Ev demek e, dewleta Tirk weke caran bi têkiliyên bi dîzî, gendelî û mafyayê rojev dagir kiriye. Bi îtîraf û vîdeoyên Sedat Peker re qirêja dewleta kûr hemû careke din yek bi yek dertê holê. Balkêş e, kengê dewleta Tirk ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve dikeve tengasiyê serî li van rêbazan dide. Sedat Peker yek ji endamê herî mezin e, mafyayên li Tirkiyê ye û heta niha di bin parastina dewletê de bû. Gelo çi bû sebeb yan jî çima ji nişkê ve bi rêya vîdeoyan yek bi yek sûcên dewletê belav dike. Wekî din, li xwe mikur tê ku di pratîkê de wek endamê Daîreya Şerê Taybet çi kar kirine. Di eşkerakirina kiryarên li hemberî hevjîna xwe de eşkere dike ku dewleta Tirk ji 'edaletê' dûr ketiye. Lewma vîdeoyên Sedat Peker di heman demê îtîrafeke dewleta Tirk a birêxistinbûna şerê taybet e.
Vîdeoyên Sedar Peker di nava raya giştî de rê li ber nîqaşên mezin vekirin. A rast, ne cara yekê ye ku ev komplo û êrişên qirêj di pêvajoyên hesas de tên ceribandin. Desthilata AKP- MHP’ê, ji bo berjewendiyên xwe serî li her rê û rêbaza qirêj dide. Erdogan ji bo temenê desthilata xwe dirêj bike di bin navê darbeyê de li dijî Fetûllah Gulen 15’ê Tîrmeha 2016´an senaryoyek amade kir û xist meriyetê. Armanc ji vê senaryoya darberyê ew bû ku kontrola xwe li ser civakê xurt bike. Ji ber ku serketina HDP’ê ya di hilbijartinên 7´ê Hezîrana 2015´an de hesabên desthilatê hemû, ser û binî hev kiribûn. Lê belê, pîlaneke wiha qirêj dikarîbû wan ji vê binketina mezin rizgar bike.
Lê di van hewildanên darbeyan hemûyan de em baş dizanin ku birînên mezin di jiyana civakê de vebûn. Şideta li ser jinê, kuştin û xwekuştinên jinan, revandina jinên ciwan, destdirêjiya li zarokan ji her demê zêdetir bû. Pîvanên exlakî yên civakê cihê xwe ji cînsyetparêziyê re hêlan. Her derba ku bi pêş ket, civak bêhtir ber bi rojên tarî ve bir. Bêhtir civak xizan kir. Neliretî, têkiliyên mafyawarî ji her demê zêdetir bi pêş ketin. Bêedeletî, bêhiqûqî heta bes zêde bû, û demokrasiyê êdî rêya xwe winda kir. Li şûna aramiya civakê, hêza çete û mafyayê mezin bû û xwe bi rêxistin kir; û xwe berda nava rehên civakê hemûyan. Ji ber van polîtîkayên gemar, hîmê civakê ji binî ve dirize. Dewlemendiya dewletê hemû xistine xizmeta şerî.
Lê li gel van hewildanan hemûyan, rejîma Tirk a faşît nekarî pêşî li mezinbûna tevgera azadiya Kurdistanê bigire. Kengê dor lê teng dibe, dest bi pîlan û êrişên nû dike. Piştî ku êriş û planên li dijî bakûr, Rojava, Şengal û Mexmûrê neçûn serî, destpêka sala 2021´ê hêza xwe hemû ji bo dagirkirina Garê seferber kir. Lê bi berxwedaneke bêhampa, li vir jî bersiva xwe girt.
Piştî binketina li Garê, vê carê wê berê xwe da HDP’ê û êrişên li dijî jinan derxist asta herî jor. Pergala ku ji her alî ve heta qirikê ketiye krîzê û li ber rizînê ye, di her fersendê de êrişî jinan dike. Roj tine ku nûçeyên kuştin û xwekuştinên jinan belav nebin. Bûyerên sosret jî herî zêde li Kurdistanê diqewimin. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê, tecawizkar û mafyayên ku pişta xwe bi hêza dewletê germ dikin, li pêş çavê raya giştî êrişî jinan dikin. Lê jin ji ya xwe nayên xwarê û bi berxwedaneke mezin bersivê didin pergalê. Ji niha û heta 1’ê Tîrmehê sazî û rêxistinên jinan wê her roj bi çalakiyên cihêreng bersivê didin pergala mêr-dewletê.
parvê bike
Nivîsên Aysel AVESTA
Roja xweş ji sibê ve diyar e
23 nîsanê
Xemla biharê Adar
27 adarê
Laşê min ê min e!
13 adarê
Piştevanî hêzê dide
20 sibatê
Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin
13 sibatê
Rêber Apo bû dengê azadiyê
6 sibatê
Têkoşîna jinan gerdûnî dibe
30 Çileyê