- Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak têkildarî 21’ê Sibatê da zanîn ji bo her miletî zimanê wan bi rûmet e û got:” Lewre ziman ji pêşiyên me mîrasek e, berdewamiya gelê me û bîra gelê me ye.”
ROZA METÎNA / AMED
Lijneya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1991'ê de 21'ê Sibatê wekî "Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî" qebûl kir. Tevî îlankirina rojeke wiha girîng jî zext û zordestiyên li ser zimanan dewam dikin. Bi taybet li Rojhilata Navîn kurd her tim ji mafê xwe yê axaftina azad a zimanê xwe dûr hatiye xistin. Bi van zextan hatiye xwestin Gelê Kurd ji nasname û hebûna xwe dûr bikevin. Li dijî vê helwestê Gelê Kurd jî li berxwe daye.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal bir ser têkoşîna hevpar a Gelê Kurd û got:”Divê em daxwazên xwe yên zimanî û nasnameyî bi dengekî berz û bilind bînin ziman, xebata xwe ya ji bo siberojê bê îhmalkarî bînin cî û hemû kêmasî û nebesiyên xwe bibirînin.”
Ziman mîras e
Heno Ronak di despêkê de bal bir ser girîngiya zimanê dayikê û got:”Zarok bi zimanê dayikê derdora xwe nas dike û jiyanê keşf dike, ji xwe re bi wî zimanî cîhanekê ava dike, hest, fikir û xeyalên xwe bi wî zimanî derdibire, xwe bi zimanê xwe yê resen îfade dike. Perwerdeya zarokan a pêşîn bi zimanê dayikê û di nav malê de dest pê dike. Ji ber vê yekê jî, perwerdeya bi zimanê dayikê girîng e. Ji ber ku bi vî awayî ev zanîna zarokî/ê ya heta wî temenî berhewa nabe, di pêvajoya hînbûnê de bi kêr tê û zarok di temenekî pir biçûk de xwe di dinyayeke xerîb de nabîne û ji sifirê dest pê nake. Zimanê dayikê ji ber sedemeke din jî girîng e û ew jî ev e; zimanê dayikê pireke di navbera nifşan de û agahî, zanîn, dîrok û kevneşopiyan di nav xwe de xwedî dike û alîkariya veguhastina van agahiyan dike. Bi saya zimanê dayikê, kilam, stran, navên sal û mehan û heta tiştên herî biçûk ên rojane em bi çîrokên pêşiyên xwe dihisin; şer û hezkirinên wan û bîr û baweriyên wan ên kevnar hîn dibin. Gelek caran em hîn dibin ka aboriya wan li ser çi bûye, di jiyana xwe de nirx û prensîbên wan ên girîng çi bûne û xwarin û vexwarina wan çi bûye û şertên jiyanê çawa bûne di demên kevnar de. Van hemû tiştan em bi rêya peyvan, zêdebûna biwêj û gotin û stranan li ser mijarekê yan jî bi rêya gotineke pêşiyan û heta bi heta bi rêya nifirekê fêr dibin û pê derdixin ka çend nifş berî niha rewş çi bûye. Lewre ziman ji pêşiyên me mîrasek e û berdewamiya gelê me û bîra gelê me ye. Ji ber van û zêdetir sedeman zimanê dayikê jiyanî ye û gelekî girîng e. Ji bo her miletî zimanê wan bi rûmet e û tiştekî pir ezîz e.”
Xwefedakirina Bengaliyan a ji bo ziman
Heno Ronak wateya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê jî wiha nirxand:”Di destpêka salên 1950’yî de komeke ku piraniya wan xwendekarên zanîngehan in, li hemberî zilm û zextên dewleta Pakistanê yên li ser çand û zimanê bengalî derdikevin Tevgera Zimanê Bengalî didine destpêkirin. Di 21’ê Sibatê ya 1952’yan de bi êrîşa polisên Pakistanê gelek çalakger û aktîvîstên Bengalî ji bo zimanê xwe jiyana xwe ji dest didin. Bi boneya vê helwestê di 17’ê mijdara 1999’an de bi destê UNESCO’yê 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê tê îlankirin. Li çar aliyên cîhanê her sal gelên bindest girîngiyê didin vê rojê û bi çalakiyên cure bi cure balê dikişînin ser zimanê dayikê û zilm û zextên li ser zimanê xwe protesto dikin. Ya muhîm ew e, mirov van protestoyan di her qada jiyanê de bike û mafên zimanî û mafên gelan ên di vî warî de bi wêrekî û bi dengekî bilind bîne ziman. Girîngiya 21’ê Sibatê di sembolbûna wê de ye û ji ber ku xwefedakariya bengaliyan a ji bo zimanê xwe û têkoşîna wan a ziman û nasnameyê ji bo gelên din jî dibe mînak û ev roj jî vê bîranîn û têkoşînê nemir dike. Ji bo me jî dibe derfet ku em û gelên din ên bindest jî zext û pêkûtiyên li ser zimanê xwe derxin pêş û van pêkûtiyan şermezar û protesto bikin.”
Çima kurdek bi zimanê xwe neafirîne ?
Heno Ronak di heman demê têkildarî bandora zimanê dayikê ya li ser civak, çand û hunerê jî got: ”Ziman amûra ragihandinê, danûstandinê ye. Mirov hemû têkilîyên xwe bi ziman dike, ji bo ku bi civakê re bide û bistîne divê xwe baş îfade bike. Her civak bi zimanê xwe çand û hunerê diafirîne, bi kodên dîrokî û çandî li berhemên xwe zêde dike. Huner bi awayekî estetik xweîfadekirin e û ew jî xwe dispêre ziman. Zimanê te çiqas xurt û bêkêmasî be, cîhana xewn û xeyal û fikrên te jî ew qasî firehtir dibe. Heke zarokekî/ê dinya bi zimanê xwe keşif kiribe û heke ew zarok bi wî zîmanî perwerde bûbe, ew ê helbet bi wî zimanî tiştên resen û bêhempa biafirîne. Ji bo wê jî îro girîng e ku kurd jî di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bi kar binîn. Divê em li ser dewletê jî ferz û daxwaza mafê perwerdehîya bi kurdî bikin. Mafê me ew e; em jî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi zimanê dayikê perwerde bibin. Ev yek ê him civakeke xwerû kurdî pêk bîne him pê re hunereke resen a bi kurdî pêk bîne. Çima kurdek bi zimanê xwe neafirîne û bi zimanekî din biafirîne? Gelek kurd ji ber bêparbûna ji perwerdeya bi zimanê xwe bi zimanekî din huner û edebiyatê dikin, li berhem û çanda zimanekî din zêde dikin.”
Siyaseta zimanî ferz e
Heno Ronak da zanîn perwerdeya bi zimanê dayikê pêwistiyek e û wiha pê de çû: ”Qonaxa jiyanê ya sereke ji bo zarokan perwerde ye, ji bo vê qonaxê serkeftî derbas bike divê zarok bi zimanê dayikê baş perwerde bibe. Mixabin zimanê kurdî ji mafê perwerdeyê bê par e û ji bilî ked û fedakariya xwe wekî din bi awayekî navendî û pergalkirî ne xwedî sazî û dezgehên akademîk e. Qedexe û zextên dewletên serdest zordarî li zimanê me kirine, kurdiya ji perwerdeyê bêparmayî nebûye zimanekî rêkûpêk û sîstematîk. Dewletên serdest hê jî li gorî xwe ku dil bikin bi biryarekê zimanê kurdî qedexe dikin. Hê jî, kurdên ku bi tirkî nizanin ji mafên însanî yên weke tenduristî, perwerdeya bi zimanê dayikê, miameleyên fermî, mafê darizandineke adilane ya bi zimanê xwe û hwd. bê par in û li derveyê gelek pêwîstiyên esasî yên jiyana civakî dimînin. Qeymeqamek dikare bi biryarekê şanoyeke kurdî qedexe bike, dayikeke kurd ji ber nezanîna tirkî li balafirgehekê bi saetan tê ragirtin, kurdî hê jî weke zimanekî nenaskirî tê binavkirin. Îro bi polîtîkaya ji alîyê dewletê ve tê meşandin diyar e û hêvîyekê nahewîne ji bo me. Îro piranîya zarokên me nîvzimanî ne. Ne baş bi tirkî û ne jî baş bi kurdî dizanin. Di vê yekê de kêmasiyên me tevan hene. Perwerdeya ziman di nav malbatê de dest pê dike û ya herî giring jî ew e ku malbatên kurd bi zarokên xwe re bi kurdî xeber bidin. Divê em vê yekê baş bizanin; heke em bi zarokên xwe re bi kurdî neaxivin, zarokên me dê kurdî hîn nebin, ji ber ku jiyaneke ku bi her awayî û bi her şert û mercî di bin hukmê zimanên serdest de ye, dê rê nede ku ew zarok zimanê xwe hîn bibin. Eger em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin, gava ku zarokên me dest bi dibistanê bikin ew ê wê demê jixwe tirkî hîn bibin. Wê demê zarok dê bi hêsanî zimanê duyem û sêyem jî hîn bibin. Belê, em dizanin ku îro mixabin rewş ji bo zimanê me baş xuya nake, lê eger ev helwesta parastina ziman di malbatê de dest pê bike, ew ê bişaftinê dûr û dereng bixe. Helbet tenê barê ziman divê li ser milê malbatan nemîne. Divê partî, sazî û komele tevî hemû banên kurdan bi awayekî polîtîkayên zimanî yên dayîmî amade bikin û wan polîtîkayan di nav gel de, li hemû qadên jiyanê bisepînîn. Divê em li ser dewletê jî ferz û daxwaza mafê perwerdeya kurdî bikin. Mafê me ew e; em jî ji pêşdibistanê heta zanîngehan bi zimanê dayikê perwerde bibin. Eger em bixwazin zimanê me û çanda me zindî bimîne, divê em li ser polîtîkayên zimanî bixebitin û siyaseta zimanî bikin.”
Xebatên ji bo zimanê Kurdî
Heno Ronak di heman demê de behsa kar û xebatên ji bo ziman kir û wiha pê de çû: ”Karên me yên sereke perwerde û weşan in: salê 3 serdeman atolyeyên kurdî (kurmancî, kirmanckî û soranî) têne vekirin. Pirtûkên li ser dîrok, edebiyat û xebatên akademik em çap dikin. Her wisan, em Kovara Zendê derdixin ku gotarên akademik tê de tên weşandin. Her wiha, em panel û semînerên li ser mijarên cihêreng li dar dixin û bi vê yekê jî hewl didin ku hişmendiya zimanî û feraseta parastin û pêşveçûna zimanê kurdî berbelav û xurt bibe.”
Li dij êrişan em seferber bibin
Heno Ronak herî dawî li dijî êrişên li ser zimanê Kurdî banga têkoşîna hevpar kir û got: ”Helbet armancên êrişan tunekirina ziman û nasnameyê ye. Her wiha, weke gaveke pêşîn ev êrîş dixwazin zimanê kurdî marjînalîze bikin, bergeha wê teng bikin û bikin ku bêhtir kes ji axaftin, hînbûn û pêşvebirina zimanê xwe bi dûr bikeve. Pê re jî, di nav demê de bi vê bêstatubûn û bêperwerdebûnê zimanê me lawaz bibe û ji rûyê erdê rabe. Li hemberî van êrîşan divê em hemû hêz û şarezabûna xwe di oxira zimanê xwe de bikin seferber. Mebesta me ji vê çi ye? Her çi ji destê me tê divê em bikin. Eger weke kesekê/î em xwendin û nivîsandina bi kurdî nizanibin, wê demê peywira eslî ew e ku em hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin. Divê em di nav sazîyên xwe de zimanê kurdî bikin zimanê sereke û di nava jiyanê de jî bi zimanê xwe bidin û bistînin. Yek ji tiştên herî girîng jî ew e; em têkoşîna ziman ji îro de û bi awayekî cidî bikin. Bo mînak, ji bo zaravayên xwe û pêşvebirina wan divê plansaziyeke me ya navendî hebe û em gav bi gav li gorî pêwîstiyê xebatên xwe bikin. Helbet, ev hemû di çarçoveyeke zehmet de û di bin zext û serkutiyeke giştî de pêk tên û ev ji berê de rastiyeke jiyana kurdan bûye; lewma diyarkirina armanca xwe ya sereke û eslî û berev wê armancê meşîn, ev dê di demeke dirêj de pêşiya me veke û siberojê jî gelekî bi kêrî me were. Weke gotineke dawîn, bersiva herî baş li hemberî êrîşan xurttirkirina xebat, berxwedan û têkoşînê ye. Divê em daxwazên xwe yên zimanî û nasnameyî bi dengekî berz û bilind bînin ziman, xebata xwe ya ji bo siberojê bê îhmalkarî bînin cî û hemû kêmasî û nebesiyên xwe bibirînin.”