Dîsa pişta xwe bi çiyayê xwe germ kirin

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 12 Nîsan 2021 - 01:19

Ev demeke mijara sereke ya rojevê, Şengal e. Şengala ku piştî êş û azarên mezin birînên xwe pêçan û xwe bi rêxistin kir, dîsa bû navenda lihevkirinên qirêj. Di 9'ê Cotmaha 2020'an de li ser daxwaza dewleta Tirk, hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Hewlêrê ya ser bi PDK'ê li ser vîna civaka Êzîdî peymanek hat morkirin. Ev zêdeyî 5 mehan e ku xelkê Şengalê bi her awayî li ber lihevkirina bêyî wan a Hewlêr-Bexdayê radibe û dixwaze xwe bi xwe biparêze û bi rê ve bibe. Li gel xwepêşandan, hevdîtin û hewldanên dîplomatîk, rêveberiya Bexdayê hîna jî xwe nade ber bicihanîna daxwazên xelkê Şengalê.

Li dijî hewldanên destwerdana Şengalê, saziyên xweseriya demokratîk yên li Şengalê ji bo parastina destketiyên xwe, weke her carê dîsa pişta xwe bi çiyayên xwe germ dikin. Wan dest bi çalakiya nobetê kir. Nobeta rûmetê li ber navenda Asayîşa Êzîdxanê dest pê kir û dewam dike.

Ev berxwedana ji bo parastina destketiyan hêz û moraleke mezin dide derdorê jî. Ji ber ku heta niha li ser vê axê li hemberî vê civakê kê kêngê çi bixwesta, dikir. Lê êdî ev civak ne ew civak e ku serî li hemberî pîlan û hesabên neyaran ên li dijî vîna wê bitewîne û wan bi hesanî qebûl bike.

Lê tenê berxwedana  xelkê Şengalê ne bes e. Xelkê Şengalê bi hêza xwe hemûyî li ber xwe dide. Lazim e, Êzîdiyên li cîhanê hemû xwedî li vê bexwedanê derkevin. Nexasim niha serferberiya xweparastinê ya ku li Şengalê dest pê kiriye, divê geş bibe û bêşên civakê hemûyan tevlî vê berxwedanê bike. Ev demek e, serdanên piştevaniyê bi berxwedana  li Şengalê a ji bo xweserî û statûyê, tên kirin. Ev di warê manewî de bêguman gelek hêja ne.

Ji bo ku civaka Êzîdî xweseriya xwe bi dest bixe û destketiyên xwe biparêz e pêwîstiya wê bi piştgiriyê heye. Di serî de jin, partiyên siyasî û gelên azadîxwaz hemû di vê pêvajoya nazik de divê li cem xelkê Şengalê bin û lê xwedî derkevin.

Em di meha Nîsanê de ne, Nîsan ji bo Êzîdiyan meheke pîroz e. Li gorî ola Êzîdiyan di meha Nîsanê de cîhan hatiye avakirin. Ev jî minasebeta Cejna Sersalê û Çarşema Sor e; di cejnê de civaka Êzîdî hêka dikelîne û wan rengereng dike. Ew hêk jî temsîla nûavakirina gerdûnê ne. Civaka Êzîdî bi vê baweriyê îsal cejna Çarşema Sor pêşwazî dike. Ji bo parastina vê çanda kevnar, divê ev cejn bi berxwedanê were pêşwazîkirin. Ên ku maneya Çarşema Serê Nîsanê dizanin, divê li siberoj, çand, edetên xwe xwedî derkevin.

Bi vê wesîleyê divê xwedî li Şengalê derkevin. Ji ber ku li ser vê axa pîroz, herçendî ferman û malwêranî pêk hatibin jî, ev çanda resen hat parastin. Ji bo em rojên xweş û cejnên xwe bi aramî derbas bikin, lazim e em xwedî li Êzîdxanê derkevin û wê biparêzin. Ji ber vê, kesên ku berpirsyarî dikeve ser milê wan hemû, divê berpirsyariya xwe bi cih bînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.