hebûna xwe serî hilda bin jî hemû serhildanên wan hatine bê bandorkirin û tepisandin. Ev serhildan û berxwedanên Kurdan weke 28 serhildanan di dîrokê de bi cih bûne. Serhildana 29´an jî beriya bi 42 salan li ser vê mîrasa dîrokê bi destê çend ciwanan ve tê destpêkirin. Rêber Abdullah Ocalan tevî komek hevalên xwe bi gotina ‘Kurdistan kolonî ye’ dikevin pey şopa vê heqîqet û neteweya ku tine dihat hesibandin.

Ji destpêkê ve diyar e ku ev rêwîtî wê ne hêsan be. Di vê rêyê de wê gelek bend, qeyd û zincîr hebin.

Li aliyekî ve çar dagirkerên ku sûnd xwarina qira Kurdan bînin, li aliyê din Kurdên ku ji hebûna xwe biyanî bûbûn, hebûn. Bi vê heqîqetê re şerkirin, bêgûman wê gelekî dijwar bûya. Ji bo guhertina vê rastiyê diviyabû ku şoreş di nava şoreşê de bihata kirin. Gava yekem a vê şoreşê bi jinan tê destpêkirin.

Tevgera azadiyê ji xeleka herî lawaz bi cesareteke mezin radihêje meselê û civaka ku ji hev hatibû xistin di şexsê jinê de analîz kir. Tişta ku PKK’ê ji serhildanên Kurdan û şoreşên cihanê cuda dike jî ev rastiya wê ye. Ji ber ku di civaka Kurdan de di şexsê jinê de civak hatibû kolekirin û bûbû evdala pergalê.

Ji bo azadkirina civakê diviyabû serê pêşî, qeyd û bendên li dora jinê hatibûn rêsan, bihatana qetandin. Li ser vî esasî ji roja damezrandina PKK’ê û heta roja îro cihekî ber bi çav ji bo jinê hat diyarkirin û bi hişmendiya jina azad civaka azad e, xwe bi rêxistin kir. Dîsa di nava wê civakê de ku ji hebûna xwe fedî dikir, partî, artêş û enî ava kir.

Bi vê hêza xwe ya cewherî di nava 42 salan de ji tinebûnê ber bi gerdûnê ve, weke aveke zelal herikî. Vê avê rêya xwe dî û xwe berda nav rehên ku bi koletiya hezaran sala hişk bûbû. Ji civakeke mirî civakeke zindî afirand. Ji jina kole jineke bi xwe bawer, wêrek û azad ava kir. Bi kurt û kurmancî ji tinebûnê hebûn çêkir. Ji lewma gelê Kurd derketina PKK’ê weke roja vejînê bi nav dike. Ji ber ku heta wê rojê haya kesî ji Kurdan tinebû, heta haya Kurdan jî ji wan tinebû. Fikir û felsefeya Kurdên azad îro ne tenê li Rojhilata navîn, li tevahiya cihanê bûye hêvî. Êdî her kes bi Kurdan serbilind e û azadiya xwe bi azadiya gelê Kurd re dibîne.

Têkoşîna jina Kurd bûye çavkaniya îlhamê ji bo jinên li azadiya xwe digerin. Bê gûman ev bi hesanî nehatine bidestxistin. Bi keda pêşengên weke Sara, Zîlan, Bêrîtan Berîvan û bi dehan jinên çeleng ev têkoşîn hatiyê vê astê. Kurdan bi têkoşîna xwe careke din xwe ji xweliya xwe afirand û bi koka xwe re bûn yek. Çawa şaristanî li dora dayikê ava bû, wê pergala neteweya demokratîk jî bi bîrdozya azadiya jinê li ser esasê civakeke ekolojîk bê avakirin. Cîhan wê bi jinê azad bibe.