Bersiva li hemberî êrişan zelal e

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 6 Îlon 2021 - 02:40

Hêzên hegemon ji bo ku temenê xwe dirêj bikin, rê û rêbazên qirêj hemûyan bi kar tînin. Lê tevî vê yekê jî nekarîn krîz û kaosa dewletperestiya ku xwe dispêre hiyerarşiyê bi rengekî şênber ji holê rake. Me di pêvajoyan hemûyan de dît ku  çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan, tundiya bê dawî, teror, şer û komkujî hemû ji ber vê pergalê rûdidin. Rêber Abdullah Ocalan di paraznameyeke xwe de rêya çareseriyê bi van gotinan bi lêv dike: "Zêhniyeta demokratîk a modernîteya demokratîk û avaniya xweseriya demokratîk modela wekhev, azadîparêz û demokratîk a herî guncaw e ji bo derketina ji nava vê rewşa kaotîk, paradîgmaya nû ye. Modeleke ku rêya ewlehî û aştiyê ya mayinde nîşanî her kesî, her civakê dide."

Tevgera azadiyê li ser bingehê paradigmaya ekolojîk, demokratîk ku xwe dispêre vê bîrdoziyê, azadiya jinê bi pêş xist. Ji bilî vê pergalê, jixwe ne pêkan e ku êdî civak werin birêvebirin. Ji ber ku heta ku pirsgirêkên civakî ji aliyê zêhnî ve neyên çareserkirin, dawî li şer, kuştin, talankirina xwezayê û koçberiyê nayê. Ji ber ku ev pergal bi xwe dibe sedama van pirsgirêkan.

Altarnatîfa vê pergalê niha tevgera azadiya Kurdistanê ye. Niha li Rojava pergala neteweya demokratîk bûye panjehra pergala modernîteya Kapîtalîst. Ji lewma niha bi serkêşiya Erdogan dixwazin bi rêya çeteyan serweriya xwe li Rojhilata Navîn ava bikin. 

Bêgûman navenda vî şerî jî weke Kurdistan hatiyê destnîşankirin. Li Bakurê Kurdistanê ji bo înkar û asîmîlekirina Kurdan tiştek nema ku nekir. Ji kuştinê heta koçberiyê, ji girtinê heta şidetê, her rêbaz bi kar anî. Ji bo têkbirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li kêleka çeteyên herî hov ên cîhanê cih girt û piştgirî da wan. Li Şengal û Mexmûrê rojane gef xwar û êrişî wan kir û hîna jî dike. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi desteka PDK'ê êriş birin ser gerîlayên azadiya Kurdistanê.

Li hemberî van êrişên nemerdane cîhan bêdeng e. Bêdeng e, ji ber ku li gorî dilê wan e. Tişta ku îro dewleta Tirk dike, mînake wê li ti devera cîhanê naye dîtin. Hîtler avê li destê Erdogan dike. Li pêş çavê cîhanê hemûyî li hemberî wargaha penaberan a Mexmûrê ku şêniyên wê ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûne, rojane êriş çêdibin. Beriya bi çend rojan zaroka 6 mehî di landikê de hat bombekirin. Li Rojavayê Kurdistanê Mihemedê piçûk bi çekên kîmyewî hat şewitandin. Li Cîzîra Botan mirov di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin. Li Şengalê nexweş û xizmetkarên tendûristiyê di nexweşxanê ye de hatin qetilkirin. Li çiyayên Kurdistanê li hemberî gerîlayên azadiyê sûcên şer tên kirin û çekên bi jar tên bikaranîn. Li cîhaneke welê ku ewqas zilm û faşîzm bi awakî eşkere lê heye, gelo mirov çawa dikarê behsa demokrasî, mafên mirovan û aşîtiyê bike! 

Beriya çend rojan me 1'ê Îlonê Roja Aşîtiyê ya Cîhanê pîroz kir. Ev roj piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat îlankirin. Hêzên Elmanyayê bi serkêşiya Adoldf Hîtler, bi hezeran mirov 1´ê Îlona 1939´an kuştin. Ev roj weke roja herî bi xwin kete dîrokê. Ji bo mirovahî aram bijî, ev roj hat destnîşankirin. Lê mixabin hîn jî rojane li vê cîhanê mirov tên kuştin û xwîn dirije. 

Li çar hêlên welatê me şopdarê Adoldf Hîtler, Tayip Erdogan bi heman şewazî rojane dibe sedema kuştina bi dehan mirovan. Bersiva li hemberî van êrişan jî gelek zelal e. Di serî de dayik, gelê Kurd li seranserî Kurdistanê berxwedaneke bê hempa li dijî zilm û faşîzmê dimeşînin. Kurd gihane wê baweriyê ku tenê pergala neteweya demokratîk dikare bersiva van êrişan bide. Ji ber ku ew baş dizanin xweza, ekolojî, jiyana mirovan û ya hemû zindiyên li ser rûyê erdê ji bi vê pergalê nikarin bên parastin. Heger pergala demokratîk ekolojîk pêk were, aştî wê zûtir li cîhanê pêk were.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.