Xeleka berxwedanê dîsa berfereh dibe. Gelê Kurd bi salanê li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe didin. Di vê berxwedanê de gelek berdêlên giran dane û hîn jî didin. Lê bi berxwedanê re gelek serketin û destketî jî bi dest xistine û ji tinebûnê hebûn afirandine. Kengî, kuştin, girtin êrişên bi armanca tinekirinê li hemberî wan hatî meşandin wan serî li rêya berxwedanê dane. Di sala 1982’yan de li hemberî faşîzma 12’ê îlonê Mazlum Dogan li Zindana Amedê dest bi çalakiyeke canbexşane kir. Wê demê jî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi armanca çewisandin û tinekirina tevgerên şoreşger 12’yê Îlona 1980’î darbeyeke leşkerî pêk hatibû.
Bi pêla zext û girtinê ya bi darbeyê re, gelek şoreşger, azadîxwaz, demokrasîxwaz ku pirraniya wan Kurd bûn, girtin û xistin zindanan. Mazlûm Dogan ji bo pêşî li vê faşîzmê bigire bi bedena xwe plan û hesabên dijmin vala derxist. Vê çalakiyê rê li ber dengvedaneke mezin vekir û rêya berxwedanê nîşanî Kurdan da.
Di heman demê de bi çalakiya çaran re dirûşmên ‘Berxwedan jiyan e, teslîmiyet mirin e’ ku ji aliyê Mazlûm Dogan ve hatibû gotin, êdî bû rengê têkoşîna gelê Kurd. Ew ala ku Mazlûman hildan bi rêzeçalakiya 14’ê Tîrmeha 1982’yan ku weke çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin kete dîroka Kurdan, dest pê dike û ji wê demê ve li zindanên dewleta Tirk kadroyên pêşeng ên tevgera azadiya Kurdistanê vê rêûresmê dewam dikin.
Piştî wan pêngavên girîng, yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Vê çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Di encama vê çalakiya girtiyan de di 3’yê Çileyê 2013’an de, di navbera Rêberê Gelê Kurd û dewletê de, heta sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa dest bi tecrîdeke girankirî hatibû kirin. Demeke dirêj ti agahî ji rêber Apo nehatin girtin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê di raya giştî de fikar û guman zêde bûn. Ji ber vê yekê 50 siyasetvanên Kurd bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê birêz Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de, çû Îmraliyê û hevdîtin kir.
Di 8’ê Mijdara 2018’an de, jî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li dijî tecrîdê li zindana Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û ne bi dor kir. Ev berxwedan di demeke kin de vegûherî berxwedaneke mezin û bi vê berxwedanê re piştî 8 salan deriye Îmraliyê vebû û parêzer çûn Îmralî.
Niha jî di çarçoveya pêngava "Dem dema Azadiyê ye" de ji bo şikandina tecrîdê dîlên azadiyê yên PKK‘î û PAJK'î, di 27’ê Mijdara 2020'an de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya bi pêşengiya dîlên azadiyê niha li gelek deveran berbelav dibe.
Weke çalakiyên din bi vê çalakiyê jî girtî û gelê Kurd dixwazin dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bê. Her wiha dawî li vê zilm û faşîzma dûrî aqilan a li dijî hemû bêşên civakê bê. Ji bo bi dawîkirina vê pergalê girtî bi biryar in û dibêjin, heta em negihên armanca xwe em ê navberê nedin çalakiyên xwe. Gelê Kurd û dostên wan jî bi heman helwêstê tevdigerin û bi çalakiyan piştgiriya xwe raber dikin. Jixwe, a lazim e bê kirin jî ev e, ji ber ku vî gelî di oxira azadiyê de gelek berdêl dan. Dema wê ye ku êdî encamê bigirin. Ev yek jî ancax dikare bi berxwedanê bê bidestxistin.