Berxwedana ji bo azadiyê

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 20 Kanûn 2020 - 23:21

Gelê Kurd di dîrokê de ji bo azadiya xwe gelek berdêlên giran dane. Li aliyekî berxwedan û çîrokên destanî, li aliyê din jî êş û azar.

19’ê Kanûnê, salvegera qetilkirina Taybet Înan a dayik bû. Dayika Taybet Înan di dema berxwedana Rêveberiyên Xweser de ji aliyê sekvanên dewleta Tirk ve hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li naverastê hat hiştin. Ev dîmenê dayika taybet asta rûreşiya mirovahiyê û faşîzma dewleta Tirk nîşan dide.

Dîsa di dema Silopya tê gotin Sêvê, Pakîze û Fatma tên  bîra mirov. Ev her sê jinên siyasetvan di heman demê de ji hêla dewleta Tirk ve li Silopyayê hatin qetikirin. Dijminên qewmê Kurd, bi van êrişên hovane, xwestin vîna Kurdên azad bişikînin, wan çavtirsandî bikin û ji azadiya wan dûr bixin.

Lê Kurdan ji vê dîroka xwe ya bi êş ders girtin û berovajî, eniya berxwedanê mezin kirin. Her çendî êriş dijwar bûn, berxwedan jî mezin bû. Li çar aliyên welêt û cîhanê Kurdan bi pêşengiya jinan qadên têkoşînê berfereh kirin û pîlanên dijminan pûç kirin.

Lê dijmîn li hemberî vê berxwedana dîrokî a Kurdan a li cîhanê deng vedayî gelekî tengav bûye. Ji lewma bê ser û ber, li ku Kurdek hebe û ji bo hebûna xwe têdikoşe, êrişê wê/wî dike, wê/wî digire, êşkencê lê dike, wê/wî diavêje zîndanan. Lê dîsa jî nikare bi wan. Ji ber ku êdî Kurdan biryara azadiyê daye.

Dema em li dîrokê meze dikin, kengê Kurdan biryara xwe ya azadiye daye, hingê dijminê wan jî ji bo têkbirina vîna wan bi rê û rêbazên qirêj hemûyan emel kirine. Dema Partiya  Karkerê Kurdistanê (PKK) sala 1978´an derket ser dika dîrokê û ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê dest bi têkoşînê kir, dijminê koka Kurdan, ji bo pêşiyê li têkoşîna azadiyê bigire li Meraşê dest bi komkujiya li dijî Kurdên Elewî kir. Armanc ji vê komkujiyê pêşîgirtina li tevgera azadiyê bû.

Dîsa, dema ku Şoreşa Rojava geş bû, bi pêş ket û di nava raya giştî de deng veda, wê demê jî bi piştgiriya xayin û nokeran êrişeke bi armanca qirkirinê birin ser civaka Êzîdî. Li Şingalê komkujiyeke ku minaka wê li ti devara cîhanê nahatiyê dîtin, kirin. Di vê komkujiyê de bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, Şingal hat werankirin û jinên Êzîdî li bazarên koleyan hatin firotin.

Ev kirinên hovane hemû li pêş çavên cîhanê hatin kirin, û hîn jî dewam dikin. Niha jî li ser  Şingal û Şingaliyên ku ewçend êş kişandine, li Hewlêr û Bexdayê pîlan û hesabên qirêj tên kirin. Peymanan li ser vîna wan mor dikin.

Lê Şingalî li ser fikra azadiyê û ramanên bi rêz Ocalan xwebûna xwe ava kirine, bi keda Mam Zekî, Mam Beşîr û bi sedan Zerdeştan hatine vê astê. Êzîdî wê bi hesanî êdî dest ji têkoşînê bernedin û vîna xwe radestî ti hêzên din nekin. Şingal a Êzîdiyan e û divê bi vîna wan bê birêvrbirin. PDK û Bexda  ger dixwazin li hemberî trajediya vê civaka ku 74 ferman bi ser wan de hatin, berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin, fermo bila statûya Şingalê nas bikin. Bila bihêlin Şingal bi hêza xwe, xwe bi rê ve bibe. Qenciya ku ji bo Êzîdxanê bikin ev e, ne tişteke din e.

Dewleta Tirk û hêzên ku hesaban li ser vîna gelê Kurd dikin, ji bo ku karibin wan pîlanên xwe yên qirêj pêk bînîn, dengê Îmraliyê dibirin. Bi tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin Kurdên Azad û hemû baweriyên ku bi ve felsefeyê xwe bi rêxistin kirine, tecrîd bikin. Lê belê îro gelê Kurd bi pekhateyên li azadiya xwe digerin hemûyan re bi têkoşînên wan pîlan û hesabên dijmin yeko yeko pûç dikin.

Gelê Kurd, her tim li hemberî cûreyên êrişan hemûyan gotiye, ger jiyaneke azad hebe wê bi Rêber Apo re be. Ji lewma, bi pêşengiya dîlên azadiyê 27”ê Mijdarê li zindanan greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat destpêkirin. Niha li zindanan ji bo îradeya gelê Kurd û nasmameya Kurdên azad berxwedaneke mezin bi rê ve diçe. Dîlên azadiyê di nava wan şert û mercên dijwar de pêşengiya pêvajoyê dikin. Tişta ku divê li derve bê kirin, bê gûman xwedîderketineke xurt e. Di serî de jin, divê bêşên civakê hemû li dora vê berxwedanê bibin xelek.

Çawa ku berxwedana 2018´an bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diwarên Îmraliyê derizandin û piştî 8 salan hevdîtinan dest pê kir. Divê ve carê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Kurdistanê bibe armanca esasî. Ji ber ku hatina van rojan ne hesan bû, berdêlên gelek mezin hatin dayin. Parastina van destketiyan erka her mirovê azadîhez e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.